25’ê Mijdarê: Li Tirkiyeyê ji do heta îro parastina cewherî (6)

  • 09:14 20 Mijdar 2017
  • Dosya
Jinên ‘xwe diparêzin’ têkoşîna parastina cewherî mezin dikin
 
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Mafê parastina cewherî ya li Tirkiyeyê bi kampanyayên derziya mor dest pê kir, têkoşîna ku ji bo mafê parastina jiyanê ya jinan biparêze, veguherî  rêzên çalakiyan. Jinên mafên parastina cewherî bikaranîn, li eywanên dadgehê û girtîgehan her tim heman gotin anîn ziman ‘Min tenê xwe parast.’
 
Rêbaza parastina cewherî ya jinan ji bo jiyana xwe biparêze serî lê dan, dema sûcên tacîz, tecawiz û kuştinên jinan li ber çavan tên girtin wek ferzkirineke jiyanî dertê pêşberî mirovan. Jin rêbaza parastina cewherî li deverên cuda yên cîhanê bi teşeyên cuda pêk tînin. Jinan carna di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de û carna jî li dijî şîdeta sîstematîk a mêr parastina cewherî pêk anîn. Parastina cewherî yekem car di sedsala 6’emîn de dertê pêşberî mirovan. Li gor mîtolojiyê ji aliyê jinên Endonezyayê ve wek hunera lêdanê ku ji vê re Pencak Silat tê gotin, teşeyê parastinê ya bi kêr û çekê tê pêkanînê ye. Li tirkiyeyê jî bi kampanyayên derziya mor ket rojeva jinan. Nevîn Yildirim, Çîlem Dogan û Yasemîn Çakal ku parastina cewherî kirin ji bo hemû jinan bûn sembol.
 
Derziya Mor: Ya we di destê min de dîtiye…
 
Di 2’ê Mijdara 1989’an…  Ji vapura Kadikoy-Karakoyê jinek bang dike: “Ya hûn di destê min de dibînin derziya mor e….’Fîlîz Karakuş a ku bang kir, di gotara ku piştî salan şûnde, destpêkirina kampanyaya derziya mor wiha vedibêje: “ Di sibata 1989’an de civînek femînîstan pêk hat. Di vê civînê de biryara kampanyayan hat girtin. Danezana rizgariya jinan jî di wê civînê de derket holê. Me xwest em li Stenbolê kampanyayekê pêk bînin. Me nîqaş kir.”
 
Dirûşmeyên di wê civînê de derketin holê wihane:
 
‘Şev û kolan mafên jinan e jî’, ‘Şerm neke biqîre, bê deng nemîne derziyê lêde’.
 
Fîlîzê sedema bikaranîna derziya mor jî wiha îfade kir: “ Hevalek bi navê Saadetê pêşniyar kir. Sembola teşîrkirinê bû. Li Mala Jinê ya çandê em hatin cem hev û me bi sedan derziyên mor amade kir. Me 50 jinî derziyên xwe girt û em li vapurê siwar bûn û me metin xwend.”
 
Çoyên sor ên jinên Dêrsîmê
 
Jinên çoyên sor ên bi bandora têkoşîna YPJ’ê derketin holê yekem car li Dêrsîmê hatin naskirin.  Jinek li Dêrsîmê rastî tundî û piştî serî li rêxistinên jinan dan, mêrekî lêdan xwar û hat cezakirin. Li Dîlokê çalakiyên cezakirinê yên bi vî awayî pêk hatin. Piştre jinên zanîngehê jî û li gelek deverên din jinan mêr teşhîr kirin û ceza kirin.
 
Yasemîn Çakal: Ez tenê dizanim min çiqas lêdan xwariye
 
Yasemîn Çakal di 10’ê Tîrmeha 2014’an de hevjînê xwe yên tundiya sîstematîk lê dikir,  neçar ma bikuje û bi zarokê  wê, ew şandin girtîgeha Bakirkoyê.  Yasemînê ji girtîgehê bi hevkariya parêzerên femînîst nameyek şand û  got: “ Vegotin gelek zehmet e. Wek dubare jiyankirina dojehê ye. Di demên ewil de, ez tenê dizanim min çiqas lêdan xwar. Lê dîsa li dadgehê ya hesab dide ez im. Gelo edalet ev e?”
 
Parêzerên femînîst ji bo Yasemîn bê berdan xebatek mezin meşandin. Parêzera Yasemînê Merîç Eyupoglu di parastinê de got: " Yasemînê ji ber şîdeta dîtiye, bi tirsek mezin ji bo xwe û kurê xwe biparêze, Ozkan Kaymakli kuştiye." Piştî parastinê Yasemîn hat berdan.
 
Nevîn Yildirim: Ji bilî kuştinê çareya min nema
 
Li Yalvaç a Ispartayê Nevîn Yildirim di 2012’an de mêrê bi navê Nurettin Dider ku tacîza zayendî lê kiribû, kuşt. Nevînê parastina cewherî pêk anî. Jinan rewşa girtina wê protesto kirin û  di doza 21’ê Îlonê de hat dîtin de Yekemîn Daîreya Yargitayê cezayê muebetê xera kir lê di doza temyîzê de ji bo Nevînê edalet derneket.
 
Çîlem Dogan: Jinek bixwaze dikare ji sifirê dest pê bike
 
Çîlemê li Edeneyê hevjînê xwe yê şîdeta sîstematîk lê dikir, Hasan Karabulut di 14’ê Tîrmeha 2015’an de bi parastina cewherî kuşt. Çîlemê ji rojnamegeran re got ‘Ma her tim wê jin bimrin. Bila hinek jî mêr bimirin. Jinek bixwaze dikare ji nû ve bê cîhanê. Dikare ji sifirê dest pê bikin.”
 
Çîlemê di 20’ê Hezîrana 2017’an de bi kefaletê hat berdan.
 
Hinek jinên din yên parastina cewherî pêk anîn wiha ne:
 
*Di 2016’an de li Torbaliya Îzmîrê Hediye G. Ferhat Durgut yê êrîşê wê kir, bi parastina cewherî kuşt. Li gor îdiayan Ferhat Durgut hatiye mala Hediyeyê û êrîş kiriye. Hediyeyê jî bi 5 guleyan ew qetil kir. Hediyeyê tevlî êrîş vegot jî hat girtin.
 
* Elîf ya li Osmangaziyê dijiya, li cem xizmên xwe rastî şîdet û heqereta hevjînê xwe Suat Kazim hat. Elîfê parastina cewherî pêk anî û Suat Kazim birîndar kir. Suat li cihê bûyerê mir.  Elîfê zaroka xwe ya du salî teslîmî dayika xwe kir û hat girtin.
 
*Behiye O. ya li Îzmîrê dijî, Suleyman O. yê şîdeta sîstamatîk lê dikir bi parastina cewherî  pêk anîn. Behiyeyê ji bo parastina cewherî got ‘Heta îro her tim wî dikir, îro jî min kir.’
 
*Demet Y. ya 19 salî li gundê Gêla Amedê jiya  Zekî Ç. yê xwe ezeb nîşan da û piştî hat hînbûn zewicandiye, xwest dest jê berde. Lê Zekî Ç. nexwest dest jê berde û bi tecawiz û mirinê tehdîd kir. Şantaj li Demetê hat kirin û mêr hewl da tecawizî wê bike.  Demetê jî ew bi kêrê kuşt. Demetê di îfadeya xwe de got ‘Min tenê xwe parast.”
 
*Ozlem a li Zonguldakê dijiya, ji aliyê Mustafa Ozdemîr ê veqetiya bû her tim rastî tehdîd û tacîzê dihat. Mustafa di 17’ê Çilê de hewl da Ozlemê birevîne.
 
Ozlemê jî ji bo xwe biparêze Mustafa kêr kir.
 
SIBÊ: Qêrîna parastina cewherî ya ji Rojava bilind bû