Ji Clarayê heta Avestayê: Ji çirûska serîhildanê ber bi agirê azadiyê ve (1)

  • 09:02 1 Adar 2018
  • Dosya
Serhildana 161 sal berê bû mîlada lêgerîna azadiyê 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li New Yorkê li fabrîkayekê jinên karker serhildan dan destpêkirin û bûn mîlada lêgerîna azadî, wekhevî û edeletê. Jinên serhildan dewr girtin, îro li dijî DAIŞ’ê li dijî zîhniyeta serdest a mêr, li dijî desthilatdarî, mêtîngerî, faşîzm, cudabûn, qetilkirinê, îstîsmara zayendî dibin Tanya, Avesta û agir û diqêrin, dibêjin: “Hemû jinên cîhanê bibin yek!” 
 
Berxwedana serhildanan jinên cîhanê ya li dijî pergala serdest a mêr û mêtîngeriyê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye û di ser vê de 161 sal derbas bûye. Di 1857’an de di 8’ê Adarê de li bajarê New York a Amerîkayê 40 hezar jinên di fabrîkayê de dixebitîn li dijî pereyê kêm, saetên dirêj yên xebatê û şert û mercên giran ên xebatê li fabrîkayê dest bi grevê kirin. Ev greva ku 40 hezar karkerên jin rêxistin kir, yek ji çalakiya herî girseyî ya jinan a heta wê demê bû. Polîsên xwestin pêşî li çalakiyê bigirin êrîşê jinên karker kirin û bi piştgiriya rêveberiya fabrîkayê karker kirin fabrîkayê û derî girtin. Di encama şewata di fabrîkayê de derket, ji karkeran 129 heb hatin qetilkirin. Çapemeniya DYA’yê hema hema tu cih neda vê komkujiyê û hewl hat dayîn ku helwesta rêveberiya fabrîka û polîsan ji gel bê veşartin. Tevî vê roja din ji bo karkeran merasîma cenazê pêk hat û nêzî 10 hezar kesî tevlî bûn. Mîlada lêgerîna azadiya jinê Serhildana ku karkerên jin da destpêkirin, bû mîlada lêgerîna edelet, wekhevî û azadiyê. 
 
Di ser komkujiyê de 50 sal derbas bû û dîsa li New Yorkê di 1908’an de 15 hezar karkerên tekstîlê yên jin, ji bo mafê dengan, kêmkirina saetên xebatê, zarok neyên xebitandin, meşiyan. Vê meşê li cîhanê deng da. Piştre di 1909’an de Partiya Sosyalîst a Amerîkayê biryar da ku Şemiya dawiya meha Sibatê wek ‘Roja jinan’ bê pîrozkirin. 53 sal piştî komkujiyê, di 26-27’ê Tebaxa 1910’an de li paytexta Kopenhag a Danîmarkayê ‘Konferansan Jinan a Sosyalîst a Duyemîn’ pêk hat. Clara Zetkîn pêşniyar kir ku Rojev û encamnameya konferansê, ji daxwazên jinan yên weke; dema xebatê bila 8 saet be, ji bo jinên ducanî beriya welidînê 8 hefte destûr bê dayîn, ji bo jinên dimijîne destûra şîr bê dayîn, ji 12 salî biçûktir zarok neyên xebitandin, ji bo jinên betal ewlehiya civakî bû. Yek ji pêşenga Partiya Demokrat Sosyal a Elmanyayê Clara Zetkîn, pêşniyar kir ku 8’ê Adarê ji bo jinên di fabrîkayê de jiyana xwe ji dest dane wek Roja Jinên Cîhanê bê nasîn û ev bi yek dengî hat qebûlkirin. 
 
Biryarên konferansê Biryarên din yên di konferansê de hatine girtin wiha bûn: “Li gorî lihevkirina rêxistinên siyasî û sendîkal, jinên sosyalîst yên hemû welatan her sal rojekê wek Roja Jinan pîroz bikin û hedefa wan ya ewil qezenckirina mafê bikaranîna dengan be. Divê ev daxwaz wek pirsgirêka hemû jinan bi rêgezên sosyalîst bê destgirtin. Roja jinan karekterekî enternasyonal e û divê bi baldarî bi rêxistin bibe.”
 
Piştî pêşniyara Clara Zetkîn hat qebûlkirin şûnde Roja Jinên Cîhanê yekem car bi girseyî di qada navneteweyî de di 19’ê Adara 1911’ê de li Elmanya, Avusturya, Danîmarka, Swîsre û DYA’yê bi girseyî hat pîrozkirin.Ev pîrozbahî bi taybet bi daxwaza mafê dengan a jinan dibû yek. Serkeftin gelek mezin bû. Nivîskareke jin di nivîsa xwe ya piştî çalakiyên 1911’ê de ev tişt vegotibû: “Yekem Roja Jinan a Navneteweyî di 1911’an de pêk hat. Serkeftina wê gelek mezin bû. Li her derê civîn pêk hatin. Li gundan li cihên biçûk bi civînên bi tevlîbûna mezin a jinan pêk hatin. Mêr li malan bi zarokên xwe re rûniştin û jin çûn civînan. Wê rojê di çalakiya kolanê ya 30 hezar kes tevlî bûbû de, polîs biryar dabû ku pankartan kom bike. Lê jinan li dijî polîs berxwe dan.”
 
Sala din li Fransa, Hollanda û Swêdê Roja Jinan hat pîrozkirin. Rojeva çalakiyan jî Yekemîn Şerê Cîhanê yê dihat payîn bû. 
 
Nan û Gul.. 
 
Her ku derfeta çalakiyan zêde bûn, karkerên jin jî xebat zêde kirin û encam dan. Partiya Karkeran a Demokrat Sosyal a Rûsyayê (RSDÎP) di 8’ê Adara 1913’an de biryar da ku Roja Jinan li Petersburgê bi girseyî pîroz bike. Çalakiya Petersburg jî derbas kir û li bajarên Moskov, Samara, Saratov û bajarên din jî bi girseyî hat pîrozkirin. Ji bo vê roja ku li gelek welatî tê pîrozkirin û armanc û rêgezên hevşar danîn holê û lê dîrokek teqez nehatibû zelalkirin. Her sal di mehên biharê de di dîrokên cuda de dihat pîrozkirin û biryara 8’ê Adarê di Konferansa Jinan a Navneteweyî ya Sêyemîn ku di 1921’ê de pêk hat, hat girtin. Ev biryar ji bo bîranîna 129 karkerên di 8’ê Adara 1857’a de jiyana xwe ji dest dan û jinên karker yên Petrogradli yên bi dirûşmeya ‘nan û gul’ di 8’ê Adara 1917’an de daketin kolanan wek 8’ê Adarê hat îlankirin. Nîşaneya, hinek tişt li Rûsyayê dihejin bû “Di wan salên tarî de civîn jî qedexe bûn. Jinên partiyî yên Petrograd bi sernavê ‘pirsgirêka jinê’ civînek pêk anîn. Salon tije bûbû. Endamên partiyan axivîn. Lê polîsan bi ser vê civînê de girtin û gelek kes hatin girtin. Ev civîn ji bo tevlîbûna roja jinan girîng bû. Ev nîşaneya li Rûsyayê hinek tişt dihejin bû.” 
 
Jinan rejîma Franco protesto kir. Piştî şoreşa Cotmehê li Yekitiya Sovyetan 8’ê Adarê veguherîbû roja têkoşînê ya bi coş hatiye pîrozkirinê. Bi vê re îmze ji bo gelek sererastkirinan ên weke tevlîbûna jinan a siyaetê û civakî, pêkanîna wekheviya jin-mêr, hatibû avêtin. Piştî dîroka Roja Jinên Kedkar hat teqezkirin şûnde li Yekitiya Sovyetan û dewletên sosyalîst ên piştre hatin avakirin ev roj wek betlanê îlankirin. Di 1937’an de li Ispanyayê jinan di 8’ê Adarê de rejîma faşîst a Franco protesto kirin. Di 1943’an de jinên Îtalyan rêveberiya Mussolînî protesto kirin. NY’ê rastiya dîrokî ya 8’ê Adarê nedît. Lijneya Giştî ya NY’ê di 16’ê Kanûna 1977’an de qebûl kir ku 8’ê Adarê wek ‘Roja Jinan a Cîhanê’ bê bibîranîn. 
 
Di malpera NY’ê de di beşa derbarê dîroka rojê de nehatiye nivîsîn ku ev roj derbarê bîranîna karkerên jin de hatiye kirin. Di 8’ê Adarê de welatên ku 8’ê Adarê bi awayekî fermî lê betlaneye: Arnavutluk, Cezayîr, Ermenistan, Azerbaycan, Belarus, Bosna Hersek, Brezilya, Burkina, Fas, Kamerun, Çin, Kuba, Gurcistan, Îtalya, Israil, Laos, Kazakîstan, Kirgizistan, Makedonya, Moldova, Mogolistan, Karadag, Polonya, Romanya, Rusya, Sırbistan, Tacikistan, Ukrayna, Ozbekistan, Vietnam, Zambiya. 
 
Hemû jinên cîhanê bibin yek 
 
Li Tirkiyeyê jî 8’ê Adarê yekem car di 1921’ê de wek ‘Roja Jinên Kedkar’ hat pîrozkirin û di salên din de bi awayekî girseyî li kolanan hat pîrozkirin. Lê piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’ê şûde 8’ê Adarê 4 salan nehat pîrozkirin. Ji 1984’an şûnde her sal ji aliyê rêxistinên jinan ên cuda ve tê pîrozkirin. Îro jin li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê 8’ê Adarê pîroz dikin û li axa xwedavendê li taxa, bajaran û kolanan berxwe didin. Jinên serhildan dewir girtin, îro li dijî DAIŞ’ê li dijî zîhniyeta serdest ya mêr, li dijî desthilatdarî, mêtîngerî, faşîzm, cudabûn, qetilkirinê, îstîsmara zayendî dibin Tanya, Avesta û agir li xwe dipêçin, diqêrin: "Hemû jinên cîhanê bibin yek"
 
Sibehê: Kulîkeke ku li kêleka kendalekê şîn tê