Li Îmraliyê diyalogên azadiya jinan a komplo parçe kir (4)

  • 10:02 10 Sibat 2018
  • Dosya
‘Jiyana herî xweş a jinê, jina azad dijî ye’ 
 
Sara Tolhildan 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di hevdîtina 9’ê Adarê ya 2014’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi şibandina kok hucreyê, di dîrokê de rastiya jinê û têkoşîna jiyanê vedibêje.
 
Abdullah Ocalan ev 19 sal in bersiva herî xurt a li dijî komploya navneteweyî daye û tezên derbarê têkoşîna azadiya jinê de pêş xistiye. Di 2013’an de di hevdîtinên bi heyetê re kir de herî zêde balkişand ser mijara têkoşîna jinê. Abdullah Ocalan di bin tecrîda giran de ev fikrên xwe bi heyetê re parve kir. Abdullah Ocalan diyar dike ku jiyana Pervîn Buldan a Keybanuya Misirê, Nefertîtî tîne bîra mirovan. Abdullah Ocalan ji dîrokê mînaka jinên xurt da. Di hevdîtina 17’ê Tebaxa 2013’an de Selahattîn Demîrtaş ji Abdullah Ocalan re behsa roportaja ku Reutersê pê re kiriye dike. Behsa mijara ku Abdullah Ocalan bi Mandela re tê qiyaskirin tê kirin. Abdullah Ocalan jî dibêje jiyana Pervîn Buldan dişibe ya Nefertîtî. 
 
‘Min li gorî xwe azadî û ferasetek namûsê pêş xist’ 
 
Selahattîn Demîrtaş: Reutersê bi min re roportejek kir. Dixwazin çîroka we ya ji sifata ‘serê terorîstan’ heta sefîrê aştiyê binivîsin. We wek Mandela dibînin.
 
Abdullah Ocalan: Ji bo min a girîng tetmînbûna wijdana min e. (Berê xwe da Pervînê). Diyare hûn dixwazin polîtîkayê bikin. Hûn dixebitin jî. Ez difikirim ku hûn ê bi fêde bin jî. Hûn dikarin di her peywirê de cih bigirin. Polîtîkaya me ya jinê girîng e. Nêzîkatiya me ya li dijî jinê girînge. Ez li dijî jinan rêzdar im. 
 
Jiyana we, bi min jiyana Keybanuya Misirê Nefertîtî ya di dema Mîtannî-Misir de jiyaye bi bîr tîne. Wê demê li paytexta Serêkaniyê ye. Hevjînê wê jî tê kuştin. Ew jî jinek xurt e. Dema ez biçûk bûm dayika min digot ‘kurê min bênamûs derket’. Ji ber ez bi kurê malbata dijmin re li çiya geriyam. Hasan Bîndal bû. Piştre hat kuştin. Hûn dizanin ê ez xilas kirim jî ew bû. Min bi vî awayî ji xwe re feraseta namûs û azadiyê pêş xist. Di hevdîtina 15’ê Îlona 2013’an de di navbera Abdullah Ocalan û Pervînê de şibandina Nefertîtî tê axaftin. 
 
‘Hûn ê siyasetê bi eşq bikin’ 
 
Abdullah Ocalan: (Berê xwe da Pervînê) Siyasetê bi eşq bikin. Hûn gelek jîr û xwedî niyetek başin. Xebatên min ên li ser azadiya jinê hene. Ez lîstikên mezin ên li ser jinan jî dizanim. Gelek jinên bi ceserat ên wek we hene. Ji ber vê min Komîsyona Azadiya Jinê jî pêşniyar kir. Mijara jinê di her civînê de tê rojevê. Li cem min jin tunene lê di her civînê de jin di rojevê de ne. Ji DOHK’ê re jî bêjin ez ê ji bo avakirina komîsyonê hewl bidim. Li xwe baldar bin. Ne di alî fîzîkî tenê, di her alî de dikare êrîş hebin. Li van baldar bin. Ewlehiya xwe bigirin. We xwe daye ser Tevgera Azadiyê. Her wiha Abdullah Ocalan di mijara pêşengiya xebatên jinan de jî ji Pervînê re dibêje ew dikare her cureyê peywirê bigire ser xwe. 
 
Pervîn Buldan: Spas dikim serokê min. Her wiha di hevdîtina borî de we jiyana min şibandiye Nefertîtî. Min jiyana wê lêkolîn kir. 
 
Abdullah Ocalan: (Bi ken) Belê, min texmîn kir ku tu yê lêkolîn bikî. Di carekê de jiyana Nefertîtî hat hişê min. Min şiband jiyana we.
 
Pervîn Buldan: Jinek gelek bi cesaret e. 
 
Abdullah Ocalan: Belê pir bi cesaret e. Tiştê ku hevjînê wê nekiriye ew dike. Hevjînê te jî mir. Lê hevjînê te ji vir şûnde Tevgera Azadiyê ye. Hûn jinek serbilind, bawermend, jîr û bi wêrek in. Hûn ji pêşketinê re jî vekirîne. Hûn dikarin her cureyê peywirê bikin. Di 7’ê Kanûna 2013’an de Pervîn Buldan ji bo Abdullah Ocalan pirtûka ‘Keça bêdawîbûnê’ tîne. Pirtûk jiyana Nefertîtî vedibêje. 
 
Pervîn Buldan: Min ji we re pirtûka ‘Keça bêdawîbûnê anî’. 
 
Abdullah Ocalan: Belê min xwend. We baş kiriye. Ya Sirri beg gotibû, jiyana Madam Qurî jî dikare bixwînîn. Dîsa ya Sirri gotiye, Rosa Luksemburg. Pirtûka Keçên Wenda yên Dêrsîmê jî dikarî bixwînî. 
 
Pervîn Buldan: Serokê min, ya Nefertîtî dawiya wê qet ne baş e. Dikujin. 
 
Abdullah Ocalan:Yekane abîdeya goristanê ya jinê aydê wê ye. Perestgeha wê heye. 
 
Pervîn Buldan: Li Berlînê di muzeyekê de butsa wê heye.
 
 Abdullah Ocalan: Belê, rêya we pê ket biçin bibînin. 
 
‘Jiyana herî xweş a jinê, jiyana azad dijiye’ 
 
Di hevdîtina 14’ê Cotmeha 2013’an de Abdullah Ocalan eşîran ku di civaka Kurd de gelek zêde ne digire dest.
 
Abdullah Ocalan: (Dîsa berê xwe da Pervînê) Ez ji bo jinên Qendîlê di şexsê we de mînakan bidim. Mînak divê tu teorîk nêzî xwe bibî. Mînaka Nefertîtî, min dabû we. Ez dikarim li vê mînaka Semîramîs û Puduhepa jî bidim. 
 
Pervîn Buldan: Puduhepa ez dibêjim qey sefîra aştiyê bû. 
 
Abdullah Ocalan: Belê rast e. Sefîra aştiyê ye. Em ji çanda eşîrekê tên. Hûn bi çanda eşîrê zewicîn. Lê ji bo Kurdan êdî eşîrtî qediya. Ji vir şûnde girîng e. Kurd êdî ne eşîr, civaka netewa demokratîk in. Tu heta kengî bûka eşîrê bû? 
 
Pervîn Buldan: Heta Şavaş mir.
 
Abdullah Ocalan: Mêr bimre, jin jî dimre, tê kuştin. Civaka Kurd jî neçare ji civaka eşîrê derbasî civaka netewa demokratîk bibe. Hûn nikarin ji dewleta paralel tolê bigirin. Hûn ê tola xwe bi xebatê bigirin. Xwe nedin alî. Min berê jî derbarê ku hûn divê çawa bixebitin de agahî dabû. Abdullah Ocalan her wiha di hemû hevdîtinên xwe de ji bo hevalên li girtîgehê silavan dişîne.
 
Sibê: Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kuştinên jinan dinirxîne.