Li Nisêbînê 134 roj: Li pey kesên dîrok nivîsîn du sal (3)

  • 10:19 12 Adar 2018
  • Dosya
Yên ku qetil kirin dosyayên wan hat girtin, ji kesên ku bi îşkenceyê îfade da 76 caran muebbet!
 
MÊRDÎN - Jinên di berxwedana rêveberiyên xweser ên Nisêbînê de bûn sembol, şopên ku nayên paqijkirin li pey xwe hiştin. Di dosyayên jinên hatine qetilkirin de heta niha tu pêşketin çênebûye û 17 jê zarok bi giştî 67 kes 76 caran bi muebetê tên darizandin.
 
Li Nisêbîna Mêrdînê di 14’ê Adara 2016’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û di dorpêçê de bi dehan sivîl û endamên YPS-YPS\JIN hatin qetilkirin. Gelek sîvîlên weke Selamet Yeşîlmen, Hasan Dag, Medenî Orak, Gulçîn Ak, Muhammed Altunkaynak, Fahîme Aktî û Emîre Gok  li kolanê yan jî li ber deriyên xwe hatin qetilkirin. Tevî di navberê de evqas dem derbas bû jî di lêpirsînan de tu pêşketin tuneye.
 
Di lêpirsînên derbarê mirinan de hatin destpêkirin de dozger dosya kirin yek. Dozger sîvîl, zarok û endamên YPS’ê ji hev cuda nekir û di dosyayekê de kirin yek û bi hinceta kar zêde ye hîna li dosya mêze nekiriye. Tevî hemû hewldan û daxwaza parêzeran di dosyayan de tenê raporên otopsiyê hene. Dozger sîvîlê hatine qetilkirin jî bi hinceta ‘îhtîmala ku endamên rêxistinê bin’ xist dosyayê.
 
‘Kar heye an jî min ê heman bigirta’
 
Tevî daxwaza parêzeran dozger got: “Dosyayê ji Şirnexê hatine hene, li vir kar pir e.” Gelê Nisêbînê û hiqûqnas diyar dikin ku hewl tê dayîn ku dosya bên girtin. Tê îdiakirin ku dozger bi vî awayî dixwaze van mirina bike ‘kuştinên kiryar nediyar’ û ji bilî raporên otopsiyê tiştek di dosyayan de cih nagire û nayê zanîn ku wê kengî bi awayekî cidî bên dest girtin.
 
17 zarok tên darizandin
 
Derbarê 67 kesên ku 17 jê zarok bûn di 26’ê Gulana 2016’an de hatibûn tahliyekirin û dîsa hatin girtin, ji bo 76 polîsên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, derbarê her yekî de 76 caran muebeta giran doz hat vekirin. Welatiyên di bin îşkenceyê de îfadeyên wan hatibûn girtin, rûniştina wan ya ewil  du sal şûnde hat dîtin. Di 9’ê Çile de doza ku 17 zarok lê dihatin darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezya Giran a Mêrdînê hat dîtin. Rûniştina dihat plankirin ku 11 rojan berdewam bike, du rojan berdewam kir. Roja duyemîn bi parstinên parêzeran rûniştin bi dawî bû û taloqî 10’ê Nîsanê kirin. Piştî zarokan di 16’ê Çile de rûniştina 50 girtiyî pêk hat. Rûniştin 2 hefteyan berdewam kir. Hemû girtiyan xweseriya demokratîk parast û gotin dadgeh ji ber vê nikare wan bidarizîne û êrîşên li dijî Efrînê protesot kirin, parastin nekirin. Girtiyan îşkenceya li wan hatiye kirin jî vegotin û hemû daxwazên girtî û parêzeran hatin redkirin.
 
Li pey berxwedan ma
 
Selamet, Fehîma, Gulçîn, Emîre û gelekên din şahidiya berxwedanê kirin û bûn şahidê ku rêveberiya xweser a Nisêbînê ne ya ewil e û ne jî ya dawî ye. Jinên li ber malên xwe bûn hedefa gule û parçeyên şarapnelê, li pey xwe bîranîn, xanî û kolanên xwe hiştin.
 
Selamet…
 
Selamet Yeşîlmen (44) dayika 5 zarokan bû û di 11’ê mijdara 2015’an de li taxa Firatê li ber deriyê xwe hat qetilkirin. Di encama rapora otopsiyê de 6 parçeyên şarapnelê ji bedena wê derket û derbarê bûyerê de îfadeya kesî jî nehat girtin.
 
Fehîma..
 
Fehîma Aktî ya 56 salî di 7’ê Kanûna 2015’an de li taxa Dîcleyê li ber deriyê xwe bi guleyên ji wesayîta zirxî derket hat qetilkirin.  Bîranînên hîna li kolanê bi berxwedanê deng dide.
 
‘Dayika min evîndara çiya bû’
 
Kurê Fehîmayê, Alî Yuce(38) ku ew jî bi dayika xwe re bi giranî birîndar bûdi roportajekê de wiha digot: “Dayika min jinek evîndara çiya bû. Havînan em li zozanan bûn. Dayika min ji me re bi şevan di bin stêrkan de efsûnên berxwedanan vedigot. Zivistanê jî em li navçeyê bûn. Dayika min hêviyên azadiyê di turikê xwe de hildigirt. Dilê wê her tim bi çiyan re bû.”
 
Emîre…
 
Emîre Gok a 39 salî di 14’ê Kanûna 2015’an de li taxa Girnavas  bi guleya ji aliyê polîsan ve hat reşandin jiyana xwe ji dest da. Emîre ya du gule li sînga wê ket, dayika 5 zarokan bû. Malbatê ji bo Emîreyê doz vekir lê dozgeriyê da sekinandin. Dozger biryar da ku nehatiye tespîtkirin gule ji ku hatine. Dozger biryara rawestandina dosyayê da. Têkoşîna malbatê ya li hember vê didome.
 
Gulçîn
 
Li xwişka min xistin û piştre gotin ‘pirsgirêka teknîkî ye’
 
Yek ji sîvîlên jiyana xwe ji dest da Gulçîn Ak ya 40 salî bû û dema diçû serdana xwşika xwe ya nexweş a li taxa Abdulkadîrpaşa di encama gulebarankirina tanqê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Xwişka wê Hafîfe Yildirim got dema xwişka wê li zîl xistiye hate gulebaran kirin û ev tişt got: “Bûyer beriya qedexeya mezin hat jiyîn. Wê demê ne qedexe hebû ne pevçûn ne meşek hebû. Ez nexweş bûm. Dihat serdana min. Dayika 7 zarokan bû. Bê sûc bû. Şarjora tije gule berdan ser xwişka min. Piştre gotin ‘pirsgirêka teknîkî ye’. Wek xwişka min bi dehan kes hatin qetilkirin. Lê em pêşa vê bûyerê bernadin.”
 
SIBÊ: TOKÎ'yên ku piştî serîhildanê hatin çêkirin.