Ji Îmraliyê perspektîfên ku koletiya jinê parçe dikin (1)

  • 09:10 28 Mijdar 2017
  • Dosya
 
‘Azadî ji nan û avê girîngtir e’
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên bi fikirê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi perspektîfên wî xwedî bûn  têkoşîna azadiyê ji bo wan bû meşa dirêj. Nokteya herî girîng a meşê li girtîgeha Îmraliyê pêk hat. Abdullah Ocalan bi perspektîfên şand ji jinan re tecrîd parçe kir û wiha bang li jinan dikir: “ Azadî ji nan û avê girîngtr e. Ez bawer dikim ku hûn ê azadbûna jinê li Rojhilata Navîn di esasa jîrbûn, parastin û xweşikbûnê de bi hatina baharê re wek rojê biafirînin.
 
Êrîşên li dijî jinê roj bi roj zêde dibin. Bi pêvajoya OHAL’ê re bi qanûnên hatine derxistin şîdeta li ser jinê hatiye rewakirin û em van rojan heta Îmraliyê xwe dirêj dikin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de tê girtin, di hevdîtinên wî yên ji sala 1999’an heta 2015’an ên bi parêzer û heyeta Îmraliyê re perspektîf û nirxandinên derbarê jinan de pêşkêş kir.
 
Jinên Kurd her tim dibêjin êrîşên li dijî jinan û tecrîd girêdayî hev in. Lê şênberiya vê gotinê di perspektîf û fikrên Abdullah Ocalan de veşartiye. 
 
Perspektîfên ewil di navbera 1999-2004’an de xurt bûn
 
Rêberê PKK’ê Abdullah  Ocalan dema anîn Tirkiyeyê bi gotina ‘Projeyek min a jiyanê ya nîvco maye heye’ behsa tevgera jinan kiribû. Di nirxandinên xwe yên 1999-2004’an de mijarên îrade, azadî û perwerdeyê girt dest. Perspektîfên girîng ji bo dîroka jinên Kurd pêşkêş kir. Piştî Abdullah Ocalan hat girtin gelek jinan bedena xwe da ber agir.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka jinan îmze avêt xebatên girîng. Di 2001’ê de xetên parastina rewa ya jinan kûr kir û got divê pêngavên partîbûna jinan temam bibe û got wê sedsala 21’ê bibe sedsala azadiya jinê. Piştî vê yekê jinan bi xebatek mezin projeya partîbûna jinê amade kir. Abdullah Ocalan di 2002’an de projeya veguhertina mêr pêşniyar kir. Di 2003’an de Partiya Azadiya Jinê (PJA) hat îlankirin û Ocalan peyamên pîrozkirinê weşand. Di 2004’an de jî got PJA destpêkek û divê jin li her welatî yekîneyên azadiyê ava bikin.
 
1999:Divê projeya min a jinan azad bê pêşxistin
 
Di sala 1999’an de derbarê jinan de nirxandinên girîng kir. Sala hat girtin  got ‘Derbarê jinan de projeya min a jiyanê ya nîvco maye heye’ û diyar kiribû ku divê naveroka vê projeyê bê tijekirin. 
 
‘Partîbûn îdîayek girîng e’
 
PJA’yê ji Abdullah Ocalan re peyamek şand û Abdullah Ocalan ev peyam girtibû û wiha gotibû: “ Min peyama Partiya Azadiya Jinê girt. Ji bo min xebata herî zehmet a salên dawî bû. Ev mijarek hesas bû. Hestek bar giran e. Partîbûn pêngaveke gelek bi îdia ye.”
 
‘Xwedawend gelek baş hêza taybet bi rêxistin dikin’
 
Abdullah Ocalan wiha got: “ Ev 40 sal in ez bi vê êşê dijîm. Divê jin xwe biguherin.  Divê pir kûr vebikin.  Xwedawend kesên ku hêza taybet baş bi rêxistin dike ne.  Hewcedarî bi kûrbûna qadê heye. Xweserbûna vê heye. Ferzkirinên li beramber hev ne hewce ne. Xweserbûna projeya me heye.  Fikra azad, mêjiyê azad, hewcedarî bi fikrek mezin heye. Bi jiyanê heye. Îradeya jina azad derket holê. Mêr divê zêde tevlî nebe. Ji bo lihev bê kirin divê mirov azad bin. Li gor felsefeya min divê jina azad bê afirandin. Divê li dijî  îradeya azad mirov rêzdar bin. Ger bi ser bikeve wê bilind bibe. Min wek mêrekî dikarî harem ava bikira, dikarîbûm bibim xwedî zarok. Lê min xebata jina azad kir.”
 
Abdullah Ocalan her wiha di nivîseke xwe diyar kiribû ku divê jin ji tu kesî tiştekî hêvî neke û têkoşîna xwegîhandina azadiya xwe bidin û gotibû ‘ger armanca jinê qansî rojê zelal be wê rêbaza xwe bibîne.’
 
2000: Ez bi azadiyê re zewicandîme
 
Abdullah Ocalan di nirxandina xwe ya 2000’î de wiha gotibû: “ Di rojnameyan de mijara zewacê dihat nirxandin. Min ev 15 sal berê ji nûçegîhanê Huriyetê re vegotibû. Ez bi azadiyê re zewicandime. Zewaca min ya wî terzî didome. Ez ne li dijî zewacê me. Ez pergala heyî bi xeter dibînim. Ez naxwazim jî kesî bidim zorê. Azadî ji bo min girîng e.”
 
 Abdullah Ocalan di 2000’î de di peyama xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de wiha got: “ Her hal xwe rêxistin dikin. Berê min Weqfa Jinan a Azad gotibû. ‘serkeftina demokrasiyê jin wê bînin’. Ev dikare bibe dirûşme.”
 
‘Divê mêr xwe biguherin’
 
Abdullah Ocalan dîsa di 2000’î de di nameyeke şand de bang li jinan kir û got: “ Ez li ser mijara azadiya jinê her diçim kûr dibim. Ez li ser vê mijarê pir disekinim. Ez ji mêran jî vê dibêjim: " Partiya Jinên Azad îfadeya şoreşekê ye. divê li dijî vê rêzdarî hebe. Di esasa zayendî de nêzîkatî ne rast e.  Divê rêzdarî hebe û  divê nêzîkatiyek dostane û hevaltiyê hebe. Divê bi biryar bin ku xwe biguherin.”
 
Di 2001’ê de pêşniyara Peymana Civakî
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi parêzeran re ya di 2001’ê de ji bo jinan ev peyam da: “ Gelo serbixwebûna xwe diparêzin? Divê girandiyê bidin faliyetên demokratîk. Divê rewşa perwerdê pêş bixînin. Bila li her cihên komî pergala dibistanê pêş bixînin. Bila di vir de bi israr bin. Bila akademiyan ava bikin. Yanî divê perwerdeyê xwe bi xwe bikin."
 
Pêşniyara avakirina akademiyên azadiyê Abdullah Ocalan ji bo jinên weqf ava kirin jî got: “Ji bo we weqf ava kir ez we pîroz dikim. Ev pêngavek xweş e. Ev weqf divê ne tenê ya Kurdan, bibe cihê jinên Kurd, Tirk, Ereb. Divê ev der wek Akademiya Azadiyê bê nirxandin.”
 
2002: Pêşniyara Kongreyê
 
Abdullah Ocalan di 2002’an de  di hevdîtina bi parêzerên xwe re ji bo jin xwe pêş dixînin, pîroz kir û  got: “ Min gotibû sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinê. Jin divê tenê xwe neguherin. Divê guherîna mêran jî bigirin dest. Dikarin endamên mêr jî bigirin partiya xwe. Lê divê hinek pîvan hebin. Ez ji wan sê esasan pêşniyar dikim: Ya yekem dîroka jinê, ya duyem şoreşa jinê yanê azadiya jinê, ya sêyem jî peymana civakî. Xebatên wan hene lê bila kûrtir bikin di vê mijarê de. Kongre bi 255 delegeyî pêk anîne. Yanî bûne partiyek tam.  Dayikek jî cih girtiye. Ev gelek erênî ye.”
 
2003: Xilaskirina rûmeta azadiya Bêrîtanê rêgeza min e
 
Abdullah Ocalan Bêrîtanê wiha rave kiribû: “ Keçikek hebû. Bêrîtan. Ji bo teslîmî paşverûtiya Kurdan nebe xwe ji zinaran avêt. Ji gundê Karakoçanê bû.  Pêşmerge dibêjin ‘teslîm be em tiştekî bi te nakin’. Belê ew xeta azadiyê ya ez esas digirim ev e. Lê ew dibêje ‘Ez teslîmî paşverûtiyê nabim’ û azadiyê esas digire. Loma parastina rûmeta azadiya wê jinê deynê mine û  rêgeza min e.”
 
2004: Divê Yekîneyên Jinan ên Azad hebin
 
Di nirxandinên 2004’an de jî wiha gotibû: “ PJA destpêkek baş e. Divê bê pêşxistin. Yên min dizanin dikarin rexne bikin. 8’ê Adarê derbas bû lê ez peyamekê bidim; Ez li ser azadiya jinê hewldanên xwe didomînim. Ez girêdayîna xwe ya ji bo jinan pêşkêş dikim. Ez ji bo kesên ji bo min di nav hewldanan de ne spas dikim. Ez diyar dikim ku ez temînata serkeftina rast a jinê me.  Divê Yekîneyên Jinan ên Azad hebin.  Ez ji bo PAJK vê dibêjm. Roj roja mirin û mayînê ye. Bila li dijî hiyerarşiya 5 hezar salî rêxistinbûnek jinê ya mezin pêk bînin. Ez vê jî bêjim bila di bin navê ‘Koma Jinên Bilind’ (KJB) de xwe rêxistin bikin.
 
Sibê: Di navbera 2005-2009’an ji Îmraliyê perspektîfên jinan