Li Nisêbînê 134 roj: Piştî kesên dîrok nivîsîn 2 sal (4)

  • 09:34 13 Adar 2018
  • Dosya
Piştî berxwedanê hilweşîn û TOKÎ’yên hatin çêkirin
 
MÊRDÎN - Li Nisêbînê li dijî berxwedana rêveberiyên xweser yên gel qedexeya derketina derve hat îlankirin, piştî qedexeyê dorpêç hat destpêkirin û piştre jî xwestin navçeyê bi TOKÎ’yan veguherînin qada ji betonê.
 
 Li Nisêbîna Mêrdînê piştî qedexeya derketina derve ya di 14’ê Adara 2016’an de hat îlankirin şûnde di meha Tebaxê de li hin cihan qedexe hat rakirin. Piştî qedexe hat rakirin taxên pevçûn lê hatibûn jiyîn hatin radestkirin û ji hilweşînê re hatin pêşkêşkirin. Li taxên Dîcle, Firat, Abdulkadîrpaşa û Yenîşehîrê  bi kepçeyan  hemû xanîyên saxlem jî têde hatin hilweşandin.  Wek Sûr, Cizîr û Geverê li Nisêbînê jî TOKÎ hatin çêkirin. Tevî hewldana wezaret û komîsyona lihevkirinê, welatiyan ji bo TOKÎ’yan îmze navêtin.
 
Li dijî hilweşînê nobet hat girtin
 
Piştî qedexe hat rakirin şûnde gelê Nisêbînê hat navçeyê, li şûna xaniyên xwe bîhna barut û parçeyên bombeyan dîtin.  Dora 6 taxên wek Dîcle, Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr, Zeynelabîdîn, Kişlayê bi têlan hat dorpêçkirin. 2 jê zarok 7 kesî dema xwest ji ser têlan biçin malên xwe bi bombeyan hatin qetilkirin. Gelê Nisêbînê li dijî hilweşînê sê mehan li pişt têlan nobet girt. 
 
Li gorî kê, li gorî çi ‘avahiyên moderen’
 
Piştî hilweşînê sê mehan berdewam kir şûnde ji aliyê wezareta hawirdor û bajarvahiyê ve hat gotin ku wê li cihên hatine hilweşandin 4 hezar û 600 TOKÎ bên çêkirin.  Avahiyên vekirina wan ji aliyê serokwezîr Bînalî Yildirim û wezîr Mehmet Ozhasekî ve hat kirin, ji aliyê AKP’ê ve wek ‘avahiyên moderen’ hatin binavkirin. Tevî ku dihat zanîn cenaze li wan qadan hene, bingehê TOKÎ’yan hatin avêtin û 6-7 kat hatin çêkirin. Avakirina avahiyan hîna didome. Dîsa di pêvajoya çêkirina înşatê de 8 karker birîndar bûn. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin lê hîna bi encam nebûye.
 
Malbat bi mehan di konan de jiyan
 
Ji bilî malbatên di vê pêvajoyê de xaniyên xwe ji nû ve çêkirin, gelek malbatên din jî neçar man di konan de bijîn. Malbatên ku di konan de her roj hilweşîna xaniyên xwe temaşe kirin, tevî her tiştî gotin ew axa xwe terk nakin.
 
Tax wek qadên bi xeter hatin îlankirin!
 
Dema hilweşîn berdewam dikir bi biryara Lijneya Wezîran re taxên Abdulkadîrpaşa, Akçatarla, Bahçebaşi, Çatalozu, Çelîkyurt, Kişla, Yakinkoy, Yenîturan û Yildirim wek qadên bi xeter hatin îlankirin.
 
Ji bo îmzeyê gel hat tehdîdkirin
 
 Erseyên aydê gel bi Buroya Têkiliyê ya TOKÎ ya bi piştgiriya Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ve hatiye avakirin, hatin xespkirin û  wezaretê , malbatên ku îmze ji bo erseyan navêt pereyê kirê ya ji bo alîkariyê dida, birî. Hat hînbûn ku wezaretê ji bo welatiyan gotiye ‘Hun dizanin, wê demê hunê xanî negirin, wê hinekên din bikevin şûna we.’ Bi dehan malbatên ku tevî îmze navêtine jî erseyên wan hatine dagirkirin.
 
Kavil li taxan hatin rijandin
 
Piştî rakirina qedexeyê qerekola ligel Çemê Çag-Çag hat çêkirin temam bû. Her wiha li navçeyê hejmara qerekolan zêde bû. Beyî ku  kontrola mayîn û bombeyan bê kirin kavilên ji înşatê hatin derxistin jî li taxa Dîcleyê tê rokirin. Di rojên borî de ji ber bombeya ji kavilan derket sê zarok birîndar bûn. Tevî gilîkirinan tedbîr nayên girtin û fikara gel zêde bûye.
 
Rewşa Zeynel Abîdîn wekî xwe ma!
 
Rewşa taxa Zeynel Abîdîn jî di vê pêvajoyê de diyar bû. Piştî hilweşînê dihat payîn ku wê li taxê çi bê çêkirin û hat hînbûn ku wê li taxê TOKÎ bên çêkirin. Lê nayê zanîn ku kengî înşat tê çêkirin.
 
Heta niha cenazeyên ji qadên TOKÎ’yê hatine derxistin ev in:
 
*Di 8’ê Cotmeha 2016’an de li taxa Dîcleyê ku TOKÎ lê dihatin çêkirin ji hewşa xaniyekî sê cenaze hatin derxistin.
 
*Di 20’ê cotmeha 2016’an de li Nisêbînê ji taxa Firatê 2 cenaze hatin derxistin.
 
*Di 17’ê Kanûna 2016’an de li Nisêbînê li taxa Yenîşehîrê cenazeyek hat dîtin.
 
* Di 16’ê Çileyê 2017’an de li taxa Firatê di xebatên kavilê de cenazeyek hat dîtin.
 
*Di 3’ê Gulana 2017’an de Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê diyar kir ku li Nisêbînê du cenazeyên di nav betaniyan de hatine dîtin.
 
*Di 1’ê Hezîrana 2017’an de li qada înşata TOKÎ’yê de cenazeyek hat dîtin.
 
*Di 24’ê Tîrmeha 2017’an de li taxa Firatê li cihê înşata TOKÎ cenazeyek hat dîtin.
 
*Di 21’ê îlona 2017’an de li qada înşata TOKÎ cenazeyek hat dîtin. Dîsa di meha îlonê de du cenazeyên din ku nasnameya wan ne diyar hatin dîtin.
 
*Di 2’ê cotmeha 2017’an de li taxa Firatê cenazeyek di nav kavilan de hat dîtin.
 
QEDYA.