Mîrateya jinan a gihaşt heqîqeta agir: Berxwedana Newrozê (1)

  • 09:29 16 Adar 2018
  • Dosya
Bi tilîliyên jinan agirê Newrozê gur bû mîlyon anî cem hev
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroz a sembola berxwedan û vejînê ye, bi salan berê diyarî xewedawendan hat kirin. Bi govend, serhildan, cil û bergên neteweyî yên jinan heta îro hatiye. Li Cizîr, Nisêbîn, Amed û Wanê jinan li dijî îşkenceyan bi tilîliyên xwe agirê Newrozê pêşwazî kir û agirê Newrozê sal bi sal mezintir dibe û mîlyonan tîne cem hev.
 
Newroza ku serhildana Kawayê Hesinkar a li dijî Qralê Asur Dehaq vedibêje, xwedî paşerojeke 2 hezar û 639 salî ye. Wateya gotina wê 'Roja nû ye'. 
 
Derketina cihê Newrozê erdnîgariya Rojhilata navîn û heta roja îro li erdnîgaryên cuda  wek hatina biharê, şiyarbûna xwezayê tê dîtin û bi bernameyan tê pîrozkirin.
 
Bi Înanna re ji nû ve vejîn
 
Sumerên li Başurê Mezopotamyayê şaristaniyek mezin ava kirin, yek ji gelên herî kevn a wate li Newrozê bar kiriye. Wê rojê ji bo zindîbûna ji nû ve ya xwezayê, gelê Sumerê merasîm pêk anîn û bawer dikin ku her sal xwedawendan bereketa Înanna di 21'ê Adarê de cîhanê ji nû ve zindî dike. Sumeran ji bo vê bi mîhrîcana 'Akîtîl-ji nû ve vejîn' pêk anîn.
 
Gelên Rojavayê Anatolyayaê jî ji dîrokê heta roja îro Newroz spartin xwedawendên cuda û pîroz kirin. Tê gotin ku Efesiyan ev roj diyarî Artemîsê kirine. Ji ber Artemîs wek parêzvana  sewal û nebatan tê dîtin. Her wisa Efesiyan di navbera Artemîs û heyv û rojê de têkilî ava kir û digotin her sal di 21'ê Adarê de ronahî zêde dibe û bi saya vê xweza zindî dibe. Tê gotin ku Îyonan jî Newroz diyarî xwedawenda têkoşer Demeterê kiriye.
 
Bi tilîliyên xwedawendan têkoşîn
 
Wateya ku Kurdan li Newrozê bar kiriye jî gelek cuda ye. Ji berê de kelecana vê rojê ji ber hatina biharê xwedî wateyek girîng e. Ji bo Kurdan Newroz, wek roja li dijî zilmê serî hildane. Roja ku xwedawendan li dijî Dehaq bi tilîliyan têkoşîn daye ye.
 
Jinên  serhildana li dijî zilm û mêtîngeriyê bi agirê pêxistin kirin yek,  Newrozê wek cejna vejînê ya gelê Kurd qebûl dikin. Taybetiyek din a Newrozê jî ev e ku di Newrozê de lastîk bê şewitandin e.  
 
Darbe û piştî wê Newroz
 
Li Tirkiye û Kurdistanê Newrozê bi salên 1990'î re zêdetir wate qezenc kir.  Lê piştî darbeya 1980'ê şûnde û pêvajoya şerê salên 90'î de wateya xwe zêdetir da hîskirin. Newroza li malan, li kolanan dihat pîrozkirin, bi berxwedana li dijî serhildanê re pêvajoyek nû da destpêkirin.
 
Yek ji kadroyên pêşeng ê PKK'ê Mazlum Dogan di 21'ê Adara 1982'an de li girtîgeha Amedê bedena xwe da ber agir û dawî li jiyana xwe anî. Ev çalakiya ku Mazlum Dogan di roja Newrozê de pêk anî bû mîlada Newroza siyasî.
 
Di salên 90'î de agirê Newrozê ji nû ve gur bû
 
Di salên 90'î de ku zextên li ser gelê Kurd pir zêde bûn jin û zarokên Kurd bi cil û bergên xwe yên rengîn daketin qadan û li dora agirên pêxistin govend gerandin. Wê demê ev ji aliyê desthilatdariyê ve 'roja bi xeter' hat nirxandin û hat qedexekirin. Qedexeyên Newrozê jî demek nû nîşan dida.
 
Di Newrozê de hemû bername ji aliyên polîsan ve hatin astengkirin û bi agirên dihatin pêxistin jî hewl didan ku bêjin civakê parçe dikin. Lê agirê li cihekî dihat temirandin li cihê din dihat pêxistin.
 
21'ê Adara 1992'an: Li Cizîr û Nisêbînê berxwedana Newrozê a jinan
 
Li Kercews a Êlihê di şeva 20'ê Adarê de ji bo pîrozkirina Newrozê agir hat pêxistin û leşkeran gule berdan ser sivîlan û du sîvîlan jiyana xwe ji dest dan. Li Cizîr, Nisêbîn û Amedê tîmên tevgera taybet êrîşê gel kirin. Di êrîşan de jin û zarok jî tê de 94 sivîlî jiyana xwe ji dest da. Rayedarên dewletê gotinên xwe yên weke 'yên mirine PKK'î ne' dubare kir, lê rastiya qetilkirina Hatîce Katar a 5 salî Mehdî Gungen yê 9 salî, Ramazan Bayer ê 70 salî û Nebahat Kakuç a 65 salî nikaribû veşêre.
 
Newroza 92'an li dijî înkar û îmhayê bû nokteya şikandinê
 
Di 1992'an de jî  serokwezîrê demî Suleyman Demîrel bi parlamenterên SHP û HEP'ê re hevdîtin kir û  di 19'ê Adara 1992'an de daxuyanî da û got 'Her kes li gor rêgezên hiqûqî, bê provakasyon û tehrîkan dikarin serbest pîroz bikin'. Ev jî îlana pîrozkirina serbestiya Newrozê bû.
 
Lê berovajî daxuyaniyan li Şirnex, Cizîr, Nisêbîn û Colemêrgê  polîsan êrîşî gelê ku Newroz pîroz dikirin kir û di nav de jin û zarok jî hebûn bi dehan kes hatin qetilkirin.
 
Bîşeng Anik di bin çavan de hat qetilkirin
 
Heman salê li Şirnexê bi hezaran kes li Qada Cumhuriyetê hatin cem hev.  Jinan di nokteyên polîsan de bertek nîşanî lêgerînan dan û polîs gule berda ser girseyê. Di encama vê de bi dehan kesî jiyan xwe ji dest da û birîndar bûn. Heman rojê li bajar qedexeya derketina derve hat îlankirin û di 22'ê Adarê de jî berdewam kir. Bîşeng Anik a di 24'ê Adarê de li mala wê hat binçavkirin jî di bin çavan de hat qetilkirin.
 
Li gorî raporên saziyên mafên mirovan di 1992'an de li Şirnexê di Newrozê de 38 kesî jiyana xwe ji dest da û nêzî 120 kes jî birîndar bûne.
 
Li Cizîrê komkujî
 
Di heman salê di 21'ê Adarê de li Cizîrê bi sedan welatî hatin cem hev. Gelê beriya pîrozbahiya Newrozê xwest biçe ser gorên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, lê panzêran êrîş kir û li ser vê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Tevî hemû hewldanan dest nedan gel û bi ser girseya ku dimeşiyan de gule hatin reşandin. Bi sedan kes birîndar bûn. Di heman saetan de jî polîs li nokteyên cuda êrîşê pîrozbahiyan kir. Li Cizîrê jin û zarok jî tê de 24 kes hatin qetilkirin. Ev komkujiya li Cizîrê di rojeva cîhanê de cihê xwe girt.
 
Li Nisêbînê berxwedana jinan
 
Di heman salê de li Nisêbînê bi sedan welatî li ser bûyerên li Cizîr û Şirnexê hatine jiyîn, di 22'ê Adarê de kom bûn. Bi hezaran kesên li pira Alman hatin cem hev, dora wan bi panzêran hat dorpêçkirin û li ser vê çalakiya rûniştinê pêk hat. Panzêr bi ser gel de birin û di bûyeran de jin jî tê de 16 kesî jiyana xwe ji dest da û  50 kes jî birîndar bûn.
 
Tevî qedexeyan Newroz
 
Di salên dawî de jî tevî zextan Newroz hat pîrozkirin. Newrozên 1996-97 û 98'an jî tevî hemû qedexeyan li Kurdistan û Tirkiyeyê bi tevlîbûna de hezaran hat pîrozkirin.
 
Di 1999'an de bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' Newroz
 
Di 15'ê Sibata 1999'a de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di encama komployek navneteweyî de anîn Tikriyeyê û piştî vê di serî de li Amed, li Stenbol, Edene û Mersînê Newroz hat pîrozkirin. Li Stenbol, Edene û Mersînê polîsan êrîşê pîrozbahiyan kir.
 
Salên 2000'î
 
Kurdan di salên 2000'î de Newroz di hawirek ku nîqaşên 'demokrasiyê' dihatin kirin de pîroz kirin. Yekem car li Tirkiye û Kurdistanê destûr dan pîrozkirina Newrozê. Li Amedê bi mîlyonan hatin cem hev û li Êlih, Wan, Mêrdîn, Mersîn û Îzmîrê bi sedhezaran kes daketin qadan. Pîrozbahiyên li Amedê tevî ku 10 km re ji bajar dûr bû jî, nêzî 200 hez kes tevlî bûn.
 
Serhildan anîn ziman
 
Di 2001'an de Newroz carek din bi coşek mezin hat pîrozkirin. Jinan wek her salên din wê rojê jî zû rabûn û bi reng û tilîliyên xwe qad xemilandin û pîrozbahiyek bi heybet pêk hat.
 
Pankarta ' Ne înkar ne veqetin, Komara demokratîk' ya li Amedê hat vekirin, daxwazên gel vedigot.
 
Bi girseyî hatin pîrozkirin
 
Di salên 2002 û 2003'an de pîrozbahiyên Newrrozê mezin bûn û girse gihaştin mîlyonan. Jinan di eniya pêş de cihên xwe girtin û mizginiya ku salên pêş wê çawa bê pîrozkirin jî dida. Di pîrozbahiyan de jî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dihat xwestin.
 
Jin li pêş bûn
 
Di 2004-2005'an de daxwaza aştiyê hat ziman û piştî 1992'an şûnde yekem car li Cizîr û Şirnexê jî Newroz hat pîrozkirin.
 
'Îfadekirina îradeya siyasî'
 
Di 2006'an de tevî ku li gelek bajaran hat qedexekirin jî di pîrozbahiyên Newrozê de bi mîlyonan kes ji nû ve hatin cem hev. Ji bo pirsa 'Hûn Abdullah Ocalan wek îradeya siyasî qebûl dikin' jî  bersiva 'Erê' hat dayîn. Newroz li hinek cihan rastî asteniyan hat. di 2007'an de jî Newroz bi dirûşmên 'Tenduristiya te tenduristiya me ye' hat pîrozkirin.
 
2008: Dîsa qedexe dîsa îşkence
 
Bi dirûşmên 'Êdî bes e' gel Newroza 2008'an pîroz kir û banga berdana Abdullah Ocalan derket pêş û jinan di eniya pêş de cihên xwe girtin. Tevî qedexeyan li gelek bajarî hat pîrozkirin. Di serî de li Wan, Colemêrg û Geverê li gelek cihan polîsan êrîşî gel kirin.
 
Li Wanê di 22'ê Adarê de gel ji bo pîrozkirinê hatin cem hev.  Di wê Newrozê de polîsan jin avêtin ser hev û îşkence li wan kir. Ev dîmen di rojeva cîhanê de cih girt. Li Gever û Colemêrgê jî li dijî jin û zarokan êrîş pêk hatin. Li Geverê jina 20 salî Îkbal Yaşar ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Li Colemêrgê zarokê bi navê Cuneyt Ertuş ê 15sa lî li ber kamerayan ji aliyê polîsan ve destên wî hat şikandin. 
 
Di  2009'an de di serî de li Amedê li gelek cihî Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin û jinan di eniya pêş de cihê xwe girt.
 
Çareseriya pirsgirêka Kurd
 
Di 2010'an de  bi mîlyonan welatî li dehan navendê ji bo Newrozê hatin cem hev. Bi dirûşma 'Rêbertiya azad, nasnameya azad û xweseriya demokratîk' hat pîrozkirin. Di 2011'an de jî li gorî salê borî li zêdetir bajarî hat pîrozkirin.
 
Tevî qedexeyan barîkat hatin rakirin
 
Pîrozbahiyên Newrozê di 2012'an de di nav de Amed, Êlih û Stenbol jî heye li gelek cihî ji aliyê wezareta karê Hundir ve hat qedexekirin. Li Amedê  girseya mîlyon derbas kiribû barîkat rakirin û ketin qada Newrozê.
 
Pîrozbahiya Newrozê sal bi sal bi girseyên mîlyonan derbas  dike û bi agirên tên pêxistin, govendan tên pîrozkirin.
 
SIBÊ: Jinên bûn Newroz, li Efrînê ji nû ve zindî dibin