'Hîlala Zêrîn li hember qirkirina çandî, çanda gelan diparêze'

  • 09:29 22 Kanûn 2020
  • Dosya
Sorgul Şêxo
 
QAMIŞLO - Endama Koordînasyona Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Mihemed xebatên xwe yên sala 2020'an, asta guhertin û lêvegera jin û civakê ya hunera resen bi berfirehî nirxand. Rûkenê da zanîn ku çanda ku li derdora xwedawendên jin ava bû, îro neviyên wan xwedawendan vê çandê zindî dikin.  
 
Çanda ku li derdora xwedawendên jin ava bû, îro neviyên wan xwedawendan vê çandê zindî û dewlementir dikin. Tevgera Hîlala Zêrîn ev 3 sal in li çand û hunera jin û civakê li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê xwedî derdikeve û pêş dixe. Endama Kordînasyona Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Mihemed, xebatên xwe yên sala 2020'an ji me re nirxand.
 
'Hîlala Zêrîn zindîkirina ruhê çanda resen a civakê ye'
 
Rûkenê rista Hîlala Zêrîn a di guhertina hişmendiya jin û civakê û zindîkirina ruhê çanda resen a herêmê de lîstiye wiha vegot: "Adetên civakê yên taybet di aliyê ol de ku li ber herikandina hêza jin û îradeya wê dibû kelem heya astekê, taybet di civaka ereb de hatiye derbaskirin. Ew sînorê ku ji jinan re diyar kiribûn, hatiye rakirin. Li hinek navçeyên Kantona Qamişloyê guhertinek çêbûye. Em niha li Tebqa, Reqa û Dêra Zorê hewil didin ku em bikaribin di hişmendiya civaka ereb de guhertinekê di aliyê çandî de çêbikin. Her wiha em bikaribin ew hişmendiya DAIŞ'ê ku mejiyê civakê li hember jinê jehrî kiribû biguherin."
 
'Şoreşeke zihnî tê meşandin' 
 
Rûkenê êrîşên ku li dijî resentiya çanda jinê tê kirin bi bîr xist û ev got: "Hîlala Zêrîn di nava pêvajoyeke pir girîng de derbas dibe û hewil dide, di nava şoreşê de şoreşeke zihnî bide meşandin. Li hember guhertinên ku em dixwazin pêk bînin, êrîşên pir dijwar hene. Li ser ax, cil û berg, xweza û stranên ku ji aliyê civakê ve têne guhdarkirin êriş hene. Em dixwazin çanda netewa demokratîk bidin rûniştandin. Hedef û armancên me ew e ku jinên hemû pêkhateyan bikaribin bi reng û nasnameya xwe, xwe bidin îfadekirin. Di heman demê de bi xwezaya xwe ya xwesertiyê çanda xwe nas bike û xurt bike."
 
'Em girîngiyê didin perwerdeyê'
 
Rûkenê bal kişand ser berfirehkirina Tevgera Hîlala Zêrîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Me rêxistina xwe li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh kir, li Şehba û Kobanê xebatên pir dewlemend têne meşandin. Di pilansaziya me de ye ku em li Hesekê jî naveneke xwe ya din vekin. Mehane perwerdeyên şano, mûzîk him birdozî him jî hûnerî, li kantonan tên destpêkirin. Em girîngiyê didin perwerdeyê, ji ber eger hunermend, şanoger, helbestvan û stranbêj ruhê civakê zindî neke û êş û pirsgirêkên civaka xwe nas nekin, wê nikaribe derman bike û hunera xwe bixe xizmeta wê civakê. Em girîngiyê didin perwerdeyê."
 
'Li gorî pêvajoyê şanoyên kolanan û stran hatin pêşkeşkirin'
 
Rûkenê da xuyakirin ku ew li gorî pêvajoya ku herêm tê de derbas dibe fîlim, şano û stranên xwe çêdikin û wiha dom kir: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev saleke zêdetir bi êrîşên dewleta tirk a dagirker e rû bi rû dimîne, li gorî wê jî em şanoyên kolanan, fîlim û stranan çêdikin. Fîlmê (Berbû) ku li ser çîroka 3 jinên ji Serêkaniyê ne hatiye kişandin, derhênereke jin ku endama Hîlala Zêrîn e, senaryoya wê amade kir û bi xwe rol lîst. Gelek stran hatin çêkirin. Ji van stranan hinek jê yên bi navê Heftanîn, Girtiyên Zindanan, stranên dîrokî ne. Ji ber dagirkeriya dewleta tirk ji Serêkaniyê û Girê Spî re, amadekariyên me yên lidarxistina mîhrîcana Şehîd Berçem, ku yekem car ji aliyê Hîlala Zêrîn ve, wê 3 rojan dewam kiriba, hat rawestandin. Perwerdeyên rêveberan li ser mijarên wekî pergala Hîlala Zêrîn û çawaniya xwesertiya xwe naskirin û li gorî wê bi rê ve birin, Netewa Demokratîk û Pergala jinê ya di nava Federaliyê de, hatin dayin."
 
'Amûrên ku li Rojavayê Kurdistanê nehatin dîtin, tên bikaranîn' 
 
Rûkenê da payin ku ew amadekariya vekirina Akademiyeke Çand û Hunerî dikin û wiha pê de çû: "Da ku em akademiyê vekin, pêwîstî pê heye ku em bingehê wê ava bikin, lewma niha me meteryalên mûzîk, şano, govendê amade kirine. Amûrên ku li Rojavayê Kurdistanê nehatibûn bikaranîn, niha em wan zindî dikin û bi kar tînin. Mînak sentûr a ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê nedidan, niha mamosteyên jin lêdidin û zarokan jî hîn dikin.Di heman demê de keman, tembûr, bilûr û gîtar jî hene û jin di asta pirofesyoneltiya wê de, wê bi kar tînin."
 
'Komên dayikan û reqsê jî hatin avakirin' 
 
Rûkenê bal kişand ser avakirina komên govendê yên dayikan û wiha domand: "Berê dayik ji ber pergala heyî şerim dikir ku dakeve ser dikê û bi cil û bergên xwe yên kurdî govendê bigerînin, lê niha ev pergal hate şikandin û hişmedî ber bi guhertinê ve diçe. Niha Koma Govendê ya dayikan heye bi cil û bergên xwe yên kurdî, li gorî çanda her herêmekê perwerdeyê dibînin. Perwerdeyên şano û reqsê jî wekî cara yekemîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate dîtin. Şanoyên (Ez Heme) û (Ez Diqîrim) her wiha gelek pêşengehên ku her wêneyek ji wan çîrokeke vedigot, li  gelek bajar û navçeyan hatin pêşkêşkirin."
 
'Adetên jinê asteng dikin hatin şikandin'
 
Rûkenê asta lêvegera jinên ereb a ji çanda wan re jî wiha anî ziman: "Ji ber herêm herî zêde bi adetên civakî, ol û êlan ve girêdayî ne, di demên destpêkê de jin dadiketin ser dikê û stran digotin, çarşeva reş li xwe dikirin û carinan jî çarşefên ji zêr, tevî ku ne çanda wan jî bû lê da ku neyên dîtin û naskirin, bi kar dianîn. Ew qeydên ku ji bo çanda govendê di ola îslamê de hatibû dayin, wekî ku bêjin tiliya jin û mêr di govendê de xwîdan bigire guneh e, jin li tembûrê bixe ango di şano de cih bigire, ew hate şikandin. Komên xweser niha li qadên rizgarkirî wekî Tebqa, Reqa û Dêra Zorê hatine avakirin. Adetên jinê asteng dikin hatin şikandin."
 
'Em ê situdyoya jinê jî çêbikin'
 
Rûkenê bi lêv kir ku bi rêya bernameyên ji bo tv'yan tê çêkirin bandoreke xwe ya mezin didin çêkirin û wiha domand: "Bi rêya çêkirina bernameyên ji tv'yan re me dikarîbû xwe bigihînin hejmarek zêde ya jinên hunermend û nivîskar ku hunera wan veşartî bûn. Çîrokên ku me ji devê dayik û dapîrên xwe dibihîstin, em kom dikin û bi rêya bernameya (Hebû Tunebû), di JIN TV'yê de pêşkêşî civakê dikin û bi ciwanan didin bihîstin. Bi rêya vê bernameyê êdî ruhê ku dayikan dabû ciwanan zindî dibe û lêvegere pir xurt ji çîrokên kurdî û kevin re çêdibin. Waneyên situdyo yên qeydkirina deng û montaja wê û gelek cureyên wê perwerde tên dayin. Heta buhara 2021'an em ê situdyoya jinê jî çêbikin."
 
'Pêwîst e li dijî qirkirina çandî, çanda resen pêş bikeve'
 
Rûkenê di dawiya gotina xwe de pilansaziya sala pêş vegot û wiha bi dawî kir:"Em ê Komîteya Hîlala Zêrîn a Têkiliyan çêbikin, da ku têkiliyên xwe bi welatên din re jî çêbikin, ekîba perwerdeyê dê were avakirin. Lingekî sereke ya di şoreşê de çand e, ji ber wê em ê jî li dijî qirkirina çandî bi her awayî çanda gelan biparêzin." 
 
Sibehê: 'Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinan şoreşa aborî  pêk anîn'