Mîrateya jinan a gihişt heqîqeta agir: Newroz, berxwedan (2)

  • 10:09 17 Adar 2018
  • Dosya
Çîroka jinên ji Agir
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroz a navê serhildana li dijî zilmê ye, bi têkoşîna jinan pêl bi pêl belav bû û hîna jî belav dibe. Li Efrînê Barîn Kobanê, bi mîrateya jinên agir berdan bedena xwe ji bo rumeta gel jiyana xwe ji dest da û îro jî bi hezaran jin di bedena Barîn, Sema, Rahşan, Elefterîa, Berîvan û Zekiyeyê de xwe digihînin 'heqîqeta jinên ji agir'.
 
Agirê Newroza îsal di bin şert û mercên OHAL û  di çarçoveya berxwedana Efrînê de bi dirûşma 'Li dijî faşîzmê bihara gelan' wê bê pêxistin.  Newroza ku wek cejna vejîna gelan û bi taybet jî wekî ya kurdan tê pîrozkirin, bi hezaran salane bê navber tê pîrozkirin.  Agirê Newrozê bi taybet jî ji aliyê jinên kurd ve wek serhildana li dijî zilm û neheqiyê, tê pêxistin. Jinên di Newrozan de bedena xwe veguhertin meşaleya azadiyê, wateyek cuda didin cejna berxwedana gelê kurd. Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan, Sema û Elefteriya hinek ji jinên ku bedena xwe veguhertin meşaleya azadiyê.  Van jinan di heman demê de di dîroka berxwedana jinan de rupelekî nû vekirin. 
 
Kevneşopiya berxwedana li dijî Dehaqan
 
Bi berxwedana ku bi pêşengiya Kawayê Hesinkar ya li dijî Qiralê Asur Dehaq hatiye destpêkirin 2 hezar û 639 sal berê agirê Newrozê yê ku hat pêxistin îro jî wek sembola berxwedanê tê bi navkirin. Di heman demê de mizginiya biharê dide û wek zîndîbûna ji nû ve a jiyanê tê binavkirin.  Li bajarên kurdan ku tu car agirê Newrozê netemirî, bi salane di bin zext û êrîşan de hat kirin.  Di salên 90'î de bi hezaran kes di bin qedexeyan de ketin qadan û  bi canê xwe li kolan, tax, navçe û kolanan Newroz pîroz kirin. Bi salên 90'î re  li bajarên kurdan li dijî qedexeyan bi mîlyonan daketin qadan û di bîra mirovan de cihê xwe girtin.
 
Meşaleya azadiyê gûr bû
 
Herî zêde jinên kurd bersiv da vexwendikirina azadiyê û di Newrozan de bedena xwe kirin meşaleya azadiyê û riya diçû azadiyê ronî kirin.  Zekiye Alkan  di demeke ku tarîtî bi ser Kurdistanê de anîbûn, li ser Sûrên Amedê bedena xwe da ber agir û meşaleya azadiyê pêxist.  Meşaleya dest bi dest geriya vê carê li metropolên Tirkiyeyê hat pêxistin.  Rahşan Demîrel, Ronahî-Bêrîvan, Sema Yuce û Elefteriya…Jinên kurd êdî mîrateya azadiyê dewr girtibûn û di dîroka berxwedanê de rupelek nû vekiribûn.
 
Jina ji agir: Zekiye Alkan
 
Zekiye Alkan di 1970'ê de hat dinê.  Dema li Amedê li zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Tipê dixwend, têkoşîna azadiya kurd bala wê kişand.  Li Nisêbînê 13 jinên PKK''yî hatibûn definkirin û berxwedana piştî wê hatibû destpêkirin di dilê wê de cih girt. Bi ruhê berxwedanê bi rojan raneza û zilm qebûl nekir.
  
Gotina wê ya daweî: Newroz bi agir tê pîrozkirin.
 
Zekiye beriya çalakiya xwe, li Parka Trafîkê bi hevalên xwe re rudine û pereyê bêrîka xwe derdixe û hemûyî dişewitîne.  Kesên dibêjin tu çi dijî, bersiva wê wiha ye 'Newrozê pîroz dikim' û dibêje Newroz wisa tê pîrozkirin. Zekiye di 21'ê Adara 1990''î de ji bo bibe bersiva berxwedana jinên Nisêbînê diçe ser Sûrên dîrokî yên Amedê û bedena xwe dide ber agir.  Zekiyeya ji bo bibe doktor hat wî bajarî, bû qehremana gelê Kurd. Zekiye wek jina kurd ya lêgerînvana azadiyê tê zanîn.  Her kesî Zekiye wek jina ku Newroz bi agirê berda bedena xwe, pîroz kiriye, dizanibû.
 
'Jinên kurd êdî jiyan azad nas dikin'
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo Zekiye Alkan wih agotibû: "Çalakiya Zekiye Alkan ku bi agirê azadiyê bilind bûye di Newrozê de agir berda bedena xwe, sembola ku azadî ne hêsane ye.  Jinên kurd êdî jiyana  azad nas dikin. Dema em van pêvajoyan dinirxînin, pêvajoya piştî salên 90'î di alî xebatên jinan de pêvajoyek nû îfade dike.  Çalakiya Zekiye Alkan gotina wê ya 'Agirê Newrozê herî baş bi bedena mirovan gûr dibe '  mînaka fedekarî û cesareta bê sînor e.  Çalakiya Zekiyeyê bêçaretî û tirsa li kurdan hatiye ferzkirin, ji holê rakiriye."
 
Rahşan ya ji çîrokek koçberiyê vejiyaye…
 
Rahşan Demîrel di 1992'an de li Îzmîrê li dijî qedexeyan bersiva herî mezin a 'Newroz wê bê pîrozkirin' da. Rahşan di 15'ê Tebaxa 1975'an de li Nisêbîn a Mêrdînê tê dinê.  Malbata Rahşanê jî wek gelek malbatên kurd ji ber zextan koç dikin.  Rahşan hîna 1 salî bû malbat koçî Îzmîrê dike. Rahşan ji bo piştgiriya aborî ya malbata xwe bike  di fabrîkaya tekelê de dixebite.  Heta derfetên wan hebûn jî diçû Nisêbînê.
 
Kesk, sor û zer Rahşan bû 
 
Rahşan di temenê xwe yên biçûk de zextên dewletê ferq dike û hêrsa wê mezin dibe.  Dema ji Rahşanê re cil û berg dihatin kirîn divê kesk, sor û zer bûna.  Rojekê li dibistanê mamoste ji ber rengên cilên wê  kulmekê lê dide. Rahşan bi heman awayî bersiv dide û qebûl nake.  Rahşanê gelek ji Nisêbînê hez dikir.  Bi malbata xwe re ew jî diçû Nisêbînê. 
 
'Li Cizîrê gelê met ê qetilkirin, em çima tiştekî nakin?'
 
Di salên 1990'î de berxwedana li Nisêbînê dest pê kir li her derê belav bû û li  Kadîfekale ya Îzmîrê jî xwe dide der.   Li Kadîfekaleyê wek jina ciwan a di çalakiyan de di eniya pêş de cih digirt hat nasîn. Rahşan her carê ji dayika xwe re daxwaza xwe ya çûyîna çiyan digot. Rojekê ji dayika xwe re dibêje 'Li Cizîrê gelê me tê qetilkirin, kurdan dikujin, em çima tiştekî nakin?."
 
'Ez neçarim bibim bersiva Cizîr û Nisêbînê'
 
Rahşan ji berxwedana Cizîrê ya 1992'an gelek bi bandor dibe. Ji televîzyonan qedexeyên pîrozbahiyên Newrozê dibihîze.  Wezîrê Karên Hundir yê demî Îsmet Sezgîn got 'îsal Newroz nayê pîrozkirin, ger bê pîrozkirin tiştên hewce wê bê kirin'.  Roja din di 22'ê Adara 1992'ande Rahşan sibehê zû radibe û li ser kartonê dinivîse 'Ez xwe li kadîfekaleyê dikim Newroz, divê ez bersiva Cizîr, Nisêbînê bidim. Xwedî li min derkevin. Ez agahî didim Îsmet Sezgîn wê Newroz bê pîrozkirin… Lastik tune be em ê bi canê xwe pîroz bikin!" Rahşan di 17 saliya xwe de bi agirê berda bedena xwe bersiva dewletê da.
 
Ronahî û Bêrîvan
 
Di Newroza 1994'an de jinên ciwan yên kurd Bedriye Yildiz (Ronahî) û Nîlgun Yildirim (Bêrîvan) li bajarên Mannheîm ê Almanyayê bedenê xwe dan ber agir.  Li cîhanê yekem car du jinanan bi hev re çalakî pêk anîbû.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev çalakî wek çalakiya azadiyê bi nav kir û got: "Ger azadî tiştekî hêsanbûna wê Ronahî û Bêrîvanê bedena xwe neda ber agir."
 
'Dixwazim ji 8'ê adarê heta Newrozê bibim pir'
 
Sema Yuce di 1971'ê de li Tutax a Agiriyê li gundê Aşagi Karglik hat dinê. Dibistana seretayî û navîn, lîse li Agiriyê xwend. Piştre ji bo zanîngehê çû Enqereyê. Li vir têkoşîn azadiyê nas kir û li Mêrdînê tevlî PKK'ê bû.  Sema di 1992'an de li herêma Serhedê peywir girt û  hat binçavkirin.
 
Sema Yuce ji bo jiyanê ronî bike, ji 8'ê Adarê heta Newrozê bû pira û di lêgerîna azadiyê de bû beden û hişmendiya jinê.  Di 21'ê Adara 1998'an de li girtîgeha Çanakkaleyê çalakî pêk anî û piştî ku giran birîdar bû rakirin nexweşxanê. Sema di 17'ê Hezîrana 1998'an de jiyana xwe ji dest da. Semayê di nameya li pişt xwe hişt de wiha got: "Ez dixwazim mêjî, dil û bedena xwe ji 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê bikim pira ji agir.  Ez dixwazim wek Zekiyeyê bişewitim, wek Rahşanê bibim Newroz." 
 
Jinek di riya azadiyê de sînor derbas kir: Elefterîa
 
Jina ciwan a enternasyonalîst a Yewnanî Elefterîa Fortulakî ku li Yewnanîstanê îdeolojiya têkoşîna azadiyê nas kir, di 24'ê Adara 2006'an de dema 23s alî bû rojek piştî Newrozê bedena xwe da ber agir û bû Newroz. Elefteriya dayika 2 zarokan bû û di nameya ku li pey xwe hişt wiha got: " Ez Kurdisganê jî wek welatê xwe dibînim. Ez gelek ji Yewnanî hez dikim.  Lê ez bi qasî zimanê xwe ji Kurdî jî hez dikim.  Dayik ji bo biratiya gelan tiştekî xweşe.  Gelê Kurd ji bo biratiya gelan têdikoşine. Ez jî wek Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rahşanê îsal Newrozê pîroz dikim lê hinek dereng mam.  Biryarbûna wan gelê Kurd xurtir kiriye.
 
Binveş Agal
 
Binevş Agal (Berîvan) di 1996'an de li Beşîrî a Êlihê wek zarokek malbata Êzidî hat dinê.  Navê xwe ji destana Kurd a 'Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn' girt. Binevş û malbata wê di 1980'ê de piştî darbeya 12'ê îlonê ji ber êrîşên li Kurdistanê koçî Ewropayê dikin.
 
Berê xwe dide çiyan
 
Binevş nîşeyekê ji malbata xwe re dihêle û berê xwe dide çiyan.  Binevş li Geliyê Bekaa ligel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dimîne û piştre derbasî Botanê dibe.  Binevş faliyetên rêxistinbûna Cizîrê dimeşîne û gelê Botanê gelek ji Bêrîvanê hez dikin. Binevş li vir mîlîsên jin ava dike û perwerdê dide wan.  Ji bo jin aktîf bibin dikeve hewldanan.  Jin êdî bi Bêrîvanê re bûne hêviya rizgariya gel. Bêrîvan jinek gelek jîr û berxwedêr bû. Çend nasnav bikar dianî û nedihat deşîfrekirin.  Demek dirêj dewletê digot qey gelek jinên PKK'î li virin. Di 16'ê Çileyê 1989'an de xaniyê ku lê dima hat îxbarkirin û operasyon li malê hat kirin. Lê Binevş teslîm nebû û heta guleya xwe ya dawî berxweda û jiyana xwe ji dest da. Piştî Bêrîvan jiyana xwe ji dest dide bi gel re hêrsek mezin çêdibe.  Êdî dema Cizîr tê gotin Bêrîvan dihat hişê her kesî.  Navê Bêrîvanê li zarokên keç hat kirin. Berxwedana Newroza Cizîrê Bêrîvanê rêxistin kiribû. Jinên ku wê rêxistin kirin, piştî wê li kolanan di Newrozê de pêşengî kirin.
 
Sibe: Ruhê Newroza 2013'an li Efrînê bi berxwedanê zindî dibe