Ji Clarayê heta Avestayê: Ji çirûska serhildanê ber bi agirê azadiyê ve (7)

  • 09:56 7 Adar 2018
  • Dosya
Li Tirkiyeyê têkoşîna jinan: Serhildan a min şev a min
 
Evrîm Kepenek 
 
STENBOL - Jinên di tevgera jinan a Tirkiyeyê de têkoşîn dan, di encama têkoşînek demdirêj de, destkeftiyên girîng bi dest xistin. Fîlîz Karakuş ya femînîst ku ev 40 sal in ji bo mafên jinan têdikoşe, 8’ê Adarê yên li Tirkiyeyê hatine pîrozkirin vegot. Fîlîzê balkişand ser girîngiya Berxwedana Gezî û 1980’yan û diyar kir ku wê tu car dest ji Meşa Şevê ya Femînîstan û mîtîngên şevê bernedin. 
 
Li Tirkiyeyê dîroka tevgera jinan baş neyê zanîn jî xwe dispêre 150 sal berê. Tevgera Jinan di demên dawî ya Osmaniyan de di sedsala 19’emîn de dest pê kir. Di salên 1870’ê de hat destpêkirin ji bo mafê gotinê, perwerdeyê, xebatê, rêzdariya di malbatê de û destberdanê têkoşîn dan. Sedsala 20’emîn û Firkaya Gel a Jinan di serê sedsala 20’emîn ev têkoşîn belav bû. Komeleyên jinên femînîst zêde bûn û cureyên wê jî derketin. 
 
Tecrubeya şerê Balkan û Yekemîn Şerê Cîhanê tecrubeya jinan siyasî jî pêk anî û kir mîlîtan. Jinan li zanîngehan mafê xwendinê, li daîreyên dewletê memuriyet, li fabrîkayan mafên karkeran qezenc kirin. Bi Biryarnameya Malbatî ya 1917’an re jinên Musliman jî ji pêngavên weke dest berdana mêr fêde girtin. Ev di cîhana îslamê de tiştekî yekem bû. Mafê dengan, ji 1919’an şûnde hat xwestin. Jinên rêxistinkirî yên bi awayekî aktîf tevlî şerê rizgariyê bûn, piştî avabûna komarê şûnde xwestin partiya yekem a siyasî bi navê ‘Firkaya Gel a Jinan’ ava bikin. Heta hat avakirin lê şûnde gav pê avêtin û bi navê Yekîtiya Jinên Tirk di wek komele ma. Gotina germî û bêdengiya navbera 1935-1975’an Mafên jinan di sala 1930 û 1934’an de hat nasîn. Di 1935’an de Yekîtiya Jinên Tirk bi qezenckirina mafê dengan û piştî parlamentera jin ket TBMM’ê şûnde neçar ma xwe fes bike. Komara Tirkiyeyê perda hesinî kişand ser jinan û ne mumkun e mirov behsa tevgereke di navbera 1935 û 1975’an bikin. Piştî demek dirêj jinan komeleya yekem di 1975’an de ava kirin û ev jî Komeleya Jinên Pêşdeçûyî bû. Ji 1980’ê heta 2000’î Piştî darbeya leşkerî ya 1980’ê şûnde muxalefeta civakî darbeyek mezin girt. Di vê demê de tevgera jinan bilind bû. Di heman demê de salên 1980’ê bû mifteya derketina femînîstbûnê. Fîlîz Karakuş a di têkoşîna jinan de cih girt têkoşîna jinan a Tirkiyeyê ji ajansa me re vegot. 
 
Fîlîz ku pêşenga femînîsta ne, diyar kir ku 8’ê Adara îsal ne tenê ji bo jinan ji bo hemû muxalefetê hêvî ye. Fîlîzê diyar kir ku paşeroja 8’ê Adarê ya li Tirkiyeyê ji 1975’an dest pê kiriye û got li Tirkiyeyê yekem car di 1920’an de 8’ê Adarê hatiye pîrozkirin û wiha pê de çû: “Ev pîrozkirin jî ji aliyê Partiya Komunist a Tirkiyeyê ve li salonek girtî pêk hat. Ne wek çalakiya kolanê bû. Sedema vê pîrozkirinê jî ev bû ku 8’ê Adarê di Şoreşa Cotmehê ya li Rusyayê pêk hat de hatibû qebûlkirin û gelek welat di bin bandora vê de mabûn. Piştî 1920’an navber dan pîrozbahiyên 8’ê Adarê. Di navbera 1975-1980’an de 8’ê Adarê ji aliyê komên jinan yên cur bi cur ve hat pîrozkirin. Dema mirov li beriya 1980’ê dinêrin, 8’ê Adarê roja jinên kedkar bibîr tîne.” 
 
Piştî 1980’ê şûnde mîtînga yekem di 1989’an de pêk hat 
 
Fîlîzê balkişand ser 8’ê Adara piştî 1980’ê şûnde û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komên jinan yên dixwestin hişmendiya jinê bilind bikin hene. Koma di 1987’an de kovara femînîst derxist, hişmendîkirina 8’ê Adarê dikirin. Di 1989’an de piştî darbeya 12’ê Îlonê şûnde yekem car 8’ê Adarê hat pîrozkirin. Kovara Nabiz, Komeleya Jinan a Demokratîk, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) tevlî bûn.”
 
Her wiha Fîlîzê balkişand ser nîqaşên ‘bila mêr jî tevlî 8’ê Adarê bibin an na?’ û wiha pê de çû: “Di civîna 8’ê Adara din de mijara mêran hat nîqaşkirin. Xala yekem ‘Wê mêr bên mîtîngê an na’ û ya duyem jî ‘roja jinane an jî roja jinên kedkare’ hat nîqaşkirin. Nîqaş ji vir dest pê dikin û parçebûn tê jiyîn. Mînak di 1989’an de polîsan mêr jî xistin qadê. 
 
‘HADEP, ODP, KESK, DÎSK bi meşê ketin qadê’ 
 
Fîlîzê destnîşan kir ku piştî 1989’an şûnde mîtînga herî mezin di 1997’an de pêk hatiye û nêrînên xwe wiha berdewam kir: “Ev mîtîng bi banga Kovara Pazartesî pêk hat. Li Çaglayanê hatin cem hev û bi meşekê ketin qadê. HADEP, ODP, DÎSK, KESK û jinên femînîst bi hev re tevlî meşê bûn. Di qadê de mêr jî hebûn. Ji 1997’an heta 2000’î meş wisa berdewam kirin. Di 8’ê Adara 1998’an de jin di heman xetê de nehatin cem hev û dîsa qutbûnek çêbû. Mijar ketina mêran a qadê bû. Komên femînîst biryara 8’ê Adarek bê mêr da. Lê dewletê destûr neda tu mîtîngan. Kom jî li Taksîmê nehatin cem hev.” 
 
‘Di 2000’î de bi banga KESK’ê hatin cem hev’
 
Fîlîzê destnîşan kir ku di sala 2000’î de bi banga KESK’ê re hemû rêxistinên jinan hatine cem hev û got: “Di sala 2004’an de komên Alinterî, komên wek partîzan li Taksîmê mîtîngek pêk anîn û polîsan êrîşî mîtîngê kir û gelek kes hatin binçavkirin. Navê vê mîtîngê jî pîrozbahiyên 8’ê Adara Şoreşger bû. Ji 2005’an şûnde mîtîng cuda pêk hatin û meşa şevê ya femînîstan jî wek kevneşopî pêk tê. Meşa Şevê ya Femînîstan a ewil di 2003’an de pêk hat.” 
 
Fîlîzê balkişand ser girîngiya berxwedana Geziyê û got bi taybet berxwedana Geziyê jî di têkoşîna jinê de dîrokî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî berxwedana Geziyê em heta Navenda Çanda Fransiz meşiyan. Ew meş li dijî dewletê bû. Ji her alî jin tevlî meşên şevê dibûn. Ligel vê mîtîngên bi roj jî piranî jinên polîtîk tevlî dibûn. Me sala borî 8’ê Adarê di bin OHAL’ê de pîroz kir. Em îsal jî di bin OHAL û qedexeyan de pîroz dikin. Hêviya min ev e ku ev 8’ê Adarê bibe wesîleya ku rejîma AKP’ê ji holêr rabe.” 
 
QEDYA.