Ji çavê kedkaran li şer nêrîn (3)

  • 09:14 18 Sibat 2018
  • Dosya
Kedkarên perwerdeyê: Em ne li alî şer li alî jiyanê ne
 
Zulal Koçer
 
STENBOL - Jinên kedkarên perwerdeyê diyar kirin ku şer tê wateya mirin û hilweşînê û wiha gotin: “Em cudabûnan, çandên cuda, li dijî nasnameyan rêzdarî û parastina mafê jiyanê  fêrî xwendekarên xwe dikin. Di hawirek wisa de pêkanîna vê jî êdî zehmet e. Şert û merc tuneye.”
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê ketin roja 30’emîn. Heta niha herî kêm 170 sîvîlî jiyana xwe ji dest dan û 460 sîvîl jî birîndar bûn. Li Tirkiyeyê her kesê li dijî êrîşê sekinî û gotina ‘aştiyê’ anîn ser ziman rastî zext, girtin û binçavkirinan hat. Kedkarên perwerdeyê jî ku heta niha hewl dan ‘aştî, wekhevî û jiyana hevpar fêrî xwendekarên xwe bikin, diyar dikin ku şer ne ji bo fêdeya kedkaran e.
 
Ayfer Koçak a 17 sal in mamostetiyê dike diyar kir ku tu şer ne ji bo fêdeya kedkaran e û wiha got: “Şer her tim ji bo kedkaran pêvajoyeke ku qezencê binpê dike derdixe holê. Aliyê di şer de qezenc dikin, şîrketên çekan û sermaye ne.”
 
Ayferê di berdewamiyê de bi lêv kir ku li Rojhilat bi salane gel li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têdikoşe û wiha got: “Ev gel hewl didin jiyaneke demokratîk a hevpar ava bikin.  Êrîşa li hemberî wir li dijî mirovahiyê ye.”
 
‘Ji bo kedkaran mirin û hilweşînê tîne’
 
Ayferê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Tu şer ji bo kedkaran qezencê nayne. Me kedkaran got şer ji bo me hilweşîn û mirin e. Em îro jî ji bo vî şerî heman tiştî dibêjin. Tişta din ya bi xof ev e ku gotin ‘aştiyê’ tê terorîzekirin. Ji dijberbûna şer xwezayîtir tiştek tuneye. Lê ev tê terorîzekirin. Di hemû peymanên navneteweyî û protokolên tên kirin de pesnê şer dayîn sûc tê hesibandin."
 
‘Şer ji bo veşartina her tiştî tê kirin’
 
Kedkara perwerdeyê Murvet Yilmaz a 20 sal in dixebite jî destnîşan kir ku tu şer ji bo jiyanê ne bi fêde ye û ev tişt daxuyand: “Êrîşên li dijî Efrînê bi taybet di alî kedkarên jin de zirarên mezin da. Di dema OHAL’ê de mafên zarok û jinan yek bi yek jê hat girtin û şîdet zêde bû.  Derketina kolanê, azadî hemû tên  sînorkirin. Ji ber vê jin nikarin qêrînên xwe bînin ziman. Ji ber ku şer ji bo her tişt bê veşartin, dikin hincet. Em ne li alî şer li alî aştiyê ne. Ez wek hîndekarekê divê mafê jiyanê ji xwendekarên xwe re vebêjim.”