Sê şitlên berxwedana azadiyê: Sakîne, Fîdan, Leyla...(1)

  • 10:16 7 Çile 2018
  • Dosya
Çîroka jinên ku çiya bi çiya li azdiyê geriyan
 
NAVENDA NÛÇEYAN-Di ser qetilkirina sê siyasetmedarên Kurd ên jin ku yek ji wan ji kadroyên pêşeng yên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) ye, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd ya Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) de 5 sal derbas bûn. Der barê komkujiya tê xwestin di taritiyê de bê hiştin.
 
 Yek ji kadroyên pêşen yên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd ya Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileyê 2013’and e li Parîsê li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê hatin qetilkirin. Di ser komkujiyê re 5 sal derbas bûn. Sakîne, Fîdan û Leyla ku kevneşopiya têkoşîna azadiya kurd birin Ewropayê, di heman demê de jinên kurd bi jinên cîhanê re anîn cem hev.
 
Dest ji israra şoreşgeriyê berneda
 
Sakîne Cansiz ku di têkoşîna jinên kurd de yek ji pêşenga têkoşîna jinên cîhanê bû, sekna wê ya di jiyanê de û bi şerê xwe yê her tim berdewam dikir, bihezaran jinên ciwan tevlî têkoşîna azadiya jinê kir. Sakîne li Dêrsîmê di 1958’an de yek ji 8 zarokên malbata  xwe hata  dinê. Di tenemê biçûk de têkoşîna neteweyî ya kurd nas kir. Sakîneyê ji sekna ciwanên şoreşger yên kurd ku dikir mêvan bi bandor bû û biryar da tevlî PKK’ê bibe.
 
Li gundê Fîsê jinek…
 
Sakîne israra xwe ya şoreşgeriyê bi hemû ferasetên cîhanê re di asta şer de mezin kir û li Enqereyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hevalên wî nas kir.  Di 27’ê Mijdara 1978’an de li Licê ya Amedê li gundê Fîsê di civîna îlankirina damezarandina PKK’ê de cih girt.
 
Jiyana wê pevçûn bû
 
Sakînê ji vê dîrokê şûnde xebata rêxistinkirina jinê meşand û beriya damezrandina PKK’ê li Îzmîrê di fabrîkayê de xebitî, piştî PKK hat avakirin şûnde jî li Xerpêt, Çewlîk, Rihayê li her derê bi jinan re hat cem hev û ew teşwîkî têkoşînê kirin. Sakînê bi salan têkoşîna azadiyê meşand û li dijî zîhniyeta serdest ya dewleta baviksalar şûnde gav navêt û ji bo azadiyê jiyana xwe da.
 
Têkoşîna azadiyê li her derê nexşand
 
Sakîne di rojên tarî yên 12’ê Îlonê de li Zindana Amedê ma û beyî tirs tûyê rûyê îşkencekar Esat Oktay Yildiran kiribû. Sakîneyê li girtîgehê kûlma herî tûnd li rûyê îxanetê xist.  Sakîne ya ji endamtiya PKK û endamtiya damezrîneriyê dihat darizandin, yekem jina kurd ya li bakurê Kurdistan parastina siyasî kir bû. Sakîne piştî 10 salan di girtîgehê de ma şûnde, berê xwe da çiyan û têkoşîna azadiyê li her derê Kurdistanê nexşand.
 
Têk neçû, li ber xwe da…
 
Di 1995’an de li Kurdistanê 500 jin hatin cem hev û Yekitiya Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK) îlan kirin.  Sakîne di Yekemîn Kongreya Neteweyî ya YAJK’ê de aktîf cih girt û ji bo navenda tevgera jinê hat hilbijartin. Li dijî bêdadî, newekhevî, dûrûtî û derewan şûnde gav navêt û têkoşîna xwe berdewam kir.
 
Sakîneyê mîrateya ku Besê, Zarîfe, Leyla Qasim, Rosa û Clarayan hiştibû dewr girt û  ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên  Rojhilata Navîn bû pêşen û gihişt astek gerdunî.
 
Jinên bûn Sara…
 
Sakîne ku yek ji pêşenga têkoşîna jinên kurd ya gihiştiye sedehezaran e, di hiş û dilê jinan de tê jiyîn û mîrateya wê ya têkoşînê li Rojava, Şengal, Nisêbîn, Cizîr û Sûrê li ser milê jinan bilind bû.
 
Bi damezrandina PKK’ê re hezkirina wê ya azadiyê mezin bû
 
Yek ji jinên ku rêhevaltiya têkoşîna Sakîneyê kir û bi wê re hat qetilkirinê, endama KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) bû. Fîdan di 17’ê Çileyê 1982’ande li gundê Hançiplak ê Elbîstana Gurgumê hat dinê. Di 9 saliya xwe de bi malbata xwe re sirgûn   bû.  Fîdanê rûyê sar yê kampên penaberan di temenê biçûk de nas kir û perwerdeya navîn û lîseyê li Strasburga Fransayê temam kir.  Ji ber malbata wê welatparêz bû di temenê biçûk de têkoşîna azadiya kurd nas kir û hezkirina wê ya azadiyê bi naskirina PKK’ê mezin bû.
 
Fîdan, piştî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployê radestî Tirkiyeyê tê kirin, gelek bi bandor dibe û di têkoşînê de biryar dide ku ji bo wê ev dibe destpêk.  Fîdan ku her tim rûken bû, bi hestyariyek mezin nêzî mirovan dibû û di temenê biçûk de di xebatên gel de cih digire.
 
Ji dîplomasiya gel bawer kir
 
Fîdan ku di qada dîplomasiyê de di têkoşînê de aktîf cih girt, piştî pratîka xwe ya du salan şûnde tê qetilkirin. Fîdanê di serî de li Fransa û Belçîkayê li gelek welatên Ewropayê faliyetên dîplomatîk meşand. Fîdan ji dîplomasiya gel gelek bawer dikir û di 2007’an de berdevkiya çalakiya greva birçîbûnê ya  li dijî jehrîkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkhat kir. Fîdan di 2011’an de dîsa vedigere Navenda Enformasyona Kurd a Parîsê. Vê carê wek berpirs vedigere.
 
Hezkirina ji bawerî û azadiyê ya di temenekî ciwan de 
 
Leyla Şaylemez (Ronahî) ku bi eslê xwe ji Amedê ye di 1’ê Çileyê 1989’an de li Mersînê hat dinê. Ji ber zextên dewletê 17 sal berê bi malbatê re koçî Almanyayê kir û li vir di têkoşîna neteweyî ya kurd de rolek aktîf lîst. Leylayê eleqeyek mezin nîşanê xebatên çandî dida û  di Komeleya Çanda Kurd de jî di xebatên folklorê de cih girt. Leylayê demek dirêj xebatên çandî meşand û 2010’an de tevlî PKK’ê bû. piştî du salan ji ber nerehetiya xwe dîsa vegeriya Ewropayê û di xebatên tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê de cih girt. Tevî temenê xwe yê biçûk têkoşîna demokrasiyê bê navber meşand.
 
KCK: Em ê hesab bipirsin
 
Tevî ku di ser komkujiyê Re sal derbas bûn hikûmeta Fransayê komkujî di taritiyê de hişt. KCK’ê piştî komkujiyê daxuyanî da û diyar kir ku êrîş bi zanebûn, plankirî û rêxistinkirî hatiye kirin û MÎT nîşan dabû. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komkujiya Parîsê wek ‘Komkujiya duyemîn a Dêrsîmê’ bi nav kir û piştî komkujiyê tespîta ‘Yên ez anîm vir komkujiya Parîsê kirin. Biryareke siyasî ya di qada navneteweyî de hatiye girtine ye’. Piştre Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyanî da û diyar kir ku wê hesabê komkujiya Parîsê bê pirsîn û hêzên li pişt komkujiyê wê bên aşkerakirin.
 
Tayyîp Erdogan û Hakan Fîdan talîmat dan
 
Piştî komkujiyê tetikêş Omer Guney hat girtin û têkiliyên wî yên bi Omer Guney re derket holê. Bi awayekî aşkera di qeydan de hatibû dîtin ku di serî de li dijî Sakîne Cansiz û nûnerên tevgera kurd bi destê MÎT’ê plana suîkastê hatiye kirin. Di 18’ê Kanûna 2016’and e Omer Guney li girtîgehê mirî hat dîtin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di 3’ê Çile de agahiyên ku nokteya dawî datîne dan. hat diyarkirin ku talîmat bi destê Fîdan Dogan û Tayîp Erdogan hatiye dayîn.