Ji çavên kedkaran nêrîna li şer (4)

  • 09:45 19 Sibat 2018
  • Dosya
'Em bi êşa diranan empatiyê ava dikin, em ê çawa piştgiriyê bidin mirinê?'
 
Zulal Koçer
 
STENBOL - Kedkarên tenduristiyê yên ji bo tenduristî û jiyana mirovan dixebitin diyar dikin ku ew li hember şer in û wiha gotin: “Em bi nexweşên ku ji bo êşa diranan tên nexweşxaneyê re empatiyê ava dikin, bêguman em piştgiriyê nadin mirin û şer jî.” 
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê ketin roja 31’emîn. Li Efrînê heta niha 170 sîvîlî jiyana xwe ji dest da û 460 sîvîl birîndar bûn. Li Tirkiyeyê jî kesên aştiyê tînin ser ziman bi tehdîda girtin û binçavkirinê re rû bi rû ne. Aliyekî civakê yê ji van êrîşan para xwe digire kedkarên tenduristiyê ne. Di 25’ê Çileyê de li dijî êrîşên Efrînê daxuyaniya ‘Şer pirsgirêka tenduristiya gel e’ dan û piştî vê endamên Konseya Navenda Yekîtiya Tabîbên Tirk hatin binçavkirin û piştî bertekên rayagiştî hatibûn berdan. Piştre di daxuyaniyek dan û gotin: “Em nirxên hekîmtiyê diparêzin. Tiştên me berê gotibûn em îro jî dibêjin. Em ê ji vir şûnde jî bêjin.” 
 
Kedkara tenduristiyê ya 22 salan Yurdanur Akdemîr diyar kir ku wan wek kedkarên tenduristiyê, şahiya koçberiyê, talankirina xwezayê û hilweşîna jiyanê kirine û got mirov di jiyana rojane de raste rast ji ber bandora şer nejiyane şer zelal nabînin û şîrove nakin. Yurdanurê balkişand ser rola şer a çapemeniyê û wiha got: “Çapemeniya alîgir rastiyan nîşan nade. Çapemeniya muxalîf jî her tim di bin zextan de ye. Hewl didin bêdeng bikin.” 
 
‘Min dît, ez dizanim’ 
 
Yurdanurê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew wek kedkara tenduristiyê li dijî şer e û wiha pê de çû: “Min ev rastî li Navenda Tenduristiya Penaberan dît. Mirov çawa ji welatê xwe bûne, çi zehmetî kişandine, ji ber çi zehmetiyan dikşînin min hemû dîtin. Tevî van encamên tên jiyîn yên piştgiriyê didin şer jî hene. Em texmîn dikin çima ne li dijî şer in. Îro di her qada jiyanê de yek rengî tê ferzkirin. Dixwazin fikrên kedkarên tenduristiyê jî bikin yek tîp.” 
 
‘Di dîrokê de şer ji bo kedkaran fêde neaniye’ 
 
Yurdanurê destnîşan kir ku di dîrokê de şer tu car tiştek nekiriye bêrîka kedkaran û wiha got: “Berovajî vê ji bêrika wan biriye. Li welatekî beşek mezin a butçeyê ji qada leşkerî re tê veqetandin û butçeya kedkaran jî biçûk dibe. Ji bo me kedkaran tu car fêdeyek tuneye.” 
 
‘Mirov tên qetilkirin, navê wê dibe Şaxê Zeytûnê?’ 
 
Ebru Erdem a teknîkera tenduristiyê ye navê ‘Şaxê Zeytûnê’ rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Operasyonekê didin destpêkirin,mirov, bi taybet jî jin, zarok û kal û pîr tên qetilkirin. Ji vê re dibêjin ‘Şaxê Zeytûnê’. Şaxê zeytûnê bi van pêkanîna wateya xwe wenda kiriye, ev êşek mezin e.” 
 
‘Em ne hilweşînê jiyanê dixwazin’
 
Ebruyê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em bi nexweşên ku ji bo êşa diranan tê nexweşxaneyê re empatiyê ava dikin, bêguman em piştgiriyê nadin mirin û şer jî. Em ê li her qadê li dijî şer bisekinin. Ji ber şer tu carî tiştekî baş neaniye. Tenê mirin û hilweşîn aniye. Em ne hilweşînê, jiyanê dixwazin. Tu şer li dijî komekê pêk nayê. Gelo gel ji wan koman vediqetînin û vê dikin. Li wir gel heye. Yanî raste rast êrîş li dijî sivîlan e. Ji ber vê kedkarên tenduristiyê tu car piştgiriyê nadin şer. Ez li tu derê piştgiriyê nadim şer. Divê bi taybet jin li dijî şer bisekinin.”
 
K.A ya 40 salî di qada tenduristiyê de xebitiye û nexwest navê xwe bide diyar kir ku komkujiya xwezayê ya li Efrînê êşek mezin bi wê dide jiyîn û ev tişt bi lêv kir: “Li wir zindî, dar, jiyan tê tunekirin. Operasyona jê re dibêjin ‘şaxê zeytûnê’ daran qetil dike. Ez wek kedkarek tenduristiyê li alî jiyanê me. Li dijî mirina mirovan nikarim bêdeng bimînin.” 
 
QEDYA.