25’ê Mijdarê: Ez bi nivîsên xwe dibêjim ‘tu ne tenê ye’ (4)

  • 09:39 18 Mijdar 2017
  • Dosya
‘Gotina ‘jin hene’ ne tenê dirûşme ye’
 
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Nivîskar Seray Şahîner rêbazên parastina cewherî yên  ku ji bo jin jiyana xwe biparêzin serî lê dide, kir mijara pirtûkên xwe û wiha got: “Wekî ku ez  dinivîsim ez hewl didim ku bijîm jî.”
 
Nisîvkar Seray Şahîner ku şîdeta li ser jinê di pirtûkên xwe de kir mijar, bi zimanê xwe yê ku şîdetê teşîr dike, di esasê de parastina xwe ya cewherî jî dike. Beriya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şîdeta Li ser Jinê ya Navneteweyî em bi Serayê re axivîn û  diyar kir ku ew wek nivîse hewl dide bijî.
 
‘Dema mêr şîdetê pêk tîne munferît dibe’
 
Di pirtûka bi navê Antabus ya Serayê de jina bi navê Leyla Taşçi ku rastî şîdeta mêr hat û parastina cewherî bikaranî û zimanê serdest ê mêr ê çapemeniyê jî kir mijar, di cîhana nivîsê de cihê xwe saxlem kir û got şîdet têgeheke têkildarî ‘mêrtiyê’ de ye.
 
Serayê zimanê normalkirina şîdetê ya çapemeniyê rexne kir û wiha got: “Dibêjin ‘hevjîna xwe kuşt.’ Lê ji bo mêrê ev pêk aniye sifatek nayê danîn. Lê dema jin vê bike her cureyê sifatên heqeretê tên zêdekirin.  Dema mêr şîdetê pêk tîne munferît dibe. Destpêka esas a şîdetê ziman e. Min her tim bertek nîşanî vê yekê daye.”
 
‘Ez bi nivîsên xwe dibêjim ‘hûn ne tenê ne’
 
Serayê ku dozên qetilkirina jinan jî dişopîne di berdewamiyê de wiha daxuyand: “Jinên bi dirûşmeyên xwe salonên dadgehê dihejînin hene. Ez jî dixwazim yek ji wan jinan bim. Ez dixwazim li gel jinan bim. Ez diçim dozên jinên parastina cewherî kirine. Herî dawî ji bo Nevîn Yildirimê çûm Enqereyê. Jinên em qet nas nakin jî li wir in. Li maf digerin. Jinên parastina cewherî kirine ‘ne tenê ne xwişkên me ne’. Ez jî bi nivîsên xwe vê yekê dibêjim. Jinên li mafên xwe digerin divê bên berdan. Jinên li dijî şîdetê têkodikoşin gelek hêviyê didin. Ez ji van çalakiyan vê yekê fêm dikim. Gotina ‘jin hene’ ne tenê dirûşme ye. Ev gelek hêviyê dide min.” 
 
Seray Şahîner kî ye?
 
Di 1984’an de li Bursayê hat cîhanê. Li Stenbolê mezin bû.Li Dibistana Seretayî ya Oruçgazî xwend. Lîse jî li dibistana Anadolu ya Pertevniyal xwend. Di 2003’an de Fakulteya Ragîhandinê ya Zanîngeha Stenbolê beşa rojnamegeriyê qezenc kir. Heman salê ket Kovara Paldir Kultur de û di wir de sê salan xebitî.  Di lijneya weşana Kovara Aylak Oyku de cih girt.  Bi hevalên xwe re fanzînên Kaygan Zemîn û Kara Kutu amade kir. Di Kovara Marîe Claîre de di karê nivîsê de xebitî. Senaryoyên rêzefîlmên TV nivîsî. Her wiha di konfeksiyonê de xebitiye, garsonî jî kiriye. Çîroka wê ya ‘Gelîn Başi’ jî  di Xelatên Çîrokan a Yaşar Nabî Nayir de xelat girt.
 
SIBÊ: Jinên li dijî şîdeta asîmîlasyonê zimanê xwe parastin