Bi 'Jin jiyan azadî' ber bi 25'ê Mijdarê ve (6)

  • 09:06 22 Mijdar 2023
  • Dosya
 
Rûken Ehmed: Navnîşana çareseriyê Îmralî ye
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Endama Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star Rûken Ehmed ku yek ji kesên îmze avêt Însiyatîfa Têkoşîna Li Dijî Kuştinên Jinan û Dagirkirinê ya Ji bo Aştî û Ewlehiyê, diyar kir ku hêzên serdest dixwazin nexşerêya Rojhilata Navîn biguherin û got: “Rola jinênKurd, jinên Ereb, jinên Rojhilata Navîn a di şoreşan de hat dîtin. Navnîşana hemû pirgirêkan Îmralî ye. Birêz Abdullah Ocalan e."
 
Ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî, Endama Buroya Têkiliyên Dîplomatîk ya Kongreya Star Rûken Ehmed ku yek ji kesên îmze avêt Însiyatîfa Têkoşîna li Dijî Kuştinên Jinan û Dagirkirinê Rûken Ehmet pirsên me bersivand.
 
*Li aliyekî êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li aliyê din şerê di navbera Hamas-Israîlê û li aliyê din jî serhildanên li Rojhilatê Kurdistan, Îran û çalakiyên li Afganîstanê. Hûn vê tabloya Rojhilata Navîn çawa şîrove dikin?
Rojhilata Navîn di pêvajoyek nû de derbas dibe. Krîzên li Rojhilata Navîn xwe dispêrin sedsalan. Her tim mudaxale hebûn. Bi van mudaxaleyan rewşên nû û krîz derketin holê. Pergalên dixwestin xwe ava bikin li ser gelan jinan û zimanan xwe ava dikin. Ev jî dibû sedema şer û kaosê. Bi taybet ev 10 sal in şerên li Rojhilata Navîn derketin asta jor. Gel li dijî serdestan têkoşîna xwe dimeşînin.
 
Taybetiyên cuda yên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebû. Heta îro gelek krîz li Rojhilata Navîn hatin jiyîn û tevî krîzan projeya çareseriyê rola xwe dilîze. Ji ber vê jî her tim di hedefa êrîşan de ye. Hêzên hegemon ji xeta riya sêyemîn a gelan ditirsin. Di bin navê demokrasiyê de êrîş dikin. Dixwazin nexşerêya Rojhilata Navîn biguherin. Kaosa Iraqê çareser nebû. 20 sal in li Afganîstanê çareserî pêk nehat. Talîban dîsa Afganîstan girt. Li Fîlîstînê krîzek pergalê heye. Wek Serokatiyê got sedsala 21’ê sedsala jinê ye. Jin di vê çarçoveyê de rolek mezin dilîzin.
 
*Di hedefa şeran de jin û bedena jinê heye. Jinan li Rojhilata Navîn çi jiyan û çi tê jiyîn?
 
Rola jinên Kurd û Ereb, jinên Rojhilata Navîn di vê pêvajoyê de hat dîtin. Li Rojhilata Navîn jinan bandor li hev kir. Jinan rewşa tê de qebûl nekirin û îtîrazên xwe bilind kirin. Hêzên hegemonîk çeteyên îslamî yên radîkal ên wek DAIŞ’ê derxistin holê. DAIŞ û Talîban mînakên herî ber bi çav in. Sedema piştgiriya ji bo van tên dayîn hedefgirtina destkeftiyên jinan e. Ji ber vê jî dengê jinan bilind bû.
 
Li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê bi dehan hevalên me bi destê DAIŞ û Tirkiyeyê hatin îşkencekirin. Jin ji ber rola çalak û xebatên meşandin hedef hatin girtin. Di serî de hevala Hevrîn Xelef gelek hevalên me wisa hedef hatin girtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên jinan û şoreşa pêş ketiye hedef tê girtin. Dîsa Nagîhan Akarsel li Başûr bi 11 guleyan hat qetilkirin. Evîn Goyî li Parîsê hat qetilkirin. Li Afganîstan û Tunusê jinên têkoşîna maf dan hatin girtin. Li Misirê jinên li berxwe didin hatin îşkencekirin. Li Tirkiyeyê piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê qetilkirina jinan zêde bû.
 
*Li Rojhilata Navîn jin ji şoreşê re pêşengiyê dikin? Ev rewş wê ji bo Rojhilata Navîn encamên çawa derxe holê?
 
Şoreşa Rojava li ser hîmekî vala nehat avakirin. Hîmê azadiya jinê 50 sal in bi felsefeya Abdullah Ocalan tê avakirin. Ji ber vê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ jiyanek nû hat avakirin. Vê şoreşê li Rojhilatê Kurdistanê bandorek mezin kir. Bandor li gelên Îranê kir. ‘Jin jiyan azadî’ piştî Jînayê derneketiye holê. Hîmê wê yê dîrokî heye. Di têkoşîna jinên Kurd de li her derê hebû.
 
Îro bi jinên Afgan re têkiliya me heye. Dixwazin rê û rêbazên têkoşînê ji me hîn bibin, rêxistibûnê hîn bibin. Jinên Afgan xwedî tecrubeyek mezin in. Em her tim bi wan re di têkiliyê de ne. Ev serkeftin ne tenê serkeftina jinên Kurd e, ya jinên Ereb ya Suryaniyan e. Felsefeya hat afirandin e ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinan e. Em tecrubeyên der barê jin jiyan azadî de parve dikin. Em ji wan jî tecrubeyan digirin. Li Rojhilata Navîn pirsgirêka herî mezin rêxistibûn e. 
 
Tu pirsgirêk bêyî têkoşînê çareser nabe. Derfetên di desten jinên li Ewropayê de di destê jinên Rojhilata navîn de tune ye. Ji ber vê jî divê em piştgiriyê bidin hev, bi hev re tevbigerin û li dijî tundiyê deng bilind bikin.
 
*Bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ navê jina Kurd carek din hat bihîstin û li dîrokê hat nivîsin. Hûn rola jinên Kurd a li Rojhilata Navîn çawa dinirxînin? Ji pêşerojê re çawa pêşengiyê dike?
 
 
Em şoreşa xwe dispêrin berxwedanên jinên dîrokê. Rêber Apo pêşengê felsefeya ‘jin jiyan azadî ye’. Gelek dewletan xwest vê tune bikin. Pêşengê vê felsefeyê 25 sal in girtiye. Felsefeya ‘jin jiyan azadî’ felsefeyek ku 50 sal in têkoşîna wê tê dayînê ye. Jinên Kurd bi berxwedanê bûne sembol. Di dîrokê de ev her tim wisa bû. Jinên Kurd di rêxistibûnê de xwedî rolek girîng in. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek jin di perwerdehiya serokatiyê de derbas bûn û di tevgera azadiya jinê de cih girtin. Vê jî bandorek mezin kir û destkeftiyek mezin di şoreşê de afirand.
 
Şoreşa Rojava li cîhanê bû mînak. Şoreşek enternasyonal bû. Jin ne tenê di şoreşa Rojava de li hemû qadan bûn pêşeng. Di qada tenduristî, perwerde, leşkeri û civakî de bû pêşeng. Kotaya ji sedî 50 ku li tu derê tunebû li Rojava pêk hat. Ev mînakek girîng e. Ji ber vê jî îro jin hedef tên girtin. Bi destê dewleta tirk êrîş pêk tên. 
 
*Di 12’ê Cotmeha 2020’î de bi îmzeya gelek sazî û rêxistinên jinan li Rojhilata Navîn bi navê Însiyatîfa Têkoşîna Li Dijî Kuştinên Jinan û Dagirkirinê ya ji bo Aştî û Ewlehiyê ava kirin. We jî îmze avêtê. Hûn dikarin der barê vê de nêrînên xwe bêjin? 
 
Li Lubnanê me bi pêşengiya Komeleya Jîn Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Kuştinên Jinan û Dagirkirinê ya ji bo Aştî û Ewlehiyê ava kir. Ji kaos û şerê Rojhilata Navîn herî zêde jin bi bandor dibûn. Li ser hewcedariyê ev însiyatîf hat avakirin. Tundiya li ser jinê gihiştiye qirkirinê. Di şexsê jinên pêşeng de dixwazin îradeya jinan bişkînin. Di însiyatîfê de ji 12 welatî 42 rêxistin cih digirin. Em der barê îşkence û şer de gelek dosya amade dikin. Lê mixabin gelek caran nagihêje cihê xwe. 
 
Divê li dijî tundiya li ser jinan têkoşîna hevpar bê dayîn. Em li ku dibin bila bibin êşa me jinan yek e, tiştên em dijîn yek e. Ji ber vê divê me ev însiyatîf ava bikira. Tiştên ku jin li Rojhilata Navîn dijîn dişibin hev. Ji bo jiyaneke demokratîk bê avakirin divê jinên Rojhilata Navîn hêza xwe bikin yek. Divê piştgiriyê bidin hev.
 
Me wek însiyatîf ji hev piştgirî xwest. Me daxuyanî dan. Me civînên onlîneyê kirin. Me carna piştgirî da Fîlîstînê carnan da cihên din. Me ji hev piştgirî xwestin. Em li ser navê însiyatîfê ji cihên têkildar re nameyan dişînin. Em di nameyan de dixwazin ku hesabên îşkence û sûcên mirovahiyê bên pirsîn. 
 
*Navnîşana çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn li ku derê ye û hûn çawa dibînin?
 
Pergala emperyal û hegemon dixwaze nexşerêya Rojhilata Navîn biguherîne. Bi peymanên wek Sykes Pîcot û Lozanê  nexşerê guhertin. Welatên Ereb hatin parvekirin, Kurdistan li 4 parçeyan hat veqetandin û dewleta Israîl hat avakirin. Li Rojhilata Navîn netew dewlet hatin avakirin. Îro jî dixwazin bi rêxistinên radîkal mudaxaleyê Rohilata Navîn bikin. Ev ji bo civakan xetereyek mezin e. Êzidî hatin qirkirin. Niha xetere li Fîlîstînê, Lîbyayê ye. Gelo çi karê Tirkiyeyê li Libyayê heye? Hêzên emperyal dixwazin hebûna xwe wisa bidomînin. Çareseriyek pirsgirêka li Rojhilata Navîn heye. Navnîşan Îmralî ye û Birêz Abdullah Ocalan e.
 
*Ber bi 25’ê Mijdarê ve peyama we ya ji bo jinên cîhanê çiye?
 
Jin her tim bi rêbazên cuda hedef tên girtin, tên qetilkirin, mafên wan tên xespkirin. Destkeftiyên jinan ji aliyê serdestan ve hedef tê girtin. Ji ber vê jî daxwaza me banga me ev e ku hemû jin hêza xwe bikin yek û destkeftiyên xwe biparêzin, bibin hevpar û têkoşîna xwe mezin bikin.