Li Nisêbînê 134 roj: 2 salên li pey kesên ku dîrok nivisîn (1)

  • 09:05 10 Adar 2018
  • Dosya
'Sendroma' Vîetnamê li 'Nisêbînê' hat jiyîn 
 
MÊRDÎN - Di berxwedana Nisêbînê de qedexeya derketina derve 134 rojan berdewam kir, li dijî kesên navçe dorpêç kirin berxwedanek mezin hat meşandin û li dîwaran ev nivîs hatibû nivîsîn: “Van rojan tu car bi wêjeya mexduran venebêjin, mexdur dîrokê nanivîse, lê em dîrokê dinivîsin.” Berxwedanê di hişan de wek ‘sendroma Nisêbînê’ cih girt û ev, tiştên Vîetnamê bi artêşa Amerîkayê daye jiyîn, tiştên Kobanê bi DAÎŞ’ê dan jiyîn tîne hişê mirovan.
 
Li Nisêbînê di 14’ê Adara 2016’an de qedexeya herî dirêj a derketina derve hat îlankirin û 134 rojan berdewam kir. 134 rojan navçe di bin dorpêçê de man û gel vê wek sendromê bi nav dike. Nisêbîn 134 rojan bi tank û topan hat hilweşandin. Di vê pêvajoyê de ligel orgeneral, gelek leşkerên payebilind ji 10 hezarî zêdetir hêzên dewletê hatin peywirdarkirin. Di encama bombebaranê de 48 YPS’î jiyana xwe ji dest dan û  YPS’ê di roja 134’an de îlan kir ku hemû hêzên xwe ji navçeyê kişandiye.
 
Nisêbînê her tim pêşengî kir
 
Li bajarê berxwedanê Nisêbînê berxwedanek mezin hat nîşandan. Tiştên hatin jiyîn, berxwedana berxwedêrên Vîetnamê ya li dijî Amerîkayê û tiştên YPG’ê li Kobanê bi DAÎŞ’ê dan jiyîn, anîn bîra mirovan. Nîsêbîna ku tu car serî li dijî zilma serdestan netewand, ji têkoşîna azadiyê re her tim pêşengtî kir. Gelê Nisêbînê bi salên 90’î re her tim li qadan di berxwedanê de bûn, di Newroza 1992’an de li dijî komkujiya li Cizîrê pêk hat, gelê Nisêbînê ketin berxwedanê û di encama vê de bi dehan welatiyên Nisêbînê hatin qetilkirin.
 
Rêveberiyên xweser bi parastina cewherî pêk hat
 
Gelê Nisêbînê xwedî li berxwedana Rojava jî derketin û di 12’ê tebaxa 2015’an de rêveberiya xweser îlan kir. Li dijî vê gel hatin topebarankirin, gulebarankirin. Gelek carî hewl hat dayîn bi qedexeyên derketina derve biçewisînin, lê gelê Nisêbînê  her carê  berxwe dan û di rêveberiyên xweser de israr kir.
 
Kulmek Spartayî..
 
Dewleta di mehên havînê de bi êrîşan encam negirt, di meha Adarê de stratejiya şer a di asta jor de xist dewrê û dest bi êrîşan kir. Hêzên dewletê di rojên ewil ên Adarê de bi tank, top, çekên giran û wesayîtên zirxî li dora Nisêbînê bi cih bû. Dema êrîş hatin destpêkirin bi hejmarek biçûk YPS’iyan berxwe dan. 
 
Li dijî kesên gotin em ê tune bikin  rihê berxwedana Kobanê
 
Rayedarên dewletê bawer dikin ku wê di demek kurt de Nisêbînê bixînin. Li dijî gelê ku dixwest xwe bi rê ve bibin şer hatibû destpêkirin. Çapemeniya alîgir li şûna nûçeyên gelê sivîl ên hatine qetilkirin çêbike, nûçeyên ‘em ê tune bikin’ diweşandin. Lê hesab pêk nedihatin û Nisêbînê sendromeke ku Vîetnamê bi artêşa Amerîkayê da jiyîn, dida jiyandin. 
 
Wêneyên talan û hilweşînê: Nisêbîn
 
Qedexe bi êrîşên dijwar ên 134 rojî berdewam kir sînor nema. Taxên Firat, Dîcle, Zeynel Abîdîn, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr, Kişlayê di encama tanq û topan de hatin tunekirin. Gelê Nisêbînê 134 rojan li dijî koçberiyê têkoşîn meşandin. Piştî qedexe bi dawî bû bi hezaran kes vegeriyan malên xwe. Lê gelek kesî malên xwe li cihê wê nedîn.
 
Nisêbîn terk nekirin
 
Êrîşan 134 rojan berdewam kir. Piştre beşek qedexeyê hat rakirin. Lê gotinên li kolanan dihatin qêrîn nehatin paqijkirin. Kesên li dijî tanq û topan sekinîn bi gotinên ‘Nisêbîn destrana qehremaniyê ye’ û ‘Van rojan tu car bi wêjeya mexduriyê nenivîsin, mexdur dîrokê nanivîsin, lê em dîrokê dinivîsin’ kenê berxwedanê li kolanên Nisêbînê hebûn.Piştî pevçûnan li Nisêbînê 80 cenazeyên ku hat gotin aydê YPS’ê ne hatin derxistin.
 
Nisêbîna havîna dewletê veguhert zivistanê
 
Çapemeniya alîgir jî nûçeyên ‘serkeftina’ sexte çêkir û hewl dida agahiyên qirêj pêşberî gel bike. Li navçeyê bi sedan endamên JOH, POH û bordo  bereyî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan carî b awayekî veşarî birin balafirgehê û şandin warê wan. Nisêbînê bi berxwedana xwe ya bi heybet, ji peywirgirtina serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu jî bi bandor bû. Nisêbînê havîna dewletê veguhert zivistanê.
 
‘Sendroma Nisêbînê’ dest pê kir
 
Dewletê li taxên Devrîm, 8 Mart, Yeşîlkent, Bariş, Selahattîn Eyubî û Yenî Turan di hewldana operasyonê de winda dan û piştî vê sendroma Nisînê dest pê kir. Nivîskaran di qunçikên xwe de diyar dikin ku ji JOH û POH’ê yên li Nisêbînê name ji wan re hatine şandin û gotine ew li Nisêbînê bêçare mane.
 
Di 2016’an de hefteya ewil a Nîsanê li pey ma û di nav de serbaz, midûrê tevgera taybet, berbaz jî heye gelek leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Raye dan leşkeran
 
Di 7’ê Nîsanê de Serokomar Tayîp Erdogan got ‘hewce bike wê hemû avahî bên hilweşandin’. Piştî vê daxuyaniyê di 9’ê Nîsanê de bi biryara hikûmetê re rêberî dewrê leşkeran kirin û hêzên dewletê ji taxan vekişiyan û ji bo 200 hezar avahî bên îmhakirin, Nisêbîn hat topebarankirin û gulebarankirin. Serokê Fermandariya Giştî Hulusî Akar û Fermandarê Hêzên Bejayî Salîh Zekî Çolak ji bo moral çûn Nisêbînê. Hêzên dewletê yên pêşî li windayan nikaribû bigire di 13’ê Gulanê de ji balafiran Nisêbîn gulebaran kir.
 
Ji YPS’ê daxuyanî
 
YPS’ê li dijî balafirên şer, tanq, top û çekên giran parastina cewherî kirin û di roja 72’emîn de daxuyaniyek da û diyar kirin ku hêzên dewletê bi çavsoriyek mezin her der talan kirine û di van şertan de hewce bi guherîna pozîsyonê hatiye dîtin û îlan kirin ku xwe ji Nisêbînê dikşînin
 
Bîlanço hat veşartin
 
Di dema êrîşan de windayên dewletê bi sedan hatin îfadekirin û hat gotin ku hejmar polîs û leşkerên birîndar bûne jî di ser 500’î de ye. Lê dewletê hejmara windayan veşart û hejmara polis û leşkerên jiyana xwe ji dest dane wek 68 derbas kirin. Hejmara birîndaran jî wek 384 dan. Heman rayedaran hejmara YPS’iyên jiyana xwe ji dest dane jî wek 438 dan.
 
SIBÊ: Li pey kesên gotin ‘mexdur dîrokê nanivîse lê em dinivîsin’…