Meşa perperokan a ji raperînê veguherî şoreşê (3)

  • 09:11 23 Mijdar 2020
  • Dosya
Di nava 18 salan de ji bo jinan çi hat kirin?
 
ENQERE - 18 sal in AKP li îqtîdarê ye, di 18 salan de li hemberî jinan polîtîkayên taybet hatin meşandin. Ji bo jinan tenê rola “dayiktiyê” hat dayîn hemû plan û proje li gorî vê hatin dizaynkirin. 
 
Jinan ji dîrokê heta îro her tim li dijî şîdeta dewleta serdedest a mêr di nava berxwedanê de bûn. Îro jî jinên ku li qadan di nava têkoşînê de ne ji hêla zihniyet serdest ve destkeftiyên wê tên hedef girtin. Wekî her sal jin dê li qadan 25’ê Mijdarê pêşwazî bikin. Em dixwazin di dosyaya xwe de polîtîkayên 18 salan a AKP’ê raxin ber çavan.
 
Li gorî lêkolîna Endeksa Ewlehî, Aştî û Jinê, li Tirkiyeyê  qelîteya jiyana jinê nîne, di nava 167 welatan de Tirkiye di rêza 114’an de cih digire. Li gorî Foruma Aborî ya Cîhanê, jinên ku tevlî aboriyê dibin, di nava 153 welatan de Tirkiye di rêza 136’an de cih digire. Li gorî Dezgeha Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê ya sala 2019’an, ji sedî 28.9 jin hatine îstîhtamkirin. Li gorî rapora “Keda Jinan” a Karên Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), ji sala 2014’an heta sala 2019’an hejmara jinên ku bê kar mane ji sedî 52 zêde bûne û gihaştiye 2 milyonî. Her wiha li gorî raporê 500 hezar jin ji ber karê li malê dev ji kar berdane.  
 
Rola dayiktiyê didin jinan
 
Ji avakirina komarê hata niha li Tirkiyeyê 38 partiyên siyasî hatin avakirin. AKP di 14’ê tebaxa 2001’an de hat avakirin û di hiblijartina 3’yê mijdara 2002’yan hat îqtîdarê. Hêj nû hatibi avakirin ji bo jinan gotibû “Ji bo jin tevlî qadên cemaweriyê bibin dê xebatan bikin. Ji bo jin tevlî siyasete bibin û bibin endama partiyê dê xebatan bikin.”  Lê gotin û pratîk ne wekî hevbûn. Niha jin ji qada xebatê tên dûrxistin û tenê rola “dayiktiyê” didin jinan.
 
Nîşaneyên polîtîkayên taybet Mûsa Orhan
 
Di îqtîdara AKP’ê de asta şîdet taciz û tecawizê û istismara zayendî  zêdetir bû. Cihên ku di gotin em ê ji bo jinan polîtîkayên taybet biafirînin, lê tişta ku tê bîra mirovan jî bûyerên ku li êlihê pêk hatî. Çawişê pispor Mûsa Orhan tecawizê Îpek Er kir û di encamê de bû sedama marina wê. Li hemberî bertekan Mûsa Orhan hat girtin lê pistî demekî Mûsa serbest hat berdan. Ji hêla rayedarên dewletê ve Mûsa hat parastin. Ligel qêrîna dayika Îpekê ya edaletê dîsa jî tu gav nehat avêtin. Her wiha li gorî rapora parlamentera CHP’ê ya Giresûnê Necatî Tigli ji 1’ê çila 2016’an heta 30’ê hezîrana 2019’an ango di nava  42 mehan de hezar û 391 jin hatine kuştin û 982 jin ji bi tecawizê re rûbirû mane.
 
Bi hezaran jin hatin kuştin
 
Di nava 18 salan de li welat gelek jinên ku serî li cihên fermî didan paşve hatin vegerandin. Feraset û nêrîna paşverû her tim di dewrê de bû. Di sala 2002’yan de dema AKP hat îqtîdarê 66 jin hatibûn kuştin, her wiha li gorî lêkolîna Navenda Lêkolînê ya Qadên Polîtîk û Civakî di 10 mehên dawiyê de 453 jin hatin kuştin. Li gorî daneyên Wezareta Dadê di sala 2003 û 2020’an de ji sedî 392 kuştina jinan zêde bûye. Her wiha li gorî rapora parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu di îqtidariya AKP’ê de hêrî kêm 15 hezar û 557 jin jiyana xwe ji dest dane. 
 
864 pitik li girtîgehê ne
 
Di dema îqtîdariya AKP’êde rewşa li girtîgehan her ku çû xirab bû, mafên girtiyan hatin binpêkirin û qanûnên heyî nehatin pratîzekirin. Di demên dawiyê ji ber virûsa koronayê rewş bêtir xirab bû jiyana girtiyan ket xetere ye. Li gorî rapora parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Farûk Gergerlîoglu niha 864 pitik bi dayika xwe re li girtî ne. Ev rewşa ku Tirkiye hatiye nîşan dide. 
 
Sazî û dezgeh hatin girtin 
 
Li gorî daneyên Dezgeha Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê niha ji sedî 17 jin wekî rêveber li Tirkiyeyê li ser wezifeyê ye. êv tiş jî tabloyek din a xeternak a Tirkiyeyê. Her wiha li gorî “Qanûna Şaredariyê” cihên ku nifûs ji 50’î hezarî derbas kiribe divê li vir ji bo jin û zarokan malên parastinê bên vekirin, ji bo parastina jin û zarokan divê tedbîrên berbi çav bên girtin. Lê belê ev qanûn ne hat pratîzekirin. Ligel qanûn nehat pratîzekirin jî sazî û dezgehên ku parastina jin û zarokan dikir jî hatin girtin. Endam û rêveberên sazî û dezgehan hatin binçavkirin an jî hatin girtin. Mirov dikare mînaka Komeleya Jinan a Rosa ya Amedê bide. Divê mirov êrişên li hemberî pergala hevserokatiyê jî ji bir neke. Qayûm tayinê 47 şaredariyên HDP’ê kirin û hemû xebatên jinan ên şaredariyê hatin astengkirin. 
 
Jinan bi çalakiya xwe li hemberî nîqaşan derketin
 
Niha di rojeva jinan de Peymana Stenbolê heye. Peymana ku ji hêla Tirkiyeyê ve di 24’ê mijdara 2011’an de hatî qebûlkirin niha jî ji hela AKP’ê ve nîqaşa wê ya betalkirinê tê kirin. Di vê pêvajoyê de gotinên Erdogan bi tundî hatin rexnekirin. Li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Amed û gelek bajarên din, bi çalakiyên jinan nîqaş hatin şermezarkirin. Polîsan bi tundî êriş bir ser çalakiya jinan. Jinan bi dirûşmên wekî “Peymana Stenbolê dide jiyin” çalakiyên xwe rojevî kirin û li pêşiya nîqaşên betalkirinê rawestiyan.
 
Sibe: Jin li dijî her cureyê tundiyê têkoşîna xwe didomînin