Ji Clarayê heta Avestayê: Ji çirûska serildanê ber bi agirê azadiyê ve (4)

  • 10:41 4 Adar 2018
  • Dosya
Berxwedana hebûnê: Şoreşa Bakurê Sûriyeyê
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojava kulîlka azadiyê ya bi xwîdan, keda berxwedana jinê mezin bû niha seranserê kolan, gund, tax û bajarokên Bakurê Sûriyeyê dipêçe.Şoreşa Jinan a Bakurê Sûriyeyê ku diyariya jinên Kurd a ji bo 8’ê Adarê ye, pêşengên xwe ava dike û di van saetên ku berxwedana Efrînê berdewam dike de, şoreşa azadiya jinan li her enî, mewzî, gund, mal, taxan û bajaran mohra xwe li dîrokê dide. 
 
Dîroka mirovahiyê dîroka kesên gihiştine sira agir. Belê Rojava jî di navîna vî agirî de ye. Rojava cihê ku jinên Kurd tovên azadiyê lê çandiye. Rojava kulîlka azadiyê ya bi xwîdan, keda berxwedana jinê mezin bû niha seranserê kolan, gund, tax û bajarokên Bakurê Sûriyeyê dipêçe. Gelên Sûriyeyê ku bi salan di bin zextên rejîma Baas de jiyan niha bûn parçeyek berxwedana herî mezin a dîrokê.
 
Kurdên Rojava ku li aliyekî xebatên avakirina xweseriya demokratîk ya di 19’ê Tîrmeha 2012’an de hatiye destpêkirin dimeşandin li aliyê din jî şerê rumetê yê ji bo mirovahiyê meşandin. Li gelek bajarên Rojava jin, çûn sazîbûnên wekê asayîş, meclîsên gel, kooperatîf, weqfên jinan, komunên jinan, rêxistinên jinan, dadgehan, malên gel, malên çand û hunerê, malên ciwanan, wezaretên jinan, akademiyên jinan. Di saziyên ku Ermenî, Asurî, Ereb û Suryaniyan jî cih girt de pêngav bi pêngav xebatên avakirinê hatin destpêkirin. Ev pergala bi pêşengiya jinan hat avakirin li hemû cîhanê wek ‘Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye’ deng da.
 
Wezaretên jinan yên pir ziman
 
Di 27’emîn xala Peymana Civakî ya Rojava de îbareya ‘Her cureyê mafê jiyanê yên wekê siyasî, civakî, aborî û çandî ya jinan heye’ cih girt û di xala 28’emîn de jî îbareya ‘Jin xwedî mafê, parastina cewherî, rakirina newekheviya zayendî û redkirinê ye’ cih girt.  Li Cizîr, Efrîn û Kobanê wezaretên jinan hatin avakirin. Wezaret ji 5 yekîneyên wekê aborî, mafên zarokan, proje, mevzuat û têkiliyên derve pêk tê. Butçeya wezaretan ji aliyê kantonan ve tê diyarkirin.  Li kantonên ku xebat bi pir zimanî tê meşandin, hemû xebatkarên wezaretên jinan jî ji jinan pêk tê. Hemû rêxistinên jinan jî dikarin pêşniyaran pêşkêş bikin. Wezaretên jinan bi rêxistinên jinan re tevdigerin.
 
Akademiyên jinan hatin avakirin
 
Jinên di eniyê de, di qada civakî û siyasî de têkoşîn dan bi pêşengiya Yekitiya Star ku bi navê niha  Kongra Starê li her derê Bakurê Sûriyeyê komun vekirin.  Jinan ji bo rêxistinkirina xebatan di hemû komunan de komîte ava kirin. Meclîs vekirin. Akademî vekirin.
 
Komunên jinan
 
Xebateke din ya girîng a jinan jî komunin. Li bajarên li Kantonane,  jin kolan bi kolan, tax bi tax, gund bi gund geriyan û civîn pêk anîn, komunên jinan avakirin. Komunên jinan yên li dijî êrîşên çeteyan hatin avakirin ji bo gelê Bakurê Sûriyeyê xebatek girînge. Dîsa jinan bi saya komunan pisgirêkên jinan çareser kirin. Jin di van komunan de dikarin projeyên xwe ava bikin û aboriya xwe pêş bixînin.  Bi van komunan jin dikarin li her derê xwe biparêzin û dîsa jin bi hilbijartinên rêveberiya xwe hildibijêrin.
 
Hêzên parastina rewa, ewlehiya destkeftiyan e
 
Di Adara 2015’an de li Rojava di konferansa pêk hat de Hêzên Parastina Civakî (HPC) hat avakirin û jinan bi vê qezencên xwe xistin bin ewlehiyê û bi konferansê re biryar hat girtin ku HPC li hemû kantonan bê avakirin.  Li kantona Cizîrê û Bakurê Sûriyeyê dewreyên perwerdê hatin destpêkirin û ji 7’an heta 70 ji bo her kesî perwerdeya leşkerî û îdeolojîk tê dayîn. Perwerda parastina cewherî ne tenê ji bo Kurdan ji bo gelan tê dayîn.
 
Ji gelên Suryanî û Ereb jî jin tevlî HPC’ê bûn û her wiha perwedehî jî bi zimanê wan tên dayîn.   Her wiha jinan  piştî îlankirina Konfederasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk şûnde di yekîneyên girêdayê Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê de yekîneyê xweser ava kirin.  Li Efrîn, Kobanê, Cizîr, Qamişlo, Reqa, Mînbîc, Dirbesiyê û Tîl Temîr akademiyên parastina cewherî hatin vekirin.
 
Perwerde tê dayîn 
 
Ji bo kadroyên taybet bên gîhandin û têkoşîna jinan bê meşandin Kongra Star li gelek deverên Bakurê Sûriyeyê akademiyên jinan vekirin. Ji destpêka vebûna akademiyan heta niha gelek jinî perwerde dît û hîna jî perwerde didomin.
 
Xebatên zimanê dayikê didomin
 
Di şoreşa Rojava de jinan bi rengênxwe çanda Kurd jî dewlemend kirin. Jinan wek her qadê di tevgera çand û hunerê de jî cih girt.  Di destpêka şoreşê de jinên Kurd di pêşketina ziman de rola pêşeng lîst. Di vî alî de pêngavên dîrokî hatin avêtin.  Axaftina zimanê kurdî û perwerda wê di şoreşa Rojava de bû mijara sereke. Welatiyên Rojava û her alî civakê tevlî perwerda zimanê Kurdî bû.  Jin tevlî xebatên Tevgera Perwerde û Ziman (TZP) bûn.
 
Ji bo şikandina çeteyên DAIŞ’ê pêşengî kirin
 
Jinan di pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de  di qadên ewlehî û parastina cewherî de pêngavên girîng avêtin. Piştî avabûna YPJ’ê şûnde vê hêzê di parastina cewherî de rola girîng lîstin.  Jinan pergalên parastinê ava kirin û pêşî li şîdeta li hemberî jinê girtin. Di heman demê de ji bo şikandina çeteyên DAIŞ’ê jî rola sereke lîstin.
 
Jinên cîhanê di jiyana azad de tên cem hev
 
Pergala hevserokatiyê jî di her saziyên rêveberiyê de pêk hat.  Têkoşîna ku jinên Kurd li dijî DAIŞ’ê meşand jî dîwarên tirsê serobino kirin. Jinan dîroka ji bo jinan hatiye nivîsîn serobino kirin û hemû zincîr şikand, li dijî zilm û paşverûtiyê têkoşîn meşandin. Li Rojava berxwedana bi pêşengiya jinên Kurd hat meşandin, hemû jinên cîhanê di jiyana azad de anî cem hev.
 
Sekna Zîlanê
 
Berxwedêra efsaneyî Arîn Mîrkan di pêvajoya azadkirina Kobanê de  di 5’ê cotmeha 2014’an de li girê Miştenûr li dijî çeteyên çavsor yên DAIŞ’ê  çalakiya fedayî pêk anî û gelek çete kuşt. Arîn ya bi çalakiya xwe derbasî dîrokê bû li ser navê hemû jinan peyamek aşkera da DAIŞ û paşverûtiya mêr. Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe di nav mîlîtanên jin ên derbasî dîrokê bûne de cihê xwe girt û daxwaza azadiya jinên Kurd li hemû cîhanê da bihistin.
 
Di kenê Arînê de Avesta
 
Êrîşên Tirkiye û komên girêdayê wê yên li hemberî Efrînê ket roja 44’emîn.  Di parastina Efrînê de jinên di eniya pêş de cih girtin dîrokê dinivîsin. Yên ala Arînê hildane bersiva herî xurt dide koletiyê.  4 sal piştî Arînê di 24’ê Çile de li gundê Hemamê ya Cindirêsê Avesta Xabur ya YPJ’ê  ji bo pêşî li êrîşa tanka aydê TSK’ê bigire çalakiya fedayî pêk anî. QSD ya der barê çalakiyê de daxuyanî da diyar kir ku êrîş şûnde kişyaye.
 
Di van saetan de jî berxwe didin
 
Îşkenca li hemberî Barîn Kobanê ya li dijî êrîşan berxwe dida hat kirin, îrada hemû jinan hedef girtiye û kenê Barînê bû bersiva herî mezin. Tevî êrîşên ji hewayî û ji bejayî jinên Efrînê şûnde gavê navêjin û axa xwe terk nakin. Beriya 8’ê Adarê jî bûn dengê berxwedan û serhildana jinan. Şoreşa Jinan a Bakurê Sûriyeyê ku diyariya jinên Kurd a ji bo 8’ê Adarê ye, pêşengên xwe ava dike û di van saetên ku berxwedana Efrînê berdewam dike de, şoreşa azadiya jinan li her enî, mewzî, gund, mal, taxan û bajaran mohra xwe li dîrokê dide.
 
SIBÊ: Ji Viyanayê bang li Ferînazê tê kirin