Ji Clarayê heta Avestayê: Ji çirûska serîhildanê ber bi agirê azadiyê ve (2)

  • 10:10 2 Adar 2018
  • Dosya
Kûlîlkek ku li ber kendal şîn dibe
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan ji bo ‘29’emîn Serhildana Kurdan’ pênaseya ‘Kulîlkek ku li ber kendal şîn dibe’ dike. Di esasa perspektîfên azadiya jinê ya Abdullah Ocalan de, Tevgera Azadiya jinan a Kurdistanê ku hem têkoşerî û hem jî afrîneriya  îdeolojiya 40 salî destkeftî û tecrubeyên pratîk e, îro sînor derbas kirine û  bi taybet di di ser Bakurê Sûriyeyê re li hemû cîhanê rê li ber  têkoşîna azadiya jinên cîhanê vedike.
 
Li New Yorkê serhildana jinên karker di fabrîkayê de dan destpêkirin, bû destpêka lêgerîna edelet, wekhevî û azadiya jinê. Jinên serhildan dewr girtin îro li Rojhilata Navîn, li Ewropa, Asya, Amerîka, Afrîkayê li dijî DAIŞ, hegomonya dewleta mêr, desthilatdarî, mêtîngerî, faşîzm, cudadîtin, qetilkirin, îstîsmara zayendî, têkoşîn, berxwedan û serhildanê rêxistin dike. Meşaleya azadiyê ya jinan dest bi dest digere. Bêguman lêgerîn û têkoşîna azadiya jinên Kurd,  li Bakurê Sûriyeyê li hemû cîhanê ji bo têkoşîna azadiya jinê rê nîşan dide. Têkoşîna azadiya jinê ya Kurdistanê ku di 40 salên dawî de bi perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mezin bû û bû civakî, bi pratîk, destkeftî û îdeolojiya xwe sînor bezandin û bi hemû jinên cîhanê re hat cem hev.
 
‘Jin ne azad be, civak jî ne azad e’
 
Abdullah Ocalan ji bo ‘29’emîn Serhildana Kurdan’ pênaseya ‘Kulîlkek li ber kendal şîn dibe’ dike, 27’ê Mijdarê 1978’an ku salvegera damezrandina PKK’ê ye, wek vejîna ji nû ve ya gelekî dinirxîne. Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de diyar dike ku kolekirina jinan yek ji pirsgirêka herî sereke ya dîrokê ye û wiha dibêje ‘jin ne azad be civak jî ne azad e’.
 
YJWK tê  avakirin
 
Abdullah Ocalan pirsgirêka jinan wek esasê têkoşîna azadiyê digire dest û li ser vî esasî tespîta teşeyên rêxistina xwest kir û piştî vê pêşniyarê di sala 1986’an de di pêkhatina 3’emîn Kongreya PKK’ê de  Yekitiya Jinên Welatparêz (YJWK) ya girêdayê Eniya Rizgariya Neteweya Kurdistanê (ERNK)  di mijdara 1987’an de hat avakirin.
 
Yekineyên jinan ên xweser hatin avakirin
 
Di 1993’an de jî di nav hêzên gerîla de bi avabûna yekineyên jinan yên xweser de artêşa jinê hat îlankirin. Li ser  vî esasî di 1995’an de di Kongreya Azadiya Jinan a Kurdistanê de çûn rêxistina yekitiyê ya Yekitiya Azadiya Jinên Kurdsitanê (YAJK). Di 8’ê Adara 1998an de bi îdeolojiya Rizgariya Jinê re bi pêşengiya jinê rêgezên sereke yên şoreşa civakî hatin diyarkirin. Di 8’ê Adara 1999’an de  bi avabûna Partiya Jinên Karker a Kurdistanê (PJKK) çûn partîbûna jinê. PJKK’ê piştre navê xwe guhert, esas girt ku perspektîfa têkoşîn û rêxistinbûnê berfireh bikin. Girêdayê vê Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê  di 2000’î de bi armanca tecrubeyên jinên Kurd bi gelên din re parve bike û berxwedana hevpar rêxistin bike, çû rêxistina Partiya Azad a Jinan (PJA). Di 2004’an de bi PAJK’ê re di qadên rêxistinê yên cuda yên Tevgera Azadiya Kurd de cih girt û rola partiya sîwane girt ser xwe.
 
Jin hem di warê îdeolojîk de û ehm jî di warê parastinê de bi rêxistinê xwe bi rêxistin dike
 
Bi pêşketina têkoşîna azadiya Kurdistanê re rêxistina jinan a konfederal derket holê û di 20’ê Nîsana 2005’an de jinan rêxistinbûna xwe li çar parçeyên Kurdistan û derveyê welat bi navê Koma Jinên Bilind (KJB) îlan kir.  Di qada îdeolojîk de PAJK, di qada girseyî de YJA,   di qadên parastina cewherî de jî bi navê YJA Star û jinên ciwan xwe rêxistin kirin.
 
Fermandara berxwedanê: Hanim Yaver Kaya
 
Di PKK’ê de yek ji navên ku keda jinê û parastina rewa temsîl kir Hanim Yaver Kaya bû. Hanim keça malbateke di berxwedana Hîlwanê de aktîf cih girtibû. Hanim wê demê ji ber xizmên wê hatin girtin ew derket derveyê welat.  Hanim piştre derbasî Beyrut-Şamê bû. xwendin û nivîsandinê jî li wir hîn dibe. Piştî 15’ê Tebaxê şûnde di pevçûneke li Eruhê de jiyana xwe ji dest da. Hanim a bi berxwedana xwe bandorek mezin li ser gel kir, gel jî xwedî lê derket.
 
Pêşenga jinên kurd: Sara
 
Yek ji damezerîna PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) di xebatên tevgera jinê de kedek wê ya mezin heye.  Di pêvajoya  40 salî ya têkoşînê de xwe da ser rizgariya gelên bindest, azadiya jinê, heqîqet, çiyan û şer. Di zindana Amedê de yekem jina ku tûyî rûyê îşkencekar Esat Oktay û parastina siyasî kiriye ye.
 
‘Ez dikarim bibim mîlîtan û şopdara Zîlanê
 
Zeynep Kinaci (Zîlan) wek nokteya esas a dîroka azadiya jinê tê venasîn. Zeynep di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsîmê di çalakiya pêk anî de jiyana xwe ji dest da û di nameya li pişt xwe hiştibû de wiha got: “Îdiaya min a jiyanê gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwediya çalakiyeke mezin û jiyanek bi wate. Ji ber ku ez gelek ji jiyan û mirovan hez dikim vê çalakiyê pêk tînim. Ez dixwazim bibim sembola jinên kurd.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî çalakiyê der barê Zîlanê de got: “Zîlanê bi çalakiya pêk anî ez derbas kirim. Ji vir şûnde ancax ez bibim mîlîtan û şopdara Zîlanê.”
 
Ji 8’ê Adarê heta Newrozê meşaleya hat pêxistin: Sema
 
Sema Yuce ji bo jiyanê ronî bike, ji 8’ê Adarê heta Newrozê bû pir û di lêgerîna azadiyê de bû beden û hişmendiya jinê.  Di 21’ê Adara 1998’an de li girtîgeha Çanakkaleyê çalakî pêk anî û piştî ku giran birîdar bû rakirin nexweşxanê. Sema di 17’ê Hezîrana 1998’an de jiyana xwe ji dest da. Semayê di nameya li pişt xwe hişt de wiha got: “Ez dixwazim mêjî, dil û bedena xwe ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bikim pira ji agir.  Ez dixwazim wek Zekiyeyê bişewitim, wek Rahşanê bibim Newroz.”
 
Qêrînek li dijî teslimiyetê: Bêrîtan
 
Yek ji jinên di kevneşopiya berxwedana jinan rola dîrokî lîst Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) bû.  Bêrîtan di 25’ê cotmeha 1992’an de li Xakurkê di pevçûneke bi pêşmergeyên PDK’ê re  heta guleya xwe ya dawî têkoşîya û  teslîmê îxanetê nebû. Ji ber jineke leheng ya teslîmiyet tu car qebûl nedikir bû.   Bêrîtanê li dijî pêşniyara pêşmergeyan a ‘teslîm be em tiştekî bi te nakin. Em jî Kurdin’ bersiva ‘Ez teslîmê paşverûtiya kurd’ nabim da û xwe ji zinaran de avêt, bû afrînera xeta azadiya serdemekê.
 
Li dijî Komployê Viyanbûn..
 
Leyla Welî Huseyîn (Viyan Soran) dema li Heftanînê Fermandiyar YJA-STAR’ê dikir di 2006’an de li dijî tecrîd û komploya Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir. Piştî çalakiyê  di nameya ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hiştibû  digot ‘Beyî bedel azadî nabe.’
 
 Mîlîtana azadiya Kobanê: Arîn
 
Dîlar Gecxemîş (Arîn Mîrkan) di 20’emîn roja berxwedana Kobanê de di 5’ê cotmeha 2014’an de li girê Miştenûrê  çalakiya fedayî pêk anî û nemir bû.  Jinên Kurd yên bi tililiyên xwe Kobanê birin serkeftinê di rola pêşeng a têkoşîna azadiya jinê de di kesayeta Arîna YPJ’yî de ku li dijî DAIŞ’ê çalakiya fedayî pêk anî de carek din danîn holê.
 
 Agirê berxwedana li Efrînê şewitî: Avesta
 
4 sal piştî çalakiya Arînê, di 27’ê Çile de li Afrînê vê carê ew agirê berxwedanê dişewitî.  Di pevçûnên li gundê Hemamê ya navçeya Cindirêsê de Avesta Xabur ya YPJ’yî  ji bo pêşî li êrîşan tanka TSK’ê bigire çalakî pêk anî.  Piştî çalakiyê hat diyarkirin ku êrîş şûnde kişandine.
 
SIBÊ: Dengê bi coş ê kaniya azadiyê: Berxwedana jinên kurd