25'ê Mijdarê: Berxwedana parastina cewherî ya ji Rojava li hemû cîhanê belav bû (7)

  • 09:02 21 Mijdar 2017
  • Dosya
Nesrîn Abdullah: Hêza xweser ya jinê esas e
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Fermî ya Yekineyên Parastina Jinê Nesrîn Abdullah beriya 25'ê mijdarê hêza jinê  û parastina cewherî ya li Rojava û Reqayê derketiye holê nirxand û got ku li hemberî tundiya li ser ax û welat û li ser jinê, rista parastina cewherî û rêbaza wê girîng e. 
 
Parastina Cewherî ji sedsala 6'emîn heta niha ji bo jin xwe biparêzin teknîka parastinê ya hatiye avakirinê ye. Jinan li cîhanê li dijî şîdeta mêr parastina cewherî ya rêxistinkirî mezin kirin û ligel vê  li Rojhilata Navîn jî li dijî şîdeta mêr têkoşîna xwe bi yekineyên çekdarî yên avakirine didomînin.  Têkoşîna Yekîneya Parastina Jin (YPJ) li Rojava li dijî DAIŞ'ê bi têkoşîna ku da berê hemû jinên cîhanê da axa Rojhilata Navîn.
 
Nesîrîn Abdullah ya ku  bal kişand ser hêza jinê ya di rizgarkirina Reqayê de wiha got: " Bi rizgarkirina Reqayê û hilweşandina paytexta DAÎŞ'ê gelek jin ji rêbazên tundî hatin rizgarkirin û gav ber bi jiyana azad ve hat avêtin. Çawa ku li Reqayê jinê xwe ji  çarşefên reş rizgar kirin, feraseta xwe jî, ji bin koledariya hişmendiya baviksalariyê rizgar kirin. Li ser vê mijarê berdevka Fermî ya Yekîneyên Parastina Jinê Nesrîn Abdullah nirxandinên girîng kir û bal kişand ser rola YPJ'ê ya li hemberî tundiya li ser jinê û civakê.  
 
'Ji bo parastinê xwerêxisin pêwîst e' 
 
Berdevka Fermî ya YPJ'ê Nesrîn Abdullah pênasekirina tundiyê û rêbaza tunekirina tundiyê wiha nirxand:" Ji bo ku mirov xwe biparêze divê ku mirov xwe nas bike û xwedî sratejiyeke parastinê be. Ji bo tu xwe biparêzî divê tu xwe nas bikî. Parastin  ne tenê meseleyeke bedenî ye, di heman demê de meseleyeke derûnî, fizîkî  û ruhî ye jî. Herî dawî dibe meseleyeke bedenî. Ger ku tu karibî xwe ji aliyê  bedenî ve biparêze lê tu xwe ji aliyê ruhî neparêze dîsa dê kêmasiya parastinê derkeve holê. Ji ber ku her desthilatdar dixwaze kesayetên li gor xwe ava bikin loma di aliyê siyasî, di qada leşkerî û bi awayên wekî din êrîşek tund li dijî civakê her tim tê kirin. Dema ku tu bixwazî xwe biparêzî divê ku tu xwe birêxistin bikî. Loma divê ku jin xwe bi rêxistin bike û hay ji hêza xwe hebe. Li derveyî van rêgezan parastin bê watey e." 
 
'Li gor her merheleyê rêbazê parastinê tê guhertin' 
 
Nesrînê li gor merheleyan li ser parastina rêbazan jî wiha axivî: "Her merhaleyek rêbaza xwe ya parastinê diyar dike. Hinek merhale parastina bedenî dixwaze, hinek merhale parastina derûnî dixwaze loma divê ku stratejiya te ya xweparastinê hebe. Divê ku her dem em xwedî stratejiya xwe ya birêxistinî  bin."  
 
Rizgarkirina  Reqayê çi ava kir!
 
Nesrînê bal kişand ser şerê  Reqayê û wiha domand: "Şerê Reqayê, şerê parastina cewherî bû. Ji ber ku em hêzeke birdozî û rexistinî ne loma em di şoreşa rojava de bi ser ketin. Me weke YPJ'ê bi dehan akademiyên fikrî ava kiriye. Me li Reqayê got encax jin dikarin heyfa jinê bigirin. Me li Reqayê hem jin rizgar kir û hem jî wê fêrî parastinê kir. Bi xelaskirina  DAÎŞ'ê mîrov nikare bêje ku tundiya li ser jinê ji sedî sed bi dawî bû. Dema ku êrîş li ser jinê dihat kirin kesekî jin nediparast. Ez bawer im ne ji artêşa jinê ba dê jinê bi ser neketa. Rizgarkirina erdnîgariyê ne pîvaneke bingehîn e. Divê ku em bikaribin civakeke wekhev  di navbera jin û mêr de ava bikin." 
 
'Jinên  Ereb jî li Reqayê li dijî tundiyê fêrî parastinê bûn' 
 
Nesrînê girîngiya hêza jinê ya hevpar anî ziman û wiha domand:"Ger ku îro sê tabûrên jînên ereb li Reqayê hatibe avakirin ev tê wateya ku serkeftîneke civakî hatiye bidestxistin. Dema ku êrîş li ser jinê hat kirin, ne bavê wê ne eşîra wê ne jî hevserê wê karibû wê biparêze. Loma di dawîyê de jin ya bû cariye, yan jî bû kole. Ger ku me hêzeke leşkerî ava nekiriba û ev hêz çalak neba, wê jinan nikariban xwe rizgar bikiran."
 
'Gerek li dijî tundiyê pergala xweparastinê bê avakirin' 
 
Nesrîn bal kişand ser pergala xweparastinê ya civakî û wiha dewam kir: "Divê hemû civak ji aliyê pergala xweparastinê birêxstin bibin. Ji ber ku feraseta herî baş yek jê birêxistina civakî ye. Dema ku êrîş li Sûriyeyê hat kirin di şevekê de hemû axa Sûriyeyê hat dagirkirin. Çimkî civak li ser esasek rast û saxlem nehatibû avakirin. Divê ku em tecrubeyan ji vanan hemûyan bigirin. Loma jî ne bitenê li Reqayê, li her cihên ku jin li wir in, divê ku mekanîzmaya xwe ya parastinê em ava bikin. Ne bi tenê hêzeke leşkerî, divê ku hêzeke fikrî û rihî jî were avakirin."
 
'Divê her roj 25'ê Mijdarê be'
 
Nesrînê destnîşan kir ku gerek jin her rojan bike rojên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û wiha got:"Divê jin her roj li dijî zilm û zordariya ku li ser jinê tê kirin dengê xwe berz bike.  Têkoşîna azad gerek pîvana jinê be."
'Li hemberî tundiyê, 500 jinên YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan'
 
Nesrînê bal kişand ser berdêlên ku wan ji bo azadiya jinê û civakê daye û wiha pê de çû: " Heta niha 500 hevalên me ji bo azadî û mafên jinê jiyana xwe ji dest dan. Me ne tenê ji bo ku em jinên Kurd biparêzin, ji bo parastina hemû jinan me ev berdêlên giran dan."
 
 Bangewaziya jinan!
 
Nesrînê di dawî de bang li hemû jinan kir ku dev ji têkoşîna xwe bernedin û wiha got. "Encama vê têkoşînê jî rizkarkirina bi sedan jin û axa welat bû. Em weke YPJ mafên hemû jinan diparêzin. Li ku derê dagirkerî hebe, YPJ li wir e."
 
Sibe çîroka jineke ku li dijî şîdetê serî netewandiye.