Girtiyên siyasî: Dem dema azadiyê ye

  • 09:06 2 Kanûn 2020
  • Dosya
NAVENDA NÛÇEYAN - Tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her roja ku derbas dibe girantir dibe. Li dijî tecrîdê her tim girtîgeh di nava liv û tevgerê de bûn û bûn pêşengên gelan. Girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê dest bi greva birçibûnê kirin û bangewaziya dem dema azadiyê kirin û gotin: “Heta tecrîd bê bidawikirin em ê çalakiya xwe bidomînin.”
 
Girtiyên siyasî li her derê cîhanê ji bo mafên xwe û ji bo jiyaneke bi rûmet her tim di nav liv û tevgerê de bûn. Girtîgeh di tevahiya dîrokê de ji bo girtiyên siyasî bûn qadên têkoşîna azadiya fikr û ramanê.  Dîroka Kurdistanê jî bi têkoşîn û berxwedanê tijiyê û bi taybetî jî girtîgeh. Têkoşîna ku li girtîgehan tê dayîn ligel bedelên giran her tim ji civakê re pêşengtî kiriye. Girtî her tim bi çalakiyen xwe bang li wijdanê civakê dikin û bi berxwedana xwe rê li ber têkoşînê vedikin. Girtiyên siyasî carek din li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, cvakê û binpêkirinên mafan li girtîgehan di  27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. 
 
Bi destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê me xwest em li dîroka grevên birçîbûnê yên cîhanê binêrin. Bi taybetî em li ser çalakiyên girtiyên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn rawestin. 
 
‘Dema dema azadiyê ye’
 
Herî dawiyê girtî û hikumxwarên PKK û PAJK'ê, bi daxuyaniyek nivîskî ragihandin ku di 27'ê Mijdarê de heta tecrîd bi dawî bibe, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dikin. Girtiyan di daxuyaniyê de wiha gotin: “Pergala îşkence û tecrîdê ya ku li Îmraliyê li ser rêbertiya me hatiye danîn, li ser gelê me û hemû civakê hatiye danîn. Ev berxwedana me li dijî tecrîda ku li ser civakê hatiye ferzkirinê ye. Ji ber vê sedemê dema wê ye ku em bi giyanê seferberiyê tevlî pêngava 'Êdî bese ji faşîzmê re, ji dagirkerî û tecrîdê re. Dem dema azadiyê ye' bibin, deng derxînin û derkevin derve.  Heta ku tecrîda mitlaq a li ser gelê me û gelan rabe, bi koman dest bi greva birçîbûnê ya dorveger a pênc rojan dikin. Em carek din bang li CPT'ê dikin bila berpirsyariya xwe ya bike.” 
 
Piştî daxuyaniyê di 28’ê Mijdarê de parlamentera serdema berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çaglar Demîrel a li Girtîgeha Kandirayê ya Jimara 1’an a Tîpa F tê ragirtin, di hevdîtina bi malbata xwe re diyar kir ku li girtîgehan pêkanînên kêfî hene û got: “Li dijî sepanên antîdemokratîk, tecrîd û xespa li girtîgehan ez dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger dikim." Ji bo têkoşîna kurd û Kurdistaniyan pêvajoyek din dest pê kir. 
 
Berxwedana 200 rojî 
 
Hevseroka Kongeraya Civaka Demokratîk  (KCD) Leyla Guven di 8'ê mijdara 2018'an de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di 16’ê kanûnê de li girtîgehan greva birçîbûnê hat destpêkirin. Di 1’ê adarê de jî ev grev li hemû girtîgehan belav bû û bi hezaran girtiyan dest bi grevê kirin. Di 30’ê nîsan û 10’ê gulanê de jî çalakî gihaşt asta herî jor û Nesrîn Akgul, Şukran Aydîn, Zozan Çîçek, Ardil Çeşme, Aslî Dogan di nav de bi tevahî 30 girtî dest bi rojiya mirinê kirin. Her wiha di vê pêvajoydê de Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akîcî, Sîraç Yuksek, Mahsum Pamay, Umît Acar ve Ugur Şakar bi çalakiyan dawî li jiyana xwe anîn. Çalakî û berxwedan êdî li her deverê cîhanê deng veda, pêl bi pêl çalakî belav bû. Piştî 8 salan parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cara yekem di 2’yê gulanê de hevdîtin pek anîn. Bi bangewaziya Abdullah Ocalan çalakî hat bi dawî kirin. Di vê pêvajoyê de parêzer 5 caran hevdît bi Abdullah Ocalan re pêk anîn. 
 
148 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin
 
Di 15'ê sibatê sala 2017'an de li 17 girtîgehan bi tevahî 148 girtiyên siyasî, li dijî texrîbatên li bajarên herêmê pêk hatî, ji bo sereratkirina şert û mercên girtîgehê li dijî binpêkirina mafan û tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Greva birçîbûnê 64 roj li Gîrtîgehên wekî Şakran, Sîncan, Bolû, Trabzon, Tarsûs û li girtîgehên din dom kir. Greva birçîbûnê ya ku hat destpêkirin bi banga KCK'ê hat bidawîkirin. 
 
Greva birçîbûnê 68 rojan dom kir
 
 Di 12’yê îlonê sala 2012’yan de li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo zimanê kurdî bi qanûnê bê parastin û li hemû qadan bê bikaranîn, girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirbûn. Piştre di 5’ê mijdarê nezî 10 hezar girtî tevlî greva birçîbûnê bûn. Di 17’ê mijdarê sala 2012’an de birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û hevdîn pêk anî. Piştî hevdîtinê girtiyan greva birçîbûnê bi dawî kirin. Greva girtiyan 68 roj dom kir û daxwazên wan hatin bicihanîn. 
 
14'ê Tîrmehê ‘Rojiya Mirinê ya Mezin’ 
 
Ya ku di dîroka kurdan de çalakiya ku nayê ji bîrkirin jî  "Rojiya Mirinê ya Mezin" a ku di 14’ê tîrmeha 1982’yan de li Girtîgeha Amedê hatî destpêkirin bû. Bi pêşengiya Hayrî Durmuş, Kemal Pir, Ali Çiçek û Akif Yilmaz de hatî destpêkirin li dijî zilm û zordariya darbeya leşkerî ya 12’yê Îlona 1980'an û 1982'yan bû. Rojiya mirinê li dijî wahşeta li girtîgeha Amedê çalakiyeke pir mezin bû û polîtîkaya 12’yê Îlonê ya li ser girtîgehê şikand. Di 7’ê îlonê de Kemal Pîr, di 12’yê îlonê de Mehmet Hayrî Dûrmûş, di 15’ê îlonê de Akîf Yilmaz û di 17’ îlonê de de jî Alî Çîçek di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li dijî tecrîdê li Îranê greva birçîbûnê
 
Li Îranê girtiyên siyasî ên kurd li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dem bi dem greva birçîbûnê dan destpêkirin. Her wiha 16 girtiyên siyasî yên kurd li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 2’yê nîsanê sala 2019’an de dest bi greva birçîbûnê kirin. Li girtîgeha Selmas Zeyneb Celaliyan, li Girtîgeha Kaşmaşmayê Şakir Baxi, li Girtîgeha Tebrîzê Ehmed Sîlêman û Yusîf Kakememî, li Girtîgeha Urmîyeyê Elî Yekan, Beşîr Pîrmawane, Mustefa Sebzî, Turec Îsmaîl, Kemal Hesen Remezan, Îbrahîm Îsa Pur, Mihemed Selehşur, Ehmed Temwêî, Hemîd Rehîm, Rehîm Mehmud, Peyman Mîrzade û Kameran Derwêj dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn.
 
Li Tirkiyeyê grevên birçîbûnê
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê li hemberî fikr û ramanên muxalîf zextên dijwar pêk hatin. Her wiha grevên biçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî avakirina Girtîgehên Tîpa F hatin destpêkirin di dîrokê de nayên ji bîrkirin.
 
Di 20’ê cotmeha sala 2000’an de li dijî Girtîgehên Tîpa F yê, greva birçîbûnê hat destpêkirin. 816 girtiyan jî piştî mehekê greva xwe veguherandin rojiya mirinê. Li dijî çalakiya girtiyan bi navê ‘Operasyona Vegera jiyanê’ hat destpêkirin. Bi operesyonê hat xwestin ku vîna girtiyan bê şikandin. Di operasyonê de 28 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Piştî operasyonê di grevên ku hatin domkirin de bi sedan girtiyan jiyana xwe ji dest dan. 600 girtî ji ber rojiya mirinê û di operasyonê de nivîşkan man.
 
Di sala 1996’an de ji hela koalîsyona Tansû Çîller û Necmettîn Erbakan ve, Giştînameya Gulanê hat derxistin. Li dijî giştînameyê li 43 girtîgehan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Tevahî 2174 girtî ketin greva birçîbûnê û 355 girtiyan jî dest bi rojiya mirinê kirin. 10 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Piştî Mehmet Agar îstîfa kir Şevket Kazan giştînameya ku hatî derxistin betal kir, daxwazên girtiyan piştî greva birçîbûnê ya 69 rojan hatin qebûlkirin.
 
Her wiha di 1987’an de li Girtîgeha Sagmacilarê 50 girtiyan dest bi grevê kirin û çalakiya wan belavî  girtîgehên li Anatolyayê bû. Piştî ku di 13’ê tebaxê 1987’an de ji bo daxwazan hevdîtin pêk hat û daxwaz hatin qebûlkirin grev hat bidawîkirin.
 
Ji hêla Çepgirên Şoreşger û TÎKB’ê di 11’ê nîsanê de di sala 1984’an de greva birçîbûnê hat destpêkirin. Grev piştî 45 rojan derbasî asta herî jor bû û veguherî rojiya mirinê. Di grevê de Abdullah Meral piştî 63 rojan, Haydar Başbag, Fatîh Oktulmuş piştî 66 rojan û Hasan Telcî piştî 72 rojan jiyana xwe ji dest dan. Zeynel Polat jî 75 rojan greva xwe domand. Di sala 1985’an li Girtîgeha Metrîsê tenê 35 girtiyan greva birçîbûnê domand. Her wiha di sala 1986’an de daxwazên girtiyan ên li dijî cilên yekreng hat qebûlkirin û çalakî hat bi dawîkirin.
 
Piştî darbeya 12’yê Îlonê li girtîgehan gelek grevên birçîbûnê pêk hatin. Lê herî zêde girtîgehên Mamak, Metrîs û Amed li pêş bûn. Di sala 1984’an de li Girtîgeha Metrîsê 3 girtiyan di encama greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan.
 
Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan di meha nîsana sala 1972’yan de li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê li dijî îşkence û guhertinên qanûna 1961'ê dest bi rojiya mirinê kirin, wê rojiya mirinê jî 12 rojan dom kir. Parêzer Halît Çelenk ji bo Denîz, Yusuf û Huseyîn wiha gotibû “Dema darvekirinê kêm ma û divê hûn li ser xwe bin û zîndî bin ku dema biçin sêdarê. Ji ber ku dibe ev lawaziya bedena we ya ji ber çalakiyê ji hêla hîn derdoran ve bi armancên cûda û wekî qelsî bê nirxandin û bikaranîn.” Ji ber vê sedemê Denîz, Yusuf û Huseyîn çalakiya xwe bi dawî kirin.
 
Nazim Hîkmet 12 salan li girtîgehê ma û di sala 1946’an de ji bo tehliyeya xwe serî li meclîsê da, lê daxwaza wî hat redkirin û di 8’ê Nîsanê sala 1950’an de dest bi greva birçîbûnê dike û di sala 1950’an de carek din dikeve grevê.
 
Li Îranê têkoşîna girtiyên siyasî ên kurd
 
Li Îranê ji muxalîf û girtiyên siyasî yên kurd jî dem bi demî li dijî îşkence û şîdeta li hemberî girtiyan û her wiha li dijî darvekirinan dest bi grevên birçîbûnê kirin.
 
Rojnamegerê muxalîf yê Îranî Akbar Ganji di 22’yê nîsanê di sala 2000'an de li girtîgeha Evînê de bû, di sala 2005’an piştî hilbijartinên serokatiyê 12 rojan ket greva birçîbûnê. Di nav çalakiyê de xwediyê xelata Nobelê Şîrîn Ebadî jî hebû. Her wiha du rojnamegerên kurd Adnan Heenpur û Hîwa Botîmar li Îranê girtî bûn cezayê darvekirinê hatîbû dayîn dest bi rojiya mirinê kiribûn. Her wiha rojnameger Roxana Saberî jî di 8’ê nîsanê di sala 2009'an de li Îranî girtî bû û dest bi greva birçibûnê kiribû.
 
Li Îranê Muhammed Nazerî bi darvekirinê hat cezakirin û piştre di sala 1999’an de cezayê wî xirab kirin û muebbet dan wî. Nazêrî ji bo azad bibe, devê xwe dirû û dest bi greva birçîbûnê kiribû. Di 25’ê mijdarê sala 2013’an de li dijî cezayên îdamê û li dijî îşkenceyên li hemberî girtiyan, 14 girtiyên siyasî yên kurd dest bi greva birçîbûnê kirin. Her wiha di sala 2014’an de li Girtîgeha Urmiyeyê 29 girtiyên siyasî yên kurd ji bo sererastkirina şert û mercên girtîgehê û li dijî cezayên darvekirinê dest bi greva birçîbûnê kiribûn.
 
Di 14’ê cotmehê di sala 2017’an de li Girtîgeha Urmiyeyê 5 girtiyên jin ên bi navê Araste Rencber, Mihebet Mihemedî, Zeyneb Sekawend, Nazdar Weten Xah ve Nesret Elî Nejad li dijî reveberiya girtîgehê û pêkanînên lidij mirovahiyê û îşkenceyê li hemberî girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Di 26’ê tebaxê sala 2018’an de şoreşgerê kurd Ramin Hossein Penahi ji bo darizandineke bi edîlane devê xwe dirû û dest bi greva birçîbûnê kiribû û pêkanînên lidij hiqûqê şermezar kiribû. Hosseîn di 8’ê îlonê sala 2018’an de hat bi darvekirin. Di sala 2018’an de girtiyên siyasî Zeynep Celaliyan û 9 girtiyên jin li Girtîgeha Xoy ya Urmiyeyê li dijî şert û mercên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kiribûn.
 
Jina pêşeng a greva birçîbûnê: Marîon Wallance Dunlop
 
Jina wêrek ku li cîhanê tê nasîn Marion Wallace Dunlope bi çalakiya xwe mîrateyek ji jinên Îngilistanê re hişt. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bala cîhanê kişandiye ser xwe û li seranserê cîhanê hatiye bihîstin çalakiya jinên Îngilistanê (Sufrajet) ye ku ji bo mafê bikaranîna dengê jinan pêk hatiye. Ev çalakî di destpêka sedsala 20’emîn de li girtîgehê pêk hatiye. Çalakî ji aliyê Marion Wallace Dunlop hat destpêkirin. Dema Marion çalakî pêk anî 45 salî bû û di 5’ê tîrmeha sala 1909’an de bi hevalên xwe re dest bi grevê kir. Ji ber eleqeya raya giştî, Marion hat berdan. Desthilatdarên Îngilistanê yên piştre mudaxaleyî çalakiyê dikin bi zorê xurekê didin çalakgeran. Ji ber vê yekê Mary Clarke, Jean Hewart, Katherine Fry û gelek jin jiyana xwe ji dest didin. Berxwedana jinên girtî ji bo jinên din dibe mînak.
 
Di encama greva birçîbûnê de jin tên berdan
 
 Li Îrlandayê ÎRA’yê gelek çalakiyên grevên birçîbûnê li dar xistin. Piştî şerê navxweyî yê Îrlandayê di meha cotmehê ya sala 1923’an de 8 hezar endamên ÎRA’yê li dijî zextên Komara Îrlandaya Serbixwe dikevin greva birçîbûnê. Di vê grevê de endamên bi navê Denny Barry û Andrew O’Sullîvan jiyana xwe ji dest didin. Piştî vê yekê ji bo ku mirin çênebin çalakî tê bidawîkirin û endamên jin tên berdan. Endamên mêr jî piştî salekê tên berdan. Di sa 1972'an de girtiyên ÎRA'yê bi çalakiya greva birçîbûnê mafê statuya girtiyên siyasî bi dest xistin.
 
Di sala 1980’yan de jî li girtîgeha Mazeyê 7 girtiyên ÎRA’yê li dijî hikûmeta Îngilistanê dikevin greva birçîbûnê. Grev bêyî ku mirin çêbibe bi dawî dibe. Lê piştî salakê grev careke din dest pê dike. Vê carê girtî bi hev re dest bi çalakiyê nakin. Ji bo çalakî bi bandor be piştî mirina kesekî, yên din dest bi grevê dikin. Di vê çalakiyê de Bobby Sands jî di nav de bi giştî 10 girtî jiyana xwe ji dest didin. Piştî vê yekê hikûmeta Îngilistanê hin tavîzan dide û çalakî bi dawî dibe. Di çanda siyasî ya Îrlandayê de grevên birçîbûnê xwedî dîrokeke kevnar e.
 
Di têkoşîna Fîlîstîniyan de grevên birçîbûnê
 
Di têkoşîna fîlîstiniyan de jî rol û tevgera girtiyan girîng û mînak bû. Tevgera Girtiyên Filîstînî di sala 1969’an de ji bo şert û mercên girtîgehê bên sererastkirin 11 rojan ketin grevê û bi ser ketin. Di sala 1976’an de li Girtîgeha Askalanê 45 rojan ketin greve û daxwazên xwe yên pênûs û lênûskê dan qebûlkirin. Di sala 1980’an de jî li Girtîgeha Nefha ya li çolê greva birçibûnê hat destpêkirin û 33 rojan berdewam kir, di grevê de 4 kesî jiyana xwe ji dest da. Bi grevê Îsraîl gav avêt û pirsgirêkên girtiyan çareser kirin. Di sala 1984’an de 13 rojan girtiyên filîstînî ketin grevê û mafê xwe yê radyo û televîzyonê girtin. Greva di sala 1991’an de pêk hatî serkeftî nebû û piştî amedekariya salekî greva birçîbûnê ya bi nav û deng hat destpê kirin. Bi vê grevê girtiyên siyasî hemû mafê xwe bi dest xist û di dîrokê de wekî Greva Îlonê derbas bû.
 
Di sala 2012’yan de 500 girtî li Girtîgeha Askalanê dijî qanûna Şalîtê dest bi grevê kirin û di roja 28’an de greva xwe bi dawî kirin. Girtiyên siyasî yên fîlîstînî ji bo mafê xwe di sala 2017’an de carek din ji bo sererastkirina şert û mercên li girtîgehan greva birçîbûnê dan destpêkirin û mafê girtiyan hat qebûlkirin. Sala borî  li girtîgehên Negev, Rîmon, Nefha, Îşel, Ofer, Celbû û Mecduyê bi sedan girtiyan dest bi grevê kirin. Her wiha fîlîstînî 17’ê nîsanê wekî Roja Girtiyên Fîlîstînî bi nav dikin. Her wiha li gorî Heyeta Girtiyên Fîlîstînî di sala 1967'an heta îro 16 hezar jin hatin girtin û ev jin jî tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bûne.
 
 Serkeftina Gandhî 
 
Serokê Tevgerê Serxwebûna Hindistanê Mohandas Gandhî ku di salên 1922, 1930, 1933 û 1942’yan de tê girtin, li dijî dagirkeriya Îngilistanê ji bo serxwebûna Hindistanê dest bi greva birçîbûnê dike. Ji ber ku Gandhî ji aliyê cihanê ve tê nasîn, otorîteya Îngilistanê naxwaze ku Gandhî jiyana xwe ji dest bide û daxwazên wî qebûl dike. Her wiha ji bilî Gandhî dema Tevgera Serxwebûna Hindistanê Jatin Das û Bhagat Singh jî serî li çalakiya greva birçîbûnê dane.
 
Girtiyên li Kirgisiztanê devê xwe dirûtine
 
Li paytexta Kirgizistan Bîşkekê di 16’ê çileya 2012’an de li girtîgehan bi giştî 400 girtî li dijî zextên li hemberî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakgerên ku xwarina xurekê red kirin devên xwe dirûtin û çalakgiyeke şermezarkirinê jî li dar xistin. Lê piştî 10 rojan daxwazên van girtiyan hatin qebûlkirin û çalakî hat bidawîkirin.
 
Li Elmanyayê li dijî şert û mercên girtîgehan greva birçîbûnê 
 
 Li Almanyayê jî di navbera salên 1972 û 1975’an de ji aliyê Fraksiyona Artêşa Sor (RAF) ve grevên birçîbûnê tên lidarxistin. Di navbera van salan de endamên rêxistinê li dijî şert û mercên li girtîgehan û tecrîd û qetilkirina girtiyan 3 caran greva birçîbûnê didin dest pê kirin. Çalakiya wan a herî dirêj jî çalakiya wan a dawîn bû. Grev 145 dom kir û di encamê de endamê rêxistinê Holger Meins jiyana xwe ji dest dide.