19'emîn sala komployê: Berxwedana ji taritiyê berbi ronahiyê ve dimeşe (4)

  • 09:02 8 Cotmeh 2017
  • Dosya

'Hêzên komploger neçar man helwestek cuda nîşan bidin'

 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatiye nirxand û diyar kir ku  Abdullah Ocalan bi refleksa nîşan daye komplo vala derxistiye. Leylayê der barê asta niha de axivî û got: "Tevgera herî rêxistinkirî ya li Rojhilata Navîn tevgera Azadiya Kurd e. Hêzên komploger îro li dijî tevgera Kurd neçar man ku helwestek cuda nîşan bidin."
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê komplo nirxand û da zanîn ku jin, ciwan û gelê Kurd ji bo komployê vala derbixin wek berê îro jî kampanyayên xwe wê bidomînin.
 
'Komployek li dijî şikandina hêzê bû'
 
Leylayê bi lêv kir kir ku komploya 9'ê Cotmehê ji aliyê welatên wekî DYA, Îngîlîstan û Israîlê ve hatiye plankirin û ev tişt vegot: "Armanca esas a komployê li Rojhilata Navîn dîzanek nû bû.  Li dijî vê pergalê Birêz Ocalan proje amade kir û bû çareserî. Ji bo vê xwestin Birêz Ocalan ji holê rabikin û tevgera azadiya Kurd tasfiye bikin. Komployek li dijî şikandina hêzê bû."
 
'Tevgera Kurd roj bi roj pêş ket'
 
Leylayê destnîşan kir ku Kurdan ewil sedema pêkhatina komployê fêm nedikirin  û  pêvajoya dîrokî bi awayekî zelal nîşan da ku çima komplo pêk hatiye.Tevî 19 salan nêzîkatiyên li hemberî têkoşîna Kurd neguherîn. Di 19 salan de têkoşîna Kurd pêşketinên mezin jiya. Di esasa perspektîfa Abdullah Ocalan de jiyanek nû hatiye avakirin. Ji ber vê yekê jî welatan neçar man nêzîkatiya xwe biguherin. Îro tevgera herî mezin a li Rojhilata Navîn Tevgera Azadiya Kurd e."
 
'Birêz Ocalan komplo vala derxist'
 
Leylayê bi lêv kir ku Birêz Ocalan li Îmraliyê 10 cîlt pirtûk derxistiye û sedema komploya navneteweyî û hedefên wê bi berfirehî vedibêje. Leylayê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Nokteya din ya di pirtûkan de a girîng hevoka 'xwestin min ji holê rakin' bû. Tevî hemû hewldanan bi refleksa Abdullah Ocalan daniye holê komplo vala hat derxistin.  Dema Abdullah Ocalan radestê Tirkiyeyê hat kirin serokwezîrê demê Bulent Ecevît bû. Ecevît gotibû 'belê radestî me kirin lê em nizanin çima teslîmî me kirine'."
 
Leylayê diyar kir ku gelê Kurd li dijî komployê çalakiyên cuda pêk anîn û ev jî bi pêşengiya jinan û zarokan bû û wiha pê de çû: "Ji ber komployê bi sedan ciwanî bedena xwe da ber agir.  Bi çalakiya 'hûn nikarin roja me tarî bikin' bertekên xwe nîşan dan.
 
Birêz Ocalan xwedî wesfa Rêbertiyê ye. Ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn rêbertî kiriye. Îmha û komploya li dijî Birêz Ocalan li dijî gelê Kurd pêk hatiye. Li Ewropayê li her derê cîhanê mirov daketin kolanan û bertek nîşan dan.  Me tecrîda Îmraliyê neşikand.Em di vî alî  de xwerexnedayîna xwe didin. Niha Birêz Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.  Mirov ev 19 salin di 9'ê cotmehê de û 15'ê Sibatê de bertekên xwe nîşan didin."
 
'Wê teqez azad bibe'
 
Leylayê di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Rakirina komployê jî girêdayî azadiya Birêz Ocalan e. Tevgera jinan a azad, gelê Kurd û ciwan ji bo Ocalan azad bibe wê kampanyayan bidomîne û teqez azad bike."
 
Qedya…