Polîtîkaya xespê ya li Kurdistanê: OHAL, KHK, Qeyûm (3)

  • 09:18 30 Cotmeh 2017
  • Dosya

Êrîşên li dijî navend û qezencên jinan zêde bûn

AMED - Qeyûmên ku navendên jinan girtin, xebatkarên jin ji kar derxistin, navê navendên jinan guhertin, li gorî xwe dîzayn kir û  xebatên 37 navendên jinan ên 85 şaredariyên DBP’ê da sekinandin.
 
Qeyûmên êrîşî qezencên jinan kirin, li her navend û navçeyê navendên jinan girt û li gorî ku ji armaca  wan re xizmetê bike dîzayn kir. Bi vî awayî wek Mêrdîn û Wanê li bajarên din jî qeyûm tayîn bûn, şaredarî ji aliyê polîsan ve veguherîn qerekolan. Herî dawî AKP’ê bi qanûna miftitiyê rayeya birîna mehrê da meleyan. Bertekên jinan ên li dijî vê yekê her diçin zêde dibin.
 
Li navenda jinan mehr hat birîn
 
Qeyûm rola ku AKP di cih de dibîne li jinan ferz dike û li Cizîrê, li Sîlopiyê jî navendên jinan ji bo vê rolê ava bike bi kar tîne. Qeyûman li navendên jinan kar û barên birîna mehrê pêk anî û navendên jinan jî dewrê baskên jinan ên AKP’ê kirin. Navend ji aliyê emniyet û cendermeyan ve tên kontrolkirin.
 
 Navendên xebatên wan hatin sekinandin û îcratên wan ên nû:
 
*Qeyûmê ku tayînî şaredariya Êlihê bû Midûriyeta Polîtîkayên Jinan bi Midûriyeta Karê Civakî ve girê da û Navenda Jinan a Selîs û Atolya Jinan a Hêvî girt. Her wiha naveroka navendên jinê hat guhertin. Kompleksa sporê jî veguhertin navenda sporê û ji destê jinan hat girtin.
 
*Xebatkarên Serokatiya Daîreya jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatin îxrackirin û mêr tayînê Midûriyeta Têkoşîna li Dijî Şîdetê hat kirin.
 
*Midûra Polîtîkayên Jinan a Nisêbînê hat îxrackirin. Navenda Jinan a Gulşîlav hat girtin. 
 
*Tabeleya Navenda Jinan a Nûrda ya Qoserê hat daxistin û xebatkar ji kar hatin derxistin. Xebatkarên yekineyên jinan hatin îxrackirin. Navê Navenda Jinan a Nûda jî kirin Hanimelî.
 
*Xebatkarên Navenda Jinan a Peljînê ya şaredariya Dêrikê ji kar hatin derxistin. Navenda jinan ji aliyê qeyûm ve hat girtin.
 
*Navenda Jinan a Çîçekê ya Şaredariya Kerboranê hat girtin.
 
*Xebatkarên Navenda Jinan a Rewşenê ya Şemrexê ji kar hatin derxistin û xizmet hatin sekinandin.
 
*Qeyûmê tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû, serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan fes kir. Stargeha Jinan girt. Projeyên jinan dan sekinandin.
 
*Qeyûmê tayînî şaredariya Artemîtê bû, tabeleya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan jê daxist û  kirin yekitiniya xizmetê û mêr tayînê wir hat kirin.
 
*Qeyûmê tayînî şaredariya Erdîşê bû Midûriyeta Polîtîkayên Jinan bê bandor hişt. Atolyeya Buka Baranê girt. Qrêşa Zarokan a Helîn Şen jî hat girtin.
 
*Qeyûmê tayînî şaredariya Bêgiriyê bû mala xwarinê ya jinan girt.
 
*Qeyûmê tayînî şaredariya Îpekyolu bû, Midûriyeta Xizmetên Jinan girt. Xizmet û projeya Navenda Jinan a Maya girt. Telefona yekineya têkoşîna li dijî jinan hat desteserkirin. Projeya yurda ji bo xwendekaran hat girtin. 
 
*Li Payîzava jî qeyûm Qrêşa Zarokan a Xeyrî Şinik girt û bi miftitiya navçeyê re girêda.
 
*Qeyûmê tayînî şaredariya Şirnexê bû, Navenda Çanda Cudî û Navenda Jinan a Zahîde girt. Her wiha dawî li karê civaknasa Midûriyeta Polîtîkayên Jinan anî.
 
*Qeyûmê tayînî şaredariya Cizîrê bû Midûriyeta Polîtîkayên Jinan fes kir û Navenda Jinan a Stitiya Zîn jî girt.
 
* Xebatkarên Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Sêrtê hatin îxrackirin. Qeyûm Navenda Jinan a Berfînê jî girt.
 
*Qeyûmê tayînî şaredariya Xelfetiyê bû xebatkarên Navenda Jinê ji kar derxistin.
 
*Navenda Jinan a Sema Yuce, Navenda Tipê ya Ayşenurê Zarakolu, Qrêş û Mala Cilşoyê ya Bazidê hat girtin.
 
*Qeyûmê tayînî şaredariya Akdenîza Mersînê bû Navenda Jinan a Îştarê girt.
 
*Qeyûmê tayînê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan girt û 35 xebatkarên jin ên girêdayên serokatiyê jî ji kar derxistin.
 
QEDYA.