Meşa perperokan a ji raperînê veguherî şoreşê (1)

  • 09:02 21 Mijdar 2020
  • Dosya
Abdullah Ocalan: Parastina cewherî pîroz e 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, diyar kir ku divê baş bê zanîn ku di civakê de jiyaneke rast bi jinê re pêk neyê, jiyaneke manedar jî wê çênebe û got: "Divê em zanibin ku jiyana herî xweşik û manedar bi jina azad a xwedî rûmet pêkan e û bi vê zanînê divê em vegotin û çalakiyên xwe pêşde bibin."
 
“Çawa ku kolekirina jinê koletiya herî kûr e, divê şoreşa jinê jî bibe şoreşa herî kûr a wekhevî û azadiyê.  Şoreşa jinê divê hem di teorî û hem jî di çalakiyê de gavên bi kok biavêje. Beriya her tiştî li dijî îdeolojiya zayendparêz şerekî domdar û dijber hewce dike. Şoreşa jinê ferz dike ku li dijî zîhniyeta destavêj û tecawizkar a bîst û çar saetên rojê li ser kar e, di warê exlaqî û polîtîk de jî şer were xurtkirin.”
 
Bi munasebeta 25'e Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, me nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku heta niha derbarê jin, evîn, malbat, civak û xweparastinê de kirine kom kirin. Me xwest di çorçoveya dosyaya xwe de mijaran yek bi yek bigirin dest.
 
Abdullah Ocalan, da zanîn ku têkiliyên zayendî dîrokeke xwe ya xirab a pênç hezar salî heye û got: “Jin ji min re nameyan dinivîsînin. Bi rengek kûr qala van pirsgirêkan dikin. Divê jin van mijaran binivsînin. Dîroka têkiliya zayendê ji Sûmeran dest pê dike. 104 Me yên Înanna hene, her tişt di nav vê de heye. Çandinî, ajalvanî, xwedîkirina zarokan, ango gelek rêgezên jiyanê xwe dispêrin dayiksalariyê. Înanna ji Enkî re wiha dibêje; ‘Te ev hemû ji min dizîn, te hemû nirxên min ji min girtin’. Di vir de pevçûna herdû zayendan girîng e. Di encamê de jin hemû nirxên xwe, ango Me yên xwe winda dike. Mijara zayendê tê asteke wisa ku nayê jiyîn.  Ji ber wê jî rêzdarî û hezkirin wiha bi hêsanî çênabe, şoreş pêwîst e. Heta mirov vê şoreşê pêk neyne, xweşiya jiyanê jî nabîne.”
 
‘Çavên xwe yên birçî bi jinê têr dikin’
 
Abdullah Ocalan, diyar kir ku desthilatdarî di forma netew-dewlet de hatiye mezinkirin, hêza xwe bi giranî ji vê zayendperestiya zêde digire û belav dike û wiha behsa mijarê kir: “Zayendparêzî fonksiyoneke normal a biyolojîk nîne; îdeolojiyek e ku herî kêm bi qasî netewperestiyê rê li ber desthilatdarî û netew-dewletê vedike. Ji bo zilamê serwer, zayenda jinê objeyek e ku her cure îhtîras û çavbirçîbûna xwe li ser têr dike. Di pirtûkên pîroz de tê gotin ‘Jin erdên we ne, hûn çawa dixwazin, dikarin wisa biajon’ û li gorî modernîteyê jî ‘Jin mîna sazekê ye, dilê we çawa dixwaze hûn wisa dikarin lê bidin’ vê rastiyê tînin ziman. Dîsa gotina ‘Ço ji ser serê wê, zarok jî ji malzaroka wê kêm nekin’ jî karektera faşîst a serweriyê nîşan dide.”
 
‘Bi navê em evînê dijîn xwe dixapînin’
 
Abdullah Ocalan di şîroveyên xwe de wiha bal kişand ser evînê: “Niha jin bi navê em evînê dijîn xwe dixapînin. Dema ez li Şamê bûm min ji jinên ciwan re digot; ez ji xwe bawerbûm. Îdea min a azadî û evînê mezin e. Ez bi xwe bawer im ku evîna rast bijîm. Di vê mijarê de jêhatî me. Gelo hûn jî ji xwe bawer in, bi îdea ne, hûnê bikaribin feraseta min ya evînê rabikin? Lê ez dibînim ku di vê mijarê de ne têr in. Hûn dizanin Kant fîlozofekî girîng e. Lê Kant, evînê weke hevgirtina organê zayendî ê jin û mêr pênase dike. Belê fereseta evîna wan ev e… Fereseta evîna ku ez behs dikim weke fereseta evîna Nazim Hîkmet a evîna tenê ji bo jinê nîne. Evîna bi rêbaza Nazim, ne evîn e. Ji evîna xwedawenda jî behs nakim. Evîn fêm kirin e, kûrbûn e. Fêmkirina xweza, gerdûn û mirov e. Bêyî fêmkirina van, evîn nabe. Fereseta evîna bi min re fêmkirin e.”
 
‘Her kes êdî zilam û pîreka hev in’
 
Abdullah Ocalan mijara saziya zewacê jî wiha nirxand: “Di şexsê jinê de saziya herî baş koletiya giştî ya civakê kamûfle û şapinêz dike, saziya zewacê ye. Pêvajoya pîrekkirina jinê (piçûkxistin, rezîlkirin, dûvikê zilam) dikin bingeh û civakê jî gav bi gav dikin pîrek. Koletiya zilam piştî pîrekkirina jinê û bi wê re di zikêhev de hatiye meşandin. Koletî û pîrektiya li ser jinê hatî ceribandin û encam girt, piştre jî bi zilam û çînên bindestan dan qebûlkirin. Ev pêvajoya bi şaristaniyê re bi pêş ket bi modernîteya kapîtalîst re derket asta herî jor û bilind. Faşîzm di pêvajoya pîrekkirina civakê de xwedî maneyeke taybet e. Civaka teslîmgirtî îfade dike. Modernîte civaka giştî ya pîrekbûyî îfade dike; ango her kes hatiye xesandin, qabîliyeta xwe ya parastin û bergiriyê ji dest dane, her kes êdî zilam û pîreka hev in.
 
‘Çima her tişt pîroz tê dîtin..!’
 
Abdullah Ocalan, diyar kir ku heke dibêjin malbat pîroz e wê demê çima dikevin qirka hev û got: “Ferqa min ev e ku ji zaroktiya xwe de li beramberî van têkiliyan ketim nava nakokiyan û ji min re eceb dihat. Dayika min ji min re her digot ‘Tu bi vî halê xwe nikarî bi tu keçê re bizewicî’. Ev ji bo min veguherî tarzekî jiyanê. Piştî wê min bingehê vê yê teorîk jî dît. Min tu carî bawerî bi çanda jinbûn-mêrbûnê neanî. Çanda jinbûn-mêrbûnê pir xeter e. Ma eşqa mezin wiha daduqurtîne?  Wiha dikuje?!... Madem dibêjin malbata pîroz wê demê çima li hevdû didin û dikevin qirka hev? Ya rastî çima tişta herî pîroz tê dîtin rê li ber zilm û komkujiyeke wiha mezin vedike?... Va ye em dibînin pêşketin jî van gotinên me piştrast dikin. Pirsgirêk îdeolojîk e.”
 
‘Divê jin pirsgirêka xwe fêm bike’
 
Abdullah Ocalan, diyar kir ku pirsgirêka jinê encama çanda destavêtinê ya 5 hezar salî ye û got: “Ez hîna jî dema ku vê mijarê li vir lêdikolim û dixwînim şaş dimînim. Jinan hîna jî ev pirsgirêk fêm nekirine û çareser nekirine. Divê jin pirsgirêka xwe fêm bike û çareser bike. Hûn ê di haya zayenda xwe de bin. Hûn ê xwe binasin. Ez dibêjim jina azad, lê weke azadiya zayendî berovajî dikin. Her tiştî di naveroka zayendê de digirin dest. Li Ewropa bedena jinê pir balkeş derdixin pêş û tehrîk dikin. Jinê dikin meta. Awirên we cuda ne. Ji porê xwe bigrin heta neynokên xwe hûn nizanin hûn ê çawa xwe bixemilînîn. Min ji bo Akademiya Jinan a Amedê pêşniyarek kiribû. Gihandina zarokên keç girîng e. Heta dibe ku malbat zarokên keç bigihîne, hûn wan bigihînin. Tê zanîn ku di nava malbatan de ensest zêde ye û divê beramberî van tevan tedbîr bên girtin. Jinek dizewice piştî du mehan xeml û şemala wê tê guhertin û jin paşê bi maqyajan xwe rêk û pêk dike.”
 
‘Zilam çima di mijara jinê de ew qas hesûd e?’
 
Abdullah Ocalan destnîşan kir ku pirsa bingehîn a divê bê kirin ev e, zilam çima di mijara jinê de ew qas hesûd, çavnebar, tehekumkar û kujer e, çima tevahiya bîst û çar saetên rojê ji rewşa xwe ya destavêtinê venagere û mijar wiha şîrove kir: “Bêguman destavêtin û tehekum têgînên îstîsmarê yên civakî ne. Rengê civakî ya diqewime îfade dike, hiyerarşî zêdetir baviksalariyê û desthilatdariyê bi bîr dixin. Maneyeke wê ya din a kûrtir, xiyaneta li hemberî jiyanê îfade dike. Girêdana pirralî ya jinê bi jiyanê re dikare helwesta zayendperestiya civakî ya zilam zelal bike. Zayendperestiya civakî, bi bandora zayendparêziyê diqedîne û kor dike jidestdana dewlemendiya jiyanê, helwesta bi hêrs, tecawizkar û hakim a ev yek dibe sedema wê, îfade dike. Lê mirov nikare bibîne ku tu zindî û ruhber bîst û çar saetan ji aliyê zayendî ve dewamî birçî ne û xwediyê vê zîhniyetê ne. Eşkere ye ku jiyan bi tenê ji têkiliya zayendî pêk nayê. Berevajî, mirov dikare bibêje têkiliya zayendî bi awayekî kêliya mirinê ye, ya rastî li dijî mirinê pêngaveke kujer a jiyanê ye. Ango mane ev e; çalakiya zayendî çiqasî zêde be, ew qasî jiyan ji dest tê dayîn.”
 
‘Rizgarkirina malbat û zayendan zêdetir xilasiya civakê ye’
 
Abdullah Ocalan gotinên hezretî Ayşe û gotinên Leyla Atabay nirxand û asta ku jin niha hatiye wiha şîrove kir: “Şoreşa zayendê tenê jinê eleqedar nake. Ev pirsgirêka şaristaniya dawî ya 5 hezar salî ya civaka çînî ye. Zilam di rewşeke ji jinê jî xirabtir de ye. Ev şoreşa zayendê di heman demê de rizgariya zilame jî. Min rastiya jinê dît, jin gihaye asteke ketî. Sê dînên mezin ên semawî, serdemên kolebûn, feodalîzm û herî zêde jî kapîtalîzm jinê wek metayekê dibîne. Kapîtalîzmê jin istîsmar kiriye, kiriye wek meta û amûreke firotinê. Ji ber wê ye cardin bi israr dibêjim şoreşa zayendê şert e. Divê têkiliya jin-zilam bi rêya mejî ve bê rêvebirin. Ne bi rêya hestan. Bi nêrîna zayendî ve nabe. Divê xwe bispêre bingeheke ilmî. Di van têkiliyan de ne mumkune ku dev ji ilmê berdin. Nabe ku tenê bi hestan bigrin dest. Min ev spart bingeheke ilmî. Divê têkiliya jin-zarok jî bi vî rengî be. Pêwîste jin nêzikatiya xwe ya ji zarokan re jî li ser vê bingehê ava bike. Ev ji rizgarkirina malbat û zayendan zêdetir xilasiya civakê ye. Ji ber wê jî divê hestên me ji fikr û nêrînên me ne qutbin. Şoreşa jinê wê ji bo mirovahiyê bibe ronahiyek. Serkeftina me ya herî mezin di têkoşîna jinê de çêbû. Min ji jineke bi navê Leyla Atabay nameyek girt. Di zindana Mûşê de dimîne û bi eslê xwe ji Ebexa Wanê ye. Di nameya xwe ya balkêş de wiha dibêje; ‘Çi şadî û şerefe ku wek jin hatime dinê’. Min beriya niha gotina Hezretî Ayşe ya; ‘Li şûna jin, xwezî ez kevirek bihatama dinê’ ji we re gotibû. Hazretî Ayşe vê tenê li beramberî zilma zilam nabêje, li beramberî lîstokên siyasî jî dibêje. Heger Leyla Atabay vê dibêje ev pêşketineke pir girîng nîşan dide. Ev asta ku jin hatiyê nîşan dide."
 
‘Pêdivî bi şoreşa jinê heye’
 
Abdullah Ocalan, li ser mijara ‘Şoreşa Jinê’ wiha rawestiya: “Ya pêdivî pê heye ‘şoreşeke jinê ye’ ya ku wê li tevahiya qadên civakî were meşandin e. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kûr e, divê şoreşa jinê jî bibe şoreşa herî kûr a wekhevî û azadiyê.  Şoreşa jinê divê hem di teorî û hem jî di çalakiyê de gavên bi kok biavêje. Beriya her tiştî li dijî îdeolojiya cinsperest şerekî dewamî û dijber hewce dike. Şoreşa jinê ferz dike ku li dijî zîhniyeta destavêtin û tecawizkar a bîst û çar saetên rojê li ser kar e, di warê exlaqî û polîtîk de jî şer were xurtkirin. Ji bo şoreşa jinê, divê diyardeya zarokanînê ya bi armanca mêtinkarî û desthilatdariyê were mehkûmkirin û redkirin. Şoreşa jinê ferz dike ku îradeya zarokanînê bi temamî ji jina azadbûyî re were hiştin. Divê di îdeolojiya xanedantî û malbatê de şoreş pêk bê… Divê mirov hêza jiyanê, bi jinê re ne di têgihiştina zarokanîn û amûra têrkirina xwestekên cinsî de, weke tayê herî xurt ê dostaniyê, hevaltiyê û civakbûnê di afirandina bedewî, sedaqet, aştî û esaletê de ji bo parvekirina bi awayekî azad û wekhev bibîne.
 
‘Gul, ji bo ku xwe biparêze sitiriyan derdixe’
 
Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de qala parastina rewa jî wiha kir: “Parastina rewa tenê ji bo jinê nîne, ji bo her kesî derbasdar e. Divê jin bikaribin parastina xwe bikin. Ez dibêjim teoriya gulê. Ez li ser gulê hizirîm. Gul, ji bo ku xwe biparêze sitiriyan derdixe. Parastina cewherî ya gulê û ya nebatekê jî heye. Ji bo parastina cewherî mirov tenê li xwezayê binêre bes e. Me bi qasî gulekê jî mafê me ya xwe parastina cewherî tune ye? Parastina cewherî pîroz e. Darek jî tehtan diqilişîne û koka xwe derdixe û dikare xwe bide jiyîn. Ma em nikarin bi qasî vê jî bibin? Êdî hûn nikarin di kolanekê de bigerin. Dizewicin, her roj dest diavêjin we. Zilam bixwaze dikare di rojekê de jinê xilas bike. Divê bi dîtina van re têkoşîna xwe ya azadiyê kûr bikin. Asta wan a kûrbûnê lêhûrbûnên wan baş in. Lê ya girîng e van tiştên ku difikirin di jiyana xwe de jîndar kirine. Dema ku van tiştên dibêjin jîndar bikin wê di rêya têkoşîna azadiyê de pêş ve biçin."
 
‘Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala jinê’
 
Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de bal kişand ser sedsala 21’ê û wiha bi lêv kir: “Tevgera jinê tevgereke sedsala 21'emîn e. Sedsala 19’emîn çawa bi mohra tevgera karkeran e, sedsala 21’ê jî dê ji bo tevgera jinê wisa be. Zanyar bi xwe jî dibêjin, sedsala 21 emîn dê bibe sedsala jinê, meseleya jinê meseleyeke civakî ye. Tenê ne meseleya zayendî ye, li gorî min jî meseleyeke mêr e. Şaristanî afirandineke mêr a 5 hezar salan e, bi qirêj e, mêr di vê qirêjiyê de parçe parçe hildiweşa ne, ez ê li ser vê hûr û kûr bibim, niha li ser meseleya mêr disekinim ez ê vê vekim bila bi heyecan li bendê bin. Jin piçekî xwe gihandiye asta azadiyê, divê jin xwe bigihîne jiyaneke bi rûmet.”