Jinên Mûşê: Em ê vê carê destûrê nedin pisîkan ku bikevin trafoyê

  • 09:07 1 Hezîran 2018
  • Dosya
Zeynep Durgut
 
MÛŞ - Bi nêzîkbûna Hilbijartinên 24'ê Hezîranê re dîsa waliyên AKP'ê ketin tevgerê û ji bo ku cihên sendoqan biguherin û ji cihên wan bar bikin YSK kirin dewrê. Bi biryara YSK'ê li Serhedê wê cihê gelek sendogan li gund û navçeyan bê guhertin û ji cihên xwe bên barkirin. Jinên Muşê bertek nîşanî vê biryarê dan û bang li hemû jinan kirin ku di 24'ê hezîranê de xwedî li sindoqan derkevin.
 
Bi nêzîkbûna Hilbijartinên 24'ê Hezîranê re nelirêtiyên îktîdarê yên derbarê hilbijartinê de zêde bûn. Li ser daxwaza waliyên îktîdarê bi biryara YSK'ê li Serhedê wê li gelek gund, navçe û navendan wê sendoq ji cihê xwe bên barkirin û cihên wan bê guhertin. Ji bajrên Serhedê ku wê ji vê beriyarê bi bandor bibe yek jêMûş e. Li Gelek gundên girêdayî navend û navçeyên Mûşê wê cihê sendoqên hilbijartinê bê guhertin. Jinên Mûşê bertek nîşanî vê helwesta YSK'yê dan û gotin ku ew sindoqan bibin derveyî welat jî ew ê herin dengê xwe bi kar bînin û bang li hemû jinan kirin ku di 24'ê Hezîranê de xwedî li sindoqan derbikevin. 
 
'Sindoqan bibin ku em ê biçin wir'
 
Jina bi navê Mûlkînaz Uçak anî ziman ku hikûmet wê  bi van polîtikayan nikaribe  dengdayîna wan asteng bike û wiha axivi;" Li Tirkiyeyê bi salane li ser serê gelê kurd zilm heye. Divê em li hemberî vê zilmê tifaqa xwe ava bikîn. 24'ê hezîranê ji bo me hemûyan ji rojên xweş re deriyekî nû ye. Kilîda azadiyê di destê me de ye. Zarokên me tu car ji riya têkoşînê şaş nebûne û her tim li pêy berxwedanê meşiyane.  Li hemberî bindestiyê sebra me nema ye. Niha jî dibêjin ku ew ê cihê sindoqan biguherin û ji cihên wan bar bikin. Ev polîtikaya astengikirina dengê HDP'ê ye. Em ê vê yekê qebûl nekîn û ew wan sindoqan bibin ku derê em ê  jî biçin li wir û dengê xwe bi kar bînîn. Em di warê têkoşînê de gelek zîrek in. Ji dema bahsa têkoşînê bu divê her kes Gelê Kurd bi bîra xwe bîne. Divê em bi şev û roj bixebitîn ji aşitiyê re. Dibê em her roj bi hizrên aşitiyê çavên xwe vekîn. Pêwîst e em sindoqên xwe pir baş biparêzîn û em şiyar bîn ji bo ku pisîk nekevin trafoyê. Sindoqan bibin ku em ê herîn wir."
 
'Ew sindoqan vekişînin qesrê jî em ê biçin'
 
Nayîze Saka jî bi lêv kir ku divê di 24'ê Hezîranê de bi hêza xwe gelê kurd bibe yek û got ku xwedî derketina li sindoqan berpirsyariya herkesî ye û wiha berdewam kir;"Ez bang li herkesî dikim ku herkes di 24'ê hezîranê de xwedî li vîna xwe derbikeve. Bi barkirina sindoqan dixwazin hîleyan bikin û bi ser kevin. Lê li hemberî van lîstîkan divê em bi zanebûn tevbigerîn. Jê Mûşê hetanî Colemêrgê divê herkes bi berpirsyarî tevbigere. Bi sindoq vekişandinê ew ê biryara me nedin guhertin. Bi zanebûn sindoqên me vedikişînin, ji ber ku dizanin gel biryara xwe daye û dengê wan diyar e. Em jin bi hev re li ser sindoqan divê peyvirdar bin û ji bo rojên xweş û baş em hewl bidîn. Dikarin sindoqên me bar bikin lê nikarin têkoşîna me têk bibin.  Ew sindoqan barkin  qesrê jî em ê herîn li wir jî dengê xwe bidin HDP'ê."