Mîrateya jinên gihaştin heqîqeta agir: Newroz,berxwedan (4)

  • 09:01 19 Adar 2018
  • Dosya
Jinên Efrînê yên ji koza Newrozê ji nû ve zindî bû, berxwe didin
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Efrînê ku agirê Newrozê bi berxwedanê geş kirin, tevî hemû êrîşan ji koza agir ji nû ve vejiyan û serhildana wan mohra xwe li dîrokê dide.
 
Newroza ku wek mizgîniya biharê navê xwe li dîrokê nivîsî, bi keda jinan heta îro hatiye. Newroz wek sîmgeya berxwedan û serhildanê di her sala nû de hêviyên nû bi xwe re tîne. Newroz her sal bi şîarek nû tê pîrozkirin û îsal jî bi şîara ‘Em bi ruhê Newrozê berxwedanê mezin bikin, li Efrînê bi ser bikevin’ tê pîrozkirin. Newroz di serî de diyariyê jinên li Efrînê berxwe didin û gelan, hat kirin.
 
Jinên bûn Newroz di ‘Berxwedana serdemê de’ cihên xwe girtin
 
Tirkiye û komgên girêdayên wê ku tehemulî projeya netewe demokratîk a bi pêşengiya jinan a li Efrînê û Rojava hat qezenckirin, nekir, ji bo sazbûna demografîk biguhere û avabûnek girêdayî xwe ava bike di 20’ê Çileyê de dest bi êrîşên li hemberî Efrînê kir.  Berxwedana Serdemê ya li dijî êrîşan kest meha duyem. Jinên ji berxwedanê re pêşengî kirin, li dijî pergala serdest a mêr ji bo jiyana nû biafirînin xwe kirin Newroz û berxwe didin.
 
Ji koza Newrozê ji nû ve vejîn
 
Jinên Efrînê diyar dikin ku gotina Efrînê wateya wê ‘afirandin, afrandin û afrat’ e û got gotina Afrat jî di zaravayê Soranî de tê wateya ‘jin, afirandin û hilberandinê’. Jinên Efrînê wek afirînerên agirê Newrozê,  ji koza Newrozê ji nû ve zindî dibin.
 
Şerê jinên Efrînê ya li dijî Dehaqan
 
Jinên Efrînê ku dibêjin Afrodît ji Efrînê ye û bawer dikin ku çavkaniya xweşikahiyan ji  vir tê, li gorî dem û cih xwe ji nû ve diafirînin. Bajarê jinên Efrînê di heman demê de şopa lingê Îştarê jî dihewîne. Bajarê xweşikahî û hilberîneriyê, zanabûn û mezinbûna jinên xwe ji nû ve diafirînin, bi xwe re dihewînin. Jinên Efrînê, li dijî Dehaqên îro bi heqîqeta Newrozê, di rupelên dîrokê de efsaneyên nû dinivîsin.
 
Jin xwedî li qanûnên xwe derdikevin
 
Jinên Efrînê li gorî dîrok û kevneşopiyên xwe terzek jiyanê esas digirin. Jinên ku jiyana xwe ya bi çanda çandinî û gund teşe kirine, nasnameya azadiya jinê jî pêş xistine, xwedî li aboriyê derketine, jiyana kolektîf û qanûnên jinan ên bixwe hunandine. Li Efrînê jin li gorî dîrok û kevneşopiya xwe, serî natewînin, girêdayê kevneşopî ya xwe ne û ruhê azadiyê, berxwedêriya xwe didomînin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tespîta ‘Serdema şaristaniya demokratîk serdema şaristaniya jinê ye’ kiribû.  Rewşa şênber a vê tespîtê Efrîn e û li Efrînê li dijî modernîteya dewletî, berxwedana modernîteya demokratîk heye û sîmgeya vê berxwedanê jî jin in. Îro jin li Efînê  bi çanda jinê re li dijî çanda serdest ya mêr-kapîtalîst têkoşînek mezin didin.
 
TSK ya ku hêza herî teknîkî a mezin a cîhana modernîst daye pişt xwe , êrîş dike û  li dijî vê bi felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkoşînek mezin tê kirin.  Gelê Efrînê bi hêzên enternasyonalîst re  di şert û mercên ne wekhev de bi ruhekî fedayî ji bo axa xwe biparêze têdikoşe.
 
Li Efrînê jin dibin berxwedana Newrozê û gelan ronî dike
 
Jinên Kurd ji bo her tim kevneşopiya berxwedana Newrozê zindî bigirin, her dem berxwedana azadiyê şopandin. Jinên Efrînê ji bo nasnameya jina azad bidin jiyîn dil dan têkoşînê û  li gorî heqîqeta ‘divê jin bibin ax’  ji bo xwedî li şoreşa Rojava derkevin, tevî balafirên şer, hewan, abusan dibin berxwedana Newrozê û gelan ronî dikin…
 
Îro li Efrîn û Kurdistanê rewşa 2 hezar û 630 sal berê hatiye jiyîn heye. Gel li dijî Dehaqên Zalim, mîrateya  Rahşan Demîrel, Ronahî-Bêrîvan, Sema Yuce, Elefteriya û Zekiye Alkan dewr girtin. Jinên Efrînê bi berxwedana serdemê re rûpelek nû li dîrokê vedike.
 
Avesta Xabûr ya bi agirê Newrozê sor bû
 
Barîn û Avesta dema tên cem hev  destana berxweda jinên Kurd dertê holê. Berxwedana Efrînê bi qehremaniya van her du jinan start girt.  Avesta Xabûr a YPJ’î di 27’ê Çileyê de di dema pevçûnên dijwar ên di navbera TSK û QSD’ê de dihat jiyîn çalakiya fedayî pêk anî û bû stêrkek ku bi agirê Newrozê sor bûye.
 
Komên OSO yên bi TSK’ê re tevgeriya û êrîş li hemberî Efrînê pêk anîn, li hemberî Barîn Kobanî ya YPJ’î îşkenceya zayendî û fîzîkî pêk anîn, qetilkirin û bedena wê teşîr kirin. Yên ku xwe negîhiştin ruhê jinan, îşkence bi bedena wan kirin û di çapemeniya civakê de wek ‘Çeteyên DAÎŞ’ê jî ev hovîtî nekirine’ derbasî dîrokê bû.
 
Agirê Newrozê bi têkoşîna jinan pêl bi pêl belav bû û li Efrînê jin dibin Avesta Xabûr, Barîn Kobanê, Arîn Mîrkan, Revan Kobanê, Rohenda Xemgîn kodên zayendperest ên serdestiya mêr parçe dikin. 
 
Wê agirê Newrozê qesra Dehaqan bihejîne
 
Jinan diyar kir ku wê îro jî agirê Newrozê qesra Dehaqadan bişewitîne. Hemû zalim ji rastiya efsûnî ya  wê berxwedanê ditirsin.
 
QEDYA..