Meşa perperokan a ji raperînê veguherî şoreşê (2)

  • 09:05 22 Mijdar 2020
  • Dosya
Aksu Bora: Sînorên 'Mal ' û 'Derve' ne li gorî sedsala 20'an e
 
Habîbe Eren
 
ENQERE - Aksû Bora diyar kir ku tevgera femînistan hem li Tirkiyeyê û hem jî li cîhanê tenê rêyekî naşopîne û got: "Heke bi hev re li hemberî dijminê esas têkoşînek bihata dayîn dê bêtir bi hêz bibûya. Mekanîzmayên îqtîdarê belawela ne, sînor ne diyar in û gelek navendên îqtîdarê hene. Ji ber vê jî tevgera me jî belawela ye û sînor ne diyarin û gelek navêndên wê hene." 
 
Jin li dijî zayendperstiyê, oldaparêziyê, nîjadperestiyê, kedxwariyê û kuştina jinan qadan terk nakin. Ligel şîdeta dewlet-mêr têkoşîna jinan mezin dibe û belav dibe. ji salên 1970’an heta îro Tevgera Jinên Tirkiyeyê bi rêxistinbûna xwe mezin dibe. Ev tişt bandorê li jinên Tirkiyeyê kir. Em ê îro di çarçoveya dosyaya xwe ya 25'ê Mijdarê de nêrînê Prof. Dr. Aksu Bora yê bînin ziman. Em ê li ser tevgera femînistan rawestin bandora wê ya li ser civakê binirxînin. 
 
Bi salane jin li hemberî taciz, tecawiz û kuştina jinê di nava têkoşînê de ne û Aksû mijara têkoşîna jinan wiha anî ziman: "Îro li Tirkiyeyê hêj tegereke muxalîf a bi hêz heye û ev jî tevgera femînistan e. Bi mijara şîdeta di nava malê mijarekî ketin rê û di nava 35 salan de geş bû. Êdî di bingela zayendî de em her cûreyên şîdetê dizanin. Bi têkoşînê ev tişt pêş ketin. Zanyariya di vê helê de gelek pêş ket. Me dît ku pirsgirêk (bingeha şîdeta zayendî) wekî ku em dimînin nîne bêtir aloz e." 
 
'Tenê rêyek nayê şopandin'
 
Aksû, destnîşan kir ku tevgera femînistan hem li Tirkiyeyê û hem jî li cîhanê rêyek tenê naşopîne û got: "Ev tişt dibe sedema qelsbûnê. Bi taybetî jî hedef zêde dibin. Heke bi hev re li hemberî dijminê esasî şerek bê dayîn dê têkoşîn bi hêztir bibe. Lê em dizanin ku cîhan ne cîhana sedsala 20'an e. Mekanîzmayên îqtîdarê belavela ne û ne diyar in û gelek navendên îqtîdarê hene. Ji ber vê sedemê jî tevgera me jî belavelaye, bê sînor e û gelek navendên wê hene. 
 
'Jin naxwazin li malê bên hepskirin'
 
Aksû, mijara pêşxistina kevneparêzî, dûrxistina jinan a qadên cemaweriyê û hepskirina jinan a li malê ya îqtîdarê wiha nirxandin: "Jin naxwazin êdî li malê bên hepskirin. Bi taybetî di van rojên wisa de hemû jiyan li malê hatiye hepskirin. Îro jiyan bi her awayî tê nîqaşkirin. Sînorên 'Mal' û 'Derve' ne li gorî sedsala 20'an e. Sînorên qadên cemaweriyê jî wisa ye. Divê mirov mijara 'hepsa malê' li gorî sînorên nû carek din bigirin dest." 
 
'Dijminatiya li hemberî jinê hêsan şîrove nekin'
 
Aksû, bal kişand ser kuştina jinan û wiha axivî: "Dijminatiya li hemberî jinan divê wisa hesan neyê şîrovekirin. Kuştina jinan a ji hêla mêran ve ne nû ye, lê belê dema mirov 10 salên dawiyê dinirxîne, tiştên ku berê me nedîtin tên dîtin. Ne tenê guherîna amûrên kuştinê. Dewlet li gorî konjonkturê amûrên destê xwe bikartîne û zimanekî bikar tîne. Di serê ewilde ji bo malbatiyê polîtîka afirand. Naverokên polîtîkayan ne yek in. Di nava demê de cureyên wan hatin zêdekirin û hem jî bi mekanîzmayên hin malbat ji ber çavan derxistin. Dema em polîtîkayên civakî dinêrin em dibînin ku ji bo malbatê polîtîka hatin avakirin. Alîkariyên civakî û îstîhdam di nava vê mijarê de ye. Erdogan niha tenê bi derdora xwe re di nava têkiliyê de ne û ev tişt jî bi sembolîk e. Kuştina jinê, bê hiqûqî û bê polîtîkabûyîn di nava vê pêvajoyê de ye. Lê di vê mirov bi kûrahî mijar lêkolîn bike. Dijminatiya AKP'ê ya li hemberî jinê tenê aliyek e. Ji bo ku em hemû tên pelçiqandin na, ji bo ku em ji peçiqandinê rizgar bibin. Min demên borî gotibû em dikarin polîtîkayên xwe bikin yek. Niha jî heman fikre diparêz im. Femînizm, ji bo hemû jinan vînekê rizgarî û azadî ye."
 
'Hevkariya femîstan ne mimkûne'
 
Aksû, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser hevkariya femînistan û got: "Hevkariya jinan û hevkariya femînistan ne heman tişte. Femînist dikarin nebin hevkar, di eslê xwe de jî ne mumkûn e. Heke dijminek esas hebûye dê yekitiya xwe avabikirana. Lê belê ne wisa ye, ji ber ku gelek navendên wê hene. Em ê hers, fikar û tirsên xwe bi kê re parvebikin? Em cend di heman cihê de nebin jî ji bo heman tiştî têdikoşin. Gelek caran bi nîqaş û geşedanan em rêya xwe xêz dikin. Em gotinên xwe wisa pêş dixin. 
 
'Dem nedan ku pergala hevserokatiyê pratîze bibe'
 
Aksû, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pergala hevserokatiyê û got: "Dem çênebû ku em pergala hevserokatiyê binirxînin. Min hinek nîqaşên di nava tevgera jinên kurd de şopand. Ev tişt bi rastî ji bo min hînbûnek girîng bû. Di nava rastiyekê de şênber bû, ji ber ku astengiyên şênbêr dîditin û wisa niqaşên xwe dikirin. Hûn jî dizanin ku dem çênebû ku pergala hevserokatiyê pratîze bibe. Di 15'ê tîrmehê hewldana darbeyê çêbû. Bi darbeyê hevserokatî ji holê hat rakirin. Hatin binçavkirin, girtin û derbarê wan de doz hatin vekirin."
 
Sibe: AKP di 18 salan de ji bo jinan çi kir?