Li Îmraliyê diyalogên azadiya jinê ya komplo parçe kir (2)

  • 09:17 8 Sibat 2018
  • Dosya
‘Bê jinê jiyan nabe, lê bi jinetiya tê ferzkirin jî jiyan ne pêkan e’
 
Sara Tolhildan 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi heyeta Îmraliyê re kiriye dibêje: “Wekhevî û azadî bi mijara jinê pêk tê. Şoreşa me di heman demê de şoreşa jinê ye. Em ê koletiya jinê ji holê rabikin. Ev şoreşa çînî nîne. Şoreşa jinê şoreşa pêşeng e.” Abdullah Ocalan bi vê yekê têkiliya di navbera jin û şoreşê de datîne holê.
 
‘Jin dikare çawa azad be?’, ‘Bi jinekê re mirov dikarin çawa bijîn?’, ‘Jin divê çima xwe ji nasnameya koletiyê dûr bixe?’…Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de jî di hevdîtinên bi heyeta Îmraliyê re bersiva van pirsan ji jinan re ragihand. Abdullah Ocalan di vê esasê de perspektîf pêşniyarî tevgera azadiya jinan kir û  li dijî komploya berdewam dike, bersiva herî xurt bi van perspektîfan da.
 
Di hevdîtina Nîsana 2014’an de ji heyeta HDP’ê Pervîn Buldan, derbarê xebatên jinan de agahiyê dide Abdullah Ocalan. Pervîn Buldan her wiha çavdêriyên hevdîtina li Qendîlê pêk anîne jî bi Abdullah Ocalan re parve dike.
 
Pervîn Buldan: Serokê min, dixwazim derbarê DOKH’ê de agahiyê bidim.
 
Abdullah Ocalan: Belê te guhdar dikim.
 
Pervîn Buldan: Silav û soza jinên DOHK’ê ji bo we heye. Di navbera 9-10’ê Nîsanê de li Amedê me konferansa navberê pêk anî. Min beşên hevdîtina li vir ji wan re ragihand. Di encama hevdîtinên jinên DOKH’ê yên bi jinên Tirkiyeyê re, jinên Tirkiyeyê daxwaza hevdîtinê bi we re kir.
 
Abdullah Ocalan: Di heyetê tê vir de wê ew jî hebin ji xwe.
 
Pervîn Buldan: Hinek biryarên di konferansê de hatine girtin hene. Pêkhatina bername û çalakiyên li gorî pêvajoyê,  avakirina kolektîfên jinan ên we pêşniyar kir, bi jinên karkerên çandiniyê re pêkanîna konferansê, derbarê hevdîtina jinên DOKH û jinên gerîlan de heyetek ava kirin. Me berê jî ji we re ragihandibû.  Di 28’ê Nîsanê de li Enqereyê bi şîara ‘Jina rêxistinkirî, rizgariya demokratîk, jiyana azad’ kongreya me heye.
 
‘Ji bo jinê gotina me neqedya’
 
Abdullah Ocalan: Belê ev di cih de ye. Ev girîng in.  Silavên min ji hemû jinan re ragihînin. Ji bo jinê gotina me neqedya. Ez teza xwe ya ‘bêyî jinê jiyan nabe, lê bi jinetiya tê ferzkirin jî jiyan ne pêkan e’ diparêzim.  Jin dikarin xwe ji koletiya 5 hezar salî biparêze. Min deriyê faşîzma mêr jî vekir.  Hûn ê jiyana aborî, civakî û estetîk ava bikin û bi vî awayî mêrên çavsor jî hûn ê sererast bikin. KJB girîng e. Di çanda Rojhilata Navîn de ev heye. 
 
Pervîn Buldan: Ez çavdêriyên xwe yên Qendîlê berdewam bikim. Ji bilî hevalê Karasu her kes tevlî civînê bû. Ez şevekê jî bi hevalên jin ên KJB’ê re mam. Me civîn pêk anî. Ji we re silavên wan hebûn. Derbarê pêvajoya nû de civîn kirine.  YJA STAR’ê jî hêzên xwe vekişandiye.  Derbarê komên hatine de  pêvajoyên perwerde û civînê dane destpêkirin. Ji xwe di nameya xwe de jî nivîsîne.
 
Abdullah Ocalan: Belê min xwend. Ji hevalên berê kî hene?
 
Pervîn Buldan: Min bi hevalên bi we re mane jî hevdîtin kir. Sozdar Avesta, Berfîn Serhat, Ronahî Serhat, Sulbus Perî, Fatma.  Piştî anîna we ya Tirkiyeyê, hevalên ciwan ên tevlî bûne hene. Min bi wan re jî hevdîtin kir.
 
Abdullah Ocalan: Tu yê dîsa biçî Qendîlê. Ez vê carê derbarê hevalên berê de agahiyan dixwazim. Kî maye, ez dixwazim hîn bibim.
 
Pervîn Buldan: Temam serokê min. Ez ê biçim. Ezê agahiyan bînim.
 
 Abdullah Ocalan agahdariyên hatine kirin li ber çavan digire û çavkaniya vê bê perwerdebûnê dibîne û her wiha behsa hêza jina perwerdekirî ya mêran diguhere jî dike.
 
‘Şoreşa jinê şoreşa pêşeng e’
 
Abdullah Ocalan: Jinê piştgirî dane konferansan.  Bila nivîsên min ên derbarê jinê de yên di pirtûka Çareseriya Netewa Demokratîk bigirin bernama xwe. Van bi devkî ragihînin. Ez ê ji wan re nameyek dirêj binivîsim. Wekhevî û azadî bi mijara jinê dikare pêk bê. Şoreşa me di heman demê de şoreşa jinê ye. Em ê koletiya jinê ji holê rabikin. Ev şoreşa çînî nîne. Şoreşa jinê şoreşa pêşeng e. Ez li ser vê dixebitim. Ez ê di pêşerojê de binivîsim. Reşwa jinê bi xof e.  Jinên betal ji ber vê diçin cihên din.  Hun ê xwe ji nû ve biafirînin.  Divê jin azad û bi cesaret bin.
Abdullah Ocalan ji Sirri Sureyya Onder ku wî jî li Qendîlê hevdîtin pêk anî jî agahiyan digire.  Abdullah Ocalan balê dikişîne ser rastiya çavdêriyên Sirri Sureya Onder. 
 
Abdullah Ocalan: We jin dîtin? Jin çiqas bi bandor in? (berê xwe da Sirri) Te jî hevdîtin kirin?
 
Sirri Sureyya Onder: Birêz serokê min li ser pêşniyara we ji xwe min ê bi jinan re hevdîtinek cuda bikira. Lê hevalê Cemal got bi jinan re hevdîtinekê bike û çavdêriyên xwe ji wan re ragîhinin û pirsên wan bibersivînin. Got bi Rojahî û Sulbus re du civînan bikin û me ev hevdîtin pêk anîn. Em çûn qada wan.
 
Abdullah Ocalan: Biryargeha wan a cuda heye?
 
Sirri Sureyya Onder: Çiyayên wan ên cuda hene.
 
Abdullah Ocalan: (Bi ken). Pir baş e. Çavdêriya te çi ye gelo? Tespîta te çi ye?
 
Sirri Sureyya Onder: Divê esasek neyê jibîrkirin. Ji ber hevala Pervîn ji ber karekî neçar ma biçe Ewropayê û ne di ekîbê de bû rexne kirin.  Rexneyek di cih de bû. Ji vir şûnde di hemû çûyînan de em ê bi baldarî tev bigerin. Ew ferz bû.