Komkujeyek li dijî aştiye hat organîzekirin: Edaleta di sala duyemîn de jî pêk nehat (3)

  • 11:08 8 Cotmeh 2017
  • Dosya

'Delîl gelekin, lê ji darazê kesekî li ser van delîlan dozê veke  tune ye' 

 
ENQERE - Parêzer Nuray Ozdogan derbarê sala duyemîn a komkujiya 10'ê Cotmeha de diyar kir ku derbarê lêpirsînê de gelek delîl hene lê kesekî wêrek yê ji darazê karibe li ser van delîlan dozê veke tune ye.
 
Di ser Komkujiya ku bi hevkariya dewletê û DAIŞ'ê di 10'ê Cotmehê de li dijî Mîtînga Aştiyê ku ji aliyê DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê hat lidarxistin re du sal derbas bûn. Di du salên ku pêvajoya şer giran bû de, li Kurdistanê jî polîtîkayên îmha û komkujiyan ketin dewrê.  Welatiyên ku di 10'ê Cotma 2015'an de ji bo Mîtînga "Ked, Aştî û Demokrasiyê" hatin Gara Trenê ya Enqereyê daxwaza xwe ya aştiyê bi pankarta li ser "Me gelek bêriyê kiriye ku em li rûyê asîmanan bê xwîn binêrin" nivîsandibûn. 
 
Parêz Nuray Ozdogan a ku derbarê doysyaya 10'ê Cotmehê de agahî da wiha got: "Piştî parastina li dijî lêpirsînê bi dawî bibe wê tora têkiliyan jî deşîfre bibe. Lê siyaset û daraz li dijî vê li ber xwe didin. Dosyaya derbarê dozê de bi daxwaza "bersûc ev in em ê wan ceza bikin' tê rêvebirin."
 
'Ger ku dewletê bixwesta dikaribû komkujî asteng bikira'
 
Nuray diyar kir ku ew derbarê lêkolîna li ser dosyayê de ne li cihê dixwazin lê bin e û wiha got:"Dema ku mexewet  piştî komkujiya li Pirsûsê komkujiyê din yên ku pêk hatin lêkolîn bikin me dît ku di ronîkirina bûyerê de sersariya dewletê heye. Aşkere ye ku van kesên ev komkujî pêk anîne ji aliyê îstiqbarata dewletê ve hatine şopandin. Ev jî tê wateya ger ku dewletê bixwesta dikaribû ev komkujiyên ku pêk hatin asteng bikira. Di lêpirsînê ku wekî aliyê mexdûr me xwest bikin de jî em bi astengiyên dewletê re rûbirû hatin." 
 
'Kesekî ji darazê bi wêrekî karibe dozê veke tune ye'
 
Nuray diyar kir ku mufetiyşê got "Raporê lêkolîn bikin" jî derbarê îhmalê de ti lêpirsîn nedaye destpêkirin û ev tişt got: "Ger ku parastina li dijî lêpirsînê bi dawî bibe wê tora têkiliyan jî deşîfre bibe. Lê daraz û siyaseta heyî li dijî vê li ber xwe didin. Dosya bi hişmendiya "Bersûc ev in em ê wan darizînin û dosyayê bigirin" tê rêvebirin. Em wekî komîsyona parêzeran derbarê berpirsiyariya raya giştî de di nav hewldanê de ne. Delîl zêde ne lê ji dearazê kesekî li ser van delîlan wêrekiyê nîşan bide û dozê veke tune ye."
 
QEDIYA