Berbi 8’ê Adarê ve jin vedibêjin… (2)

  • 09:02 1 Adar 2021
  • Dosya
 
Jin, kurd, Elewî, KHK’yî:Di şevekê de bêyî sedem karê min ji destê min girtin
 
Sevîm Sutçu
 
ENQERE - Songul Kantar a bi KHK’ê hat îxrackirin, bi nasnameya jin, kurd, elewî hedef tê girtin û îxrackirin. Songulê da zanîn ku ji zarokatiya xwe de li gel bezvaniyê, memurî xeyal dikir û got: “Min digot ku ez bibim memûr ez ê ji mirovan re bibim alîkar, gundê xwe biguherim, cîhana xwe biguherim. Lê min neguhert. Xwezî min di hişê xwe de memûrî evqas bicih nekiriba. Xwezî min tiştên din bikira.”
 
Ev çîroka Songul Kantar ya 46 salî ku newekhevî nekir, lê rastî newekheviyê hat, neheqî nekir lê rastî neheqiyê hatiye.Songul li Meletiya ku serjimêra wê piranî Elewî ye tê dinê. Songul di 7 saliya xwe de bi şîdetê ji ziman, çand û piştre jî ji xeyalên wê tê qutkirin. Ewil ziman, nasname û xeyala wê tê dizîn û piştre jî karê wê ji dest tê girtin. Songul ku di têkoşîna sendîkal de çalak rol digirt, di 2016’an de bi KHK’ya hat derxistin ji karê wê yê memûrtiyê ya 18 salan a Şaredariya Mamakê hat îxrackirin.
 
Songul diyar dike ku her çiqas pîvanên ku tên ferzkirin qebûl neke jî ji aliyê malbatê ve tê biteşekirin û di civaka serdest ya mêr de mezin dibe.
 
Songul wiha dibêje: “Ez li gundekê Meletiyê hatim dinê. Malbata min Elewî ye û gundê me wek yên îro ne modern bû. Demên zehmet bûn. Ji ber gund bû zehmetî jî bi xwe re dianî. Rê tunebû, ragîhandin tunebû, dibistan tunebû. Gelek pirsgirêk hebûn. Jin li Tirkiyeyê her tim li plana dawî bû. Me di zarokatiya xwe de bi strana Sezen Aksu ya ‘Unzîle’ ev jiya. Bifikirin mirov hîna keçên biçûk in û dibêjin ‘wisa neke, wisa neke tu keç î.’ Piştre tu mezin dibî û dibêjin ‘wir xwe vir xwe veşêrin, neçin wir, keç wisa naaxivin, wisa nakin’. Ez di civaka serdest ya mêr de mezin bûm. Li gund dibistan tunebû, ez şandim dibistana razayî. Roja çûm dibistanê dayika min got ‘ji mêran dûr be, bi mêran re neaxive, bi wan re nelîze’.”
 
'Ji ber min bi tirkî nizanîbû min gelek zehmetî dît'
 
Songulê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser pirsgirêkên ku di zarokatiyê de jiyaye û got: “Min 8 salan li Dibistana Herêman a Razayî ya Puturge a Meletiyê xwend. Me gelek zehmetî kişandin. Em birçî man. Carnan hevalên me diçûn ji firinê nan didizîn. Dema bihatana girtin jî lêdan dixwarin.Yek ji pirsgirêka din jî veguhsetin bû.Em ji Erguvanê bi lingan diçûn Puturgeyê. Yanî zarokek 7-8 salî rojê 6-7 saetan dimeşiya ev jî ne tiştek normal bû. Dema nû çûm dibistanê min yek gotinek Tirkî nizanibû. Dema em diçûn malê ji me re digotin ‘Tu Tirkî hîn bûye’.Ji ber ku Tirkî fêr nebûya zimanê te ji xwe ne ziman bû. Li gor serdestan. Yanî ev bi me dabûn hîskirin. Ez Tirkî li dibistanê fêr bûm. Pêvajoyek zehmet bû. Bîranînên min yên bi êş ên zarokatiyê jî hene. Mînak, ji ber min tirkî nizanibû û min nikaribû bigota min bi xwe de berdabû. Ji ber min bi tirkî nizanîbû min gelek zehmetî dît.”
 
Xweda Tirkî dizane an Kurdî?
 
Songulê got dema biçûk bû dua dikirin û bangî Xizir an jî Alî dikirin û wiha pê de çû: “Me duaya ‘Xwedê ya Xizir, ya Alî aliyê me ke’ dikir.Di somestirê de ez hatibûm malê. Min ji bavê xwe re gotibû ‘Bavo Xwedê Tirkî an jî Kurdî dizane, bi kîjan zimanî dua fêm dike?’ Bîranînên min yên wisa hene. Ev zor û zehmetî li aliyekî yên li dibistanê ali aliyekê. Dema nû çûm dibistanê min xwe wek ker û lalan hîs kir. Min tiştek fêm nedikir.”
 
'Ez kurd im'
 
Songulê da zanîn ku înkarkirina zimanê wê li ser wê wek travmayekê bûye û ev tişt anî ziman: “Tunehesibandina ziman tişta ku herî zêde ez jê nerehet bûm. Înkarkirina zimanê min li ser min travmayek mezin çêkir. Ez Kurd bûm, Elewî bûm. Lê malbatê her tim em tembîh dikirin digotin nebêjin. Lê ez venaşêrim. Ez jin im, Kurd, Elewî me, KHK’î me.Ev tu car li pêş mirovahiyê ne asteng in.”
 
'Min xwe tenê hîs dikir'
 
Songul diyar dike ku bi îxraca xwe dîsa vegeriyaye rojên zarokatiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berê min xwe tenê hîs dikir. Ji ber şîretan ez ditirsiyam. Min xwe tenê hîs dikir. Lê niha ez li vir ne tenê me. Ez tevlî hemû xebatên sendîkal bûm.Bi biryarên sendîkayê me têkoşîn meşand. Em derketin kolanê û me dengê xwe bilind kir. Bi biryara sendîkayê tevgereke me çêbû. Ev piştevaniyek xweş bû.Piştî îxracê vegeriyan travma zarokatiyê.”
 
'Xeyala min ya zarokatiyê ev bû ku ez bibim bezvan'
 
Songulê her wiha ev tişt anî ziman: “ Xeyala min ya zarokatiyê ev bû ku ez bibim bezvan. Ez di mijara bezê de gelek serkeftî bûm. Min pêşbirka bezê qezenc kiribû.Lê min li aliyê din digot ez bibim memûr ez ê gelek xurt bibim.Min got ez ê alîkariyê bidim her kesî, ji gund re rê çêbikim. Yanî min digot ez ê cîhanê biguherim. Bi xeyala memûrtiyê ji Meletiyê hatim Enqereyê. Min digot ez biçim Enqereyê û bibim memûr. Ji ber Enqere bajarê memûran bû. Min digot ez ê xeyalên xwe li wir pêk bînim. Hevjînê min ji Enqereyê bû. Dema hatin ez xwestim kêfa min dihat. Di esasê de ez bi hevjînê xwe re nedizewicîm, bi Enqereyê re dizewicîm.Min digot ez ê li Enqereyê xeyalên xwe pêk bînim. Lê malbata hevjînê min nehişt ez lîseyê bixwînim. Wan ji xwe re xizmetkarek dixwest. Ez li dijî vê derketim. Tevî bertekên wan min lîse qedand. Min digot ez ê bibim memûr, min ev di serê xwe de bicih kiribû. Yanî di esasê de ewil min li dijî malbatan serî hilda. Malbatan gotibû ‘tu nikarî bixwînî.’Li vî welatî jintî wek hilgirtina barê cîhanê ye. Jin ji her tiştî berpirs tê dîtin.”
 
'Di şevekê de bêyî sedem karê min ji destê min girtin'
 
Songulê wiha dawî lê anî: “Ez bi biryara malbatê di 16 salî de zewicîm. Min li Enqereyê di şertên zehmet de xwend. Ji bo karekî min hebe ketim 50 ezmûnê. Min qezenc kir. Lê hinekan di şevekê de bêyî sedem karê min ji destê min girtin. Dem bi dem min karkeriya demsalî kir dem bi dem min li otelan paqijî kir. Ez 18 salan memûr bûm piştre bûm xizmetkar. Li Enqereyê kar tunebû, ez çûm Datçayê min karkeriya demsalî kir.”