Azadiya jinê (3)

  • 09:13 15 Mijdar 2023
  • Dosya
 
Parqên Çanda Jinan a Azad
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi nirxandina ‘Ji bo jinan li bajaran ne stargeh divê qadên azadiyê bên afirandin. Parkên Çanda Jinan a Azad dikarin bên avakirin.’ balê dikşîne ser girîngiya qadên jiyanê ya ji bo jinan.
 
Ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî em tespît û nirxandinên Abdullah Ocalan didin. Di vê beşê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan balê dikşîne ser qadên jiyanê yên jinan.
 
Partiyên Azadiyê ya Jinan
 
Abdullah Ocalan vê sedsala em dijîn pêvajoya ku îradeya jinê bilind bûye digire dest û dibêje: “Di vê sedsalê de îradeya jinê ya azad bilind bûye. Belkî jî di vê sedsalê de divê saziyên mayînde yên jinan bên avkairin. Hewcedarî bi Partiya Azadiya Jinan heye.”
 
Parkên Çandî yên Azadiyê ya Jinan
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku pratîkirina rêgezên polîtîk û îdeolojîk ên esas ên azadiyê divê peywirên partiyan bin û dibêje: “Ji bo jinan li bajaran ne stargeh divê qadên azadiyê bên afirandin. Parkên Çanda Jinan a Azad dikarin bên avakirin. Ji ber malbat zarokên keç perwerde nakin û hewce bi Parqên çandî yên Jinan ên Azad hene.
 
Bê jinan jiyan nabe 
 
Bê jinan jiyan nabe. Lê bi jina heyî re jî jiyan nabe. Jin hatiye kolekirin. Têkiliya jin û mêr têk çûye. Ji ber vê jî ji vê kaosê derketin bi têkoşînê pêkane. Divê li dora jina azad hêza mezin bê afradin. Bê jinan jiyan nabe. 
 
Zêdetir serjimar zêdetir sermaye
 
Pirsgirêka serjimarê girêdayê malbata zayendperst û jinan e. Zêdetir serjimar zêdetir sermaye ye. Jintiya malê fabrîqeya serjimarê ye. Pergal herî zêde hewce bi vê qadê dibîne. Mixabin malbat xistine bin serdestiya tekelê. Hemû zehmetî li ser jinan hatiye barkirin û mal jî diyariya herî mezin a pergalê ye. Serjimar zêde dibe herî zêde jinê mahf dike. Ev di îdeolojiya xanedaniyê de jî wisa ye.
 
Ji dîrokê heta îro  jin wek alava îstîsmarê hatiye bikaranîn. Jin îro dema herî krîtîk a dîrokê ya binpêkirinê dijî. Di statuyên heyî de jiyan bi jinê re gelek şaş û nebaş e. Ji zarokatiya min de ev mijara min a herî li ser disekinime. Bi jina di statuya heyî de jiyîn e. Ev jiyan jiyaneke ku jin zayendî tê dîtinê ye. Jin heybeteke xwezayî ya ku divê pîroz be. Lê sermaye û mêran jin xistine bin tekela xwe û ewqas qirêj kirine, kirine fabrîqeya serjimarê. 
 
Heta têkiliya di navbera jin û mêran de baş neyê fêmklirin tu pirsgsirêk baş nayê fêmkirin û çareserkirin. Di esasa pirsgirêkên civakî de pirsgirêka têkiliya jin û mêr heye. Di civakên hiyerarşik de zewaca yek alî tê ferzkirin. Di vir de hîmê koletiya mayînde jî tê avêtin. Koletiya vê qadê protîfa binpêkirin û koletiya civakî ye. Berovajî vê têkoşîna li dijî koletî û binpêkirinê jî esasa wekhevî û azadiyê ye.
 
Rêbazeke ji jinê bêpar, têkoşîneke azadî û wekheviyê ya ku jinan nagire navenda xwe, nikare heqîqetê fêm bike û wekhevî û azadiyê pêk bîne. 
 
Divê armanca jiyanê bê lêpirsînkirin
 
Venasîna jinê, rola wê ya di jiyana civakî de divê baş bê diyarkirin û ev ji bo jiyanê esas e. Wek hebûn venasîna têgeha jinê girîng e. Dema jin bê venasîn mêr jî tê venasîn. Ji mêran derketin û venasîna jin û jiyanê wê ne venasînek rast be. Hebûna jinê di astek navendî de ye. Di alî biyolojîk de jî ev wisa ye. Pergala serdet a mêr jin heta ku ji destê wan hatiye tune kiriye û paqij kiriye. Xweza jiyanê girêdayê jinê ye. Dema jin ji civakê bê dûrxistin berovajî vê dertê holê. Mêr bi awayekî çavsor di şexsê jinê de êrîşê jiyanê dike. Dijminahiya mêr a li dijî jiyanê girêdayê rastiya civakî ya lê dijî ye. Divê armanca jiyanê bê lêpirsînkirin.
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku divê ji desthilatdariya hegemonîk a serdest a mêr jin xwe rizgar bikin û got statuya heyî  agahiya ku dawiya jiyan û jiyana jinê tê, tê dayîn.
 
Abdullah Ocalan pirsgirêkên desthilatdariya hegemonîk ên derxistine holê bi van sernavan rêz dike:
 
“* Serjimar êdî gerdûnê dibezîne û cureyên zindiyên din xistiye bin tehdîdê. Ev terza jiyanê roj bi roj xweza û ekolojiyê tehdîd dike.
 
*Di civakê de rê li ber tundiya desthilatdariyê ya bê sînor vedike. Asta mîlîtarîzmê vê rastiyê baş venabêje.
 
*Zayend veguheriye alava îstîsmarê ya bi xof. Li ser zayednda jinê zext û binpêkirinên mezin pêk tên.
 
*Her diçe jin tên binpêkirin û dibe alava zayendê, hêza erzan a kar.
 
*Li ser jinan qirkirineke çandî tê meşandin.
 
*Di şertên wisa de civakek nexweş dertê holê. Civaka jinan a bê wate tê wateya civaka bê wate.
 
Bi jinê re jiyana azad
 
Abdullah Ocalan ji bo jiyaneke azad a bi jinê re bal dikşîne ser van nokteyan:
 
“*Hewce bi têgeha hevjiyana ekolojîk heye. Di asta civak gihiştiyê de jiyana azad a bi jinê re ferz dike. Sosyalîzma rast bi jinê re di esasê jiyana azad de dikare bê avakirin.
 
*Ji bo vê divê li dijî desthilatdariya serdest têkoşîn bê dayîn. Hevjiyana azad bi vê pêkan e.
 
*Heta jiyana zayendperest a civakî neyê tasfiyekirin hevjiyana azad jî pêk nayê. 
 
*Divê wekheviya civakê esas bê girtin û di van şert û mercan de hevjiyana azad a bi jinê re pêkan e.
 
*Dema jin ji alava binpêkirinê derkeve, ji hêza kar a erzan bê derxistin, ji alavbûnê bê derxistin wê hevjiyana azad a bi jinê re pêkan be.
 
*Civak encax di van şert û mercan de dikare veguhere civaka azad û hevjiyana azad.”