Piştî du salan şûnde Cizîr: Hemû cîhan bêdeng ma, me li ber xwe da (1)

  • 10:20 10 Kanûn 2017
  • Dosya
ŞIRNEX- Li Cizîrê di Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û di ser qedexeyê re du sal derbas bûn. Li Cizîrê berxwedêran bi gotina ‘Em teslîm nabin, Em bi alên sipî dernakevin derve.  Mirovên mane divê bi me serbilind bin. Em ê serî netewînin’ li ber xwe dan.  
 
Li Cizîra Şirnexê di Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û di ser qedexeyê re du sal derbas bûn. Qedexe di navbera 14’ê Kanûna 2015-1’ê Adara 2016’an de  pêk hat. qedexe ewil pêngav bi pêngav hat rakirin û piştre bi temamî hat rakirin. Pevçûnan 79 rojan berdewam kir û 66 endamên YPS û 213 sivîl hatin qetilkirin.  Dewletê bi tank û topan, bombeyan her der dagir kir û 15 kesên hatin qetilkirin li taxên Cudî û Nur li ber çavê hemû raya giştî ya cîhanê ji aliyê leşker û polîsan ve hatin şewitandin.
 
Li Cizîrê ji ber qedexeyê bi hezaran kesî koç kir, bi hezaran kes xaniyên wan hatin şewitandin.  Hevserokê Meclîsa Gel yê Cizîrê Mehmet Tunç yê li taxa Cudî di bodrumê de hat qetilkirin gotibû: “Em teslîm nabin. Bila her kes bizanibe. Em ê bi alên spî dernekevin derve. Em niha mirinê dipên. Ev têkoşîn e. Ez bang li Gelê Kurd dikim. Ev têkoşînek e. Rast e ev meşeke demdirêj e. Em dizanin bi qetilkirina 100 kesî ev tevger naqede. Divê her kes moralê xwe baş bigire.  Ez hevalên têkoşînê didomînin slav dikim.  Gelê Cizîrê ev 60 roje tî û birçî ye lê serî natewîne. Divê ji ber vê kesên mane ser bilind bin. Em serî natewînin. Çawa me roja ewil soz da Hayriyan, Kemalan û Mazluman, çawa wan li dijî Esad Oktay serî netewand, em ê jî li dijî faşîzma AKP’ê wek gelê Cizîrê serî neteweînin.” 
 
 Dozger Cizîr li gor ‘hiqûqê’ dît
 
NY di daxuyaniya ku piştre da de îfadeyên wekê ‘Di destê me de raporên ku hêzên Ewlehiya Tirk li Cizîrê 10 kes di bodrumê de bi zindî şewitandiye heye’ bi kar anîn. Tevî di ser pevçûnan re du sal derbas bûye jî dewleta 150 kes şewitand hîna hesab nedaye.  Daraza navneteweyî jî tenê bi raporê bi sînor ma. Piştî komkujiyê  malbatên wendayan bi hevkariya parêzerên OHP’ê li serdozgeriya Cizîrê serlêdana sûc kirin û ev jî bi biryara neşopandinê bi encam bû. 
 
161 leşker û polîsî jiyana xwe ji dest da
 
Parêzerên OHP’ê  diyar kirin ku divê dozgeriya Cizîrê li cihê bûyerê lêkolînê bike û got: “Li gorî rapora HDP’ê ya Cizîrê 23 jê zarok 177 cenaze ji sê bodruman hatine derxistin û cenazeyê 103 kesî hatiye tespîtkirin û yê 74 kesan nehatiye tespîtkirin.  Cenaze hemû bi giştî şewitîne an jî parçe bûne. Ji ber vê nayên naskirin.”
 
Prof Dr. Şebnem Korur Fîncanci ku yek ji pispora girîng ya Tipa edlî ya Tirkiyeyê ye hestiyê zarokekî hatiye qetilkirin tespît kiribû û wiha gotibû: “Dozger neçûye wan bodruman û lêkolînek bi bandor nemeşandiye. Di peywira xwe de îhmal kiriye.” Dîsa di pevçûnan de bi giştî 161 leşker û polîsî jiyana xwe ji dest dabû.
 
TOKÎ’yê li ser cenazeyan avahî çêkir
 
Piştî qedexe hat rakirin şûnde TOKÎ’yê ji AKP’ê destur girt û li taxa Cudî ku hîna cenaze li erdê bûn, dest bi înşatê kir.
 
Li her kolanê qerekolek
 
Piştî qedexeyê karê duyem yê hikûmeta AKP’ê ev bû ku li bajêr karekolan çêbikin.  Her kolana cizîrê hema hema veguherî qerekolan û wekê ku ev jî têr nake di pêkanîna nobedarên şevê de Cizîr wek navçeya pîlot hat hilbijartin.
 
Jinên taxa Cudî û Nûrê diyar kiribûn ku polîs zextên psîkolojîk li wan dikin û gotin bi mehane hema hema her roj rastî tacîza fîzîkî û ya devkî tên. Her wiha tê gotin ku li ciwanan jî sîxûrî bi tehdîdan tê ferzkirin.
 
Ligel vê li gundê Kuştepe yê nokteya stratejîk ya bajare jî 7 lîse hatin çêkirin.  Welatiyan diyar kir ku şert û mercên fîzîkî yên lîseyan wek kalekolan e.  Li sîwaneyên dibistanan ku hemû bajaran dibînin jî kuleyên şopandinê hatin avakirin. Dibistanên kurdî yên hatin girtin jî tahsîsî AKP û HudaParê hatin kirin. 
 
SIBÊ:Ez sê rojan di wê dolabê de cemidîm