25'ê Mijdarê: Jinwar hem pênaseya parastina rewa û hem jî ya îradeya azad e (9)

  • 09:10 23 Mijdar 2017
  • Dosya
'Jinwar biçûk e lê hêviya jê mezin e'

Civîn Husên

QAMIŞLO - Endama Komîteya Înşakirina Jinwarê Rumet Qamişlo dema ku behsa avakirina gundê Jinwarê ku jinan ava kiriye dike wiha dibêje: " Em li vir bi berxwedana hevpar a jinan têdikoşin ku tundî û qirkirina li ser jinan rawestînin." 
 
Jinwar a ku di kurdî de tê wateya cih ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî. Gundê Jinwarê yê ku li Rojavayê Kurdistanê li Qantona Qamişloyê hatiye avakirin gundê yekem  yê jinan e. Li gundê Jinwarê ku înşakirina wê li ber qedandinê ye di heman demê de ji bo zarokan lê dibistan jî tê avakirin. Li gund şerdê xebatê yê yekem hevkariya jinan e.
 
Em beriya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê Ya Navneteweyî, li komuna gundê jinwarê dibin mêvan.
 
'Jinwar biçûk e lê hêviyên jê mezin e'
 
Endama Komîteya Avakirina Gundê Jinan a Jinwarê Rûmet Qamişlo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî nirxand û wiha got:" Gundê Jinwarê neynika têkoşîna jinê ye û ew ê ji tundiya ku li ser jinê tê kirin bibe  bersiva têkoşînê."
 
Endama Akademiya Jîneolojiyê û di heman demê de endama Komîteya Avakirina Gundê Jinan a Jinwarê Rûmet Qamişlo derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê nêrînên xwe anî ziman. Rûmetê di destpêkê de tundiya li dijî jinê şermezar kir û wiha got:" Bi avakirina gundê Jinwarê em hewl didin ku tundiya li dijî jinê ji holê rake û jiyaneke hevpar ava bikin. Em hewl didin ku bi vê projeyê xeyalên rêhevalên Şehîd û hemû jinên ku azadiyê dixwazin pêk bînin.  Armanca avakarina Jinwarê, ji bo  jiyaneke azad, xweser, ekolojîk û hevpar e. Jin ji bo  zarokên xwe ji hişmendiya desthilatdar a qirêj dûr mezin bikin û ji bo zarokên xwe bi hestên dayikî yên paqij mezin bikin Jinwar hat avakirin. Jinwar cihekî biçûk e lê hêviyên mezin ava dike. "
 
'Ji bo tundiya li ser jinê rabe têkoşînek hevpar hewce ye'
 
Rûmetê bal kişand ser nêrînên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwezaya jinê û wiha berdewam kir:" Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar dike ku xwezaya jinê nêzî xwezaya gunda ye û ew têkoşîna jinê ya hevpar diparêze. Ji bo tundiya li ser jinê rabe têkoşînek hevpar hewce ye."
 
'Deriyê Jinwarê ji bo hemû jinan vekiriye'
 
Rumetê di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Jin ji kîjan netewî dibe bila bibe em cudatiyê naxin navberê û em dibêjin deriyê Jinwarê ji bo hemû jinan vekiriye. Xweparastin mafekî rewa ye loma her jin gerek xwe li dijî tundiyê biparêze.  Gundê Jinwarê hem parastina rewa hem jî nîşandayina vîna azad e. Em dîsa tundiya li ser jinê bi zimanekî tund rexne dikin û em dibêjin azadî di têkoşîna jinan de veşartî ye."