Ji Îmraliyê perspektîfên ku koletiya jinê parçe dikin (3)

  • 09:10 30 Mijdar 2017
  • Dosya
‘AKP ji bo jinan xetereyek mezin e’
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên  navbera 2010 û 2011’an de AKP’ê ji bo jinan wek xetere dibîne. Abdullah Ocalan derbarê qetilkirina jinan û çanda tecawizê de nirxandinan dike û wiha dibêje: “ AKP ji bo jinan xetereyek mezin e.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên navbera sala 2010-2011’an de balê dikişîne ser qetilkirina jinan, çanda tecawiz û parastina cewherî û her wiha gotinên AKP’ê yên dijminê jinê jî dinirxîne.
 
2010: Bi jinan re nîqaşkirina felsefeyê
 
Abdullah Ocalan di 2010’an de bi hevkariya parêzerên xwe ev peyam da: “Ez di mijara jinê de vêya dubare dibêjim. Têkiliya min ya bi jinê re cudaye. Çi dibe bila bibe, girêdayîna navbera du kesan kesî nabe cihekî, lê dibe çanda tecawizê zextê. Di navbera jin û mêr de ez ancax bi hevdîtineke di esasa felsefîk de bawerim. 
 
‘Divê rêxistinbûnên jinan zêde bibin’
 
Berê li Êlihê întîxarên jinan zêde dibûn. Di pêvajoya dawî de ev kêm bûne. Sedema vê jî pêşketina siyaseta demokratîk û nîqaşên demokratîk in. Divê di her aliyê civakê de wek komunên demokratîk rêxistinî pêk were.”
 
‘Bêyî azadiya jinê, demokrasî nayê qezenckirin’
 
Abdullah Ocalan di peyama xwe ya 8’ê Adarê ya 2010’an de jî wiha got: “ Di pêvajoya heta Sumeran yanî di pêvajoya 5 hezar salî de dema dayiksalariyê hat jiyîn.  Di Sumeran de ev ji dema baviksalariyê re hat hiştin.  Di feraseta me de ne tam baviksalarî ne jî tam dayiksalarî heye. Feraseta me ev e; yekîtiya di esasa felsefîk de ye. Belê jin û mêr divê ligel hev bijîn, bikaribin bijîn. Heta têkoşîna azadiya jinê neyê qezenckirin têkoşîna sosyalîzmê, têkoşîna azadî û demokrasiyê nagihêje serkeftinê.”
 
‘AKP ji bo jinan xetere ye’
 
AKP ji bo jinan xetereyek mezin e.  Dem were wê jin derbarê azadiyê de tiştekî nebîne. Tarîkata Menzîlê ya li Semsurê bi bandor e. Li vir zarokek keç bi zindî tê çalkirin. Ev ji recmê jî xetertir e.  Belê zîhniyeta AKP’ê jî ev e.”
 
Di bin navê evînê de koletî
 
Ocalan di berdewamiya perspektîfan de wiha got: “ Asta jinan baş xuya dike. Lê divê hîna pir rê bimeşin. Jinan mijara çanda tecawizê baş fêm kirine. Lê bawer im hinek teng maye. Divê wek femînîstan teng nêz nebin. Divê jin li dijî vê zîhniyetê têbikoşin. Dikarin derbarê daxuyaniyên min yên berê yên çanda tecawizê de pirtûkekê amade bikin. Navê pirtûkê jî dikare wekî : Di bin navê evînê de koletî, bê binavkirin.
 
Di vê demê de herî zêde parastina cewherî a jinan girîng e. Parastina cewherî  di alî rih û bedenê de parastine. Dema rewş wisa be yekane rêya rizgariya jinê parastina cewherî ye. Her wiha divê jin biçin kongreyê û rêxistinbûna xwe zêde bikin.
 
2011: Di aliyê îdeolojîk de azad bibin
 
Abdullah Ocalan di nirxandina xwe ya 2011’an de jî ev tişt anîbû ziman: “YJA-Starê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku wê têkoşîna xwe bilind bikin. Di operasyonên dawî de wendahiyên jinan jî çêbûn. Ez azadiya jinê azadiya civakê dibînim.  Divê di vê astê de xebatên xwe bimeşînin. Ez bi van fikr û nêrînan wan slav dikim. Azadiya jinan ji hemû azadiyan girîngtir e.
 
Abdullah Ocalan ji bo PAJK’ê jî peyamek şand û got: “ PAJK’ê 8’emîn Kongreya xwe pêk aniye. Diyar kirine ku ew ji bo şerê şoreşger wek avabûna jinê amade ne.  Gelo dibêjin li dijî serdestiya mêr li ser piya dikarin bisekinin. Dikarin parastina cewherî pêk bîne ne? Parastina cewherî pêş dixînin? Her halde di alî îdeolojîk de dibêjin ku kûr bûne. Ez serkeftinê dixwazim. KJB’ê jî 5’emîn Lijneya xwe pêk aniye. Nameya wan gihişt destê min. 
 
Di mijara jinê de du tiştê em li ser xebatê dikin hene. Ya yekemîn, qezenckirina hêz û azadbûna fikr û îdeolojiya jinê, ya duyem jî divê jin rêxistinbûna xwe ava bike û bigihêje azadiya xwe.
 
Sibê: Hevdîtinên bi heyeta Îmraliyê ve hatine kirin, nirxandinên jinan