Berbi 8’ê Adarê ve jin vedibêjin… (3)

  • 09:01 2 Adar 2021
  • Dosya
 
‘Ez vê jiyanê ji zarokên xwe fêr bûm’
 
Gulşen Koçuk
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek jiyan, gelek jin gelek têkoşîn… Yek ji van jî Sultan Ugraş a 72 salî ye. Sultan wiha dibêje: “Hewce nebû ku hinek ji min re tiştekî vebêjin. Piştî min ev dîtin min ji bo Kurdistanê têkoşîn da. Vê jiyanê ji zarokên xwe fêr bûm.”
 
Dixwaze temen 7 be, 20, 40 û 70 be. Di her temenî de gelek tiştên hatine jiyîn hene. Hinek xeyalan hinek windahiyan hinek têkoşîn hinek serkeftinê vedibêjin. Yek ji van çîrokan a bi nirx a Sultan Ugraş a 72 salî ye. Sultan niha ji axa ku li ser hatiye dinê gelek dur e.
 
Jinek ereb Sultan
 
Sultan ji Mîdyada Mêrdînê ye. Malbata wê Mihelmî yanî Ereb e. Bavê wê di Riyên Hesinî ya Dewletê de karmend bû. Ji ber vê li gelek bajarî geriyane. Dema bavê wê tayîna wî diçe Kemaliye ya Erzîncanê di 1948’an de Sultanê li Kemaliyê tê dinê. 8 xwişk û bira ne. Sultan, xwişk û birayên xwe li gorî zarokên din şansê wan hebû ku biçin dibistanê. Sultan heta dibistana seretayî dixwîne. Sultan wiha dibêje: “Carna hevalên min dihatin digotin em biçin sînemayê lê min nedixwest. Bavê min digot biçe. Lê dayika min hinek din girtî bû.”
 
Riya Sultanê bi Amedê jî dikeve. li Amedê ji ber malbatek qerebalix bû kes xanî nade wan û ew jî dibêjin du zarokên wan hene. Dibistana seretayî diqedîne û dest bi qursa nexş û dirûnê dike. Diçe qursan. Ev pêvajo xeyalên wê bi teşe dike.
 
Sultan diyar dike ku xeyala wê ev bû ku ji bo jinên rewşa wan ya aborî ne başe tiştekî bike û komeleyekê vebike. Sultan li pey xeyalên xwe yên zarokatiyê diçe.
 
Di temenê 18’yî de bi kurapê xwe Sabrî re dizewice.Lê heta ku malbat jê nepirsî bû, wê zewac nedifikirî. Me jê pirsî çawa zewicî, hûn çawa hatin cem hev. Wekê ku wan rojan carek din bijî vedibêje. Bi gotina ‘nameya min ya ewil a evînê’ dest pê dike.
 
“Sabrî diçû Lîseya Haydarpaşa. Wê demê Apocî nû derketibûn. Li wir Apocî nas kiribûn. Beriya wê me nizanibû. Dema zewaca me dihat axaftin Sabrî çibû Stenbolê. Ji bo dîtina min hat mala me. Wê demê romana Kerîma Nadîr ya ‘Hiçkirik’ hebû. Ji min re got ger tu nexwazî kes bibîne ez ê çeketê xwe bidaliqÎnim di bêrîka wî de nameyek heye, ji wir bigire’.Min li bêrîkê mêze kir pirtûk hebû, name di navbera pirtûkê de bû. Nameyek dirêj bû. Di nameyê de wiha dihat gotin ‘Piştî vê pirtûkê ez ê pirtûkên din jî bişînim, çi dibe bila agahiya te hebe’. Lê name nameya evînê bû. Min cara ewil nameyek wisa girtibû. Min jî jê re nivîsî ‘ez ji tiştên wisa fêm nakim, carek din nenivîse. Nameya min di trênê de dixwîne. Nîşeya di nameyê de dibîne û matmayî dimîne.”
 
Sultan û Sabrî piştî vê dizewicin. Li gundê Şenyurt a Dirbêsiyê ya Qosera Mêrdînê dizewicin û piştre diçin Nisêbînê. Piraniya jiyana wê li wir derbas dibe.
 
Sultan li gundê Hatxê ya Nisêbînê dimîne. Diçe bêriyê. Der barê vê de wiha dibêje: “Rojekê em çûn bêriyê. Jinek ducanî nemabû biwelide. Derfetê ku em wê bibin tunebû. Jinan ew li kerê kirin û birin. Ez matmayî mabûm.Lê gotinek heye ‘jina biçe bêriyê bi zaroka xwe re vedigere.’ Bi rastî ez wê gotinê li wê fêr bûm.”
 
Sultan diyar dike ku di jiyana xwe de rastî şîdetê jî hatiye û got şîdeta malê be jî şîdeta dewletê be jî, şîdet ne tenê şîdeta fîzîkî ye û wiha pê de çû: “Ez li dijî şîdeta malbatê jî ya hevjîn jî derketim. Tenê behsa şîdeta fîzîkî nakim. Hevjînê min mamoste bû. Lê min şîdeta ji wî tê jî qebûl nekir. Me li dijî her cureyê şîdetê bersiv da. Li Nisêbînê her malbat rastî şîdeta dewletê û kes jî malbatê şîdet li wna dikir. Ji ber min serî netewand ez jî rastî şîdetê hatim. Piştî zarokên min ketin têkoşînê şîdeta dewletê zêdetir bû. Dewletê kurê min Serdar li ber çavên bavê wî înfaz kir. Xwîna wî du rojan li destê min ma. Lê me tu car tawîz neda.”
 
4 keç û 3 kurê Sultanê hene. Kurê wê Serdar Ugraş di 1995’an de ji aliyê dewletê ve tê înfazkirin.
 
Sultanê ev tişt anî ziman: “Dewletê di 95’an de bi ser mala me de girt. Li kurê min Serdar digeriyan. Serdar girtin. Ez derxistim derve. Bavê wî li hundir ma. Dengê çekan hat. Kurê min ji wir girtibûn û biribûn nexweşanê. Telefon birî bûn. Heqeret li Sabrî dikirin. Dema çûm nexweşxanê min fêm kir ku kurê min qetil kirine. Min bi Kurdî, Tirkî û Erebî got ‘dewletê kurê min kuşt.’”
 
Sultan 40 rojî nikare cenazeyê kurê xwe bigire. Piştî 40 rojî şûnde kurê xwe oxir dike. Kurê wê Nîhat jî wek Serdar xwendekarê zanîngeha Trakyayê ye. Nîhat salek piştî birayê xwe di 1’ê Gulana 1996’an de tê girtin û 15 salan girtî dimîne. Keça wê Sîbel salek şûnde piştî birayê xwe Nîhat, di 6’ê Mijdara 1997’an de tevlî PKK’ê dibe û Sîbel di îxbarekê de jiyana xwe ji dest dide. Ne hewcebû hinek ji wê re tiştekî vebêjin. Ji ber wê her tişt dîtibû jiyabû.
 
Sultan wiha dibêje: “Hewce nebû ku hinek tiştekî ji min re vebêjin. Piştî min ev dîtin, min têkoşîna xwe ya bo Kurdistanê berdewam kir. Min tu car tawîz neda. Bi dehan carî hatim girtim. Ez piştÎ hevdîtinên girtîgehê dihatim binçavkirin û berdan. Heta civak û jin azad nebin ez dest ji vê têkoşînê bernadim. Min xeyala xwe pêk anî û komele vekir. navê wê NUKAYDER bû. Me sohbet dikir, me televîzyonek kir komeleyê. Me qursên nexş-dirûn, trîkotaj û wêneyan vekir. Me xaniyekî 5 ode girt. Me ji Stenbolê 3 maşîneyên trîko anî. Me hewl da jin û zarok tevlî qursan bibin. Wê demê jineke hevjîna polîs bû jî dihat qursên me. Em gelek hînê hev bûn. 8 mehan ligel me ma.”
 
Sultan niha li Bruksela Belçîkayê ye. Ji ber cezayê lê hat birîn di salên 2010 û 2011’an de çû Ewropa. Sultan diyar dike ku ew tu car dest ji têkoşîna xwe bernade û wiha dawÎ lê anî: “Hatina min a vir pêşî li têkoşîna min nagire. Piştî tiştên min jiyan zêdetir ketim têkoşînê. Rêbertî 22 sale di bin tecrîda giran de têdikoşe. Gerîla di şertên giran de têdikoşin. Wê demê çima ez nikarim?Li vir jî êrîş li hember min çêbûn. Çend sal berê li ber sefaretxaneyê faşîstan ez kêr kirim. Ez şahida zindî ya ku tiştên dewlet dike ye. Greva girtiyan didome. Divê em piştgiriyê bidin girtiyan.Divê em bi vê rihê berxwedanê 8’ê Adarê pêşwazî bikin.”
 
Sibe: Navê min Sûad ez êzidî me