Xweparastin maf e (5)

  • 09:09 14 Mijdar 2020
  • Dosya
'Bikaranîna xweparastinê berpirsiyariya me ye'
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan diyar kirin ku ew xweparastinê tenê di warê parastina laş de nagirin dest û gotin ji bo ew hebûna xwe bidomînin xweparastin pêdiviyeke girîng e. 
 
Komkujî û tundiya li ser jinan xweparastinê mecbûrî dike û li dijî polîtikayên zext û bişavtinê rêbazên nû yên xweparastinê tên pêşxistin. Jin tînin ziman ku mekanîzmaya herî girîng a xweparastinê xwerêxistinkirin e. Ji bo jinan xweparastin wekî hinceta hebûnê tê pênasekirin. 
  
'Êrişa li ser jinên kurd mijara gotinê ye'
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn da zanîn ku ew xweparastinê tenê wekî parastina laş nagirin dest û got her zindî di xwezaya xwe pêdiviyê bi xweparastinê dibînin û wiha dewam kir:"Jin li dijî êrişa li wan tê kirin divê hem di warê derûnî, hem laşî hem jî wekî hişemendî xwe biparêzin. Lê êrişeke hîn taybet li ser jinên kurd tê kirin. Li dijî vê yekê pêdivî ji xweparastinê heye. Em wekî TJA'yê bi temamî xwe diparêzin. Em bi kampanyaya xwe ya 'Em xwe diparêzin' xweparastina xwe xurtir dikin. Çimkî em dizanin ku dixwazin destkeftiyên jinan ji destên wan bigirin."
 
'Wekî din vebijêrkên jinan namînin'
 
Endama Platforma Jinê ya Şahmaranê ya Mêrdînê Melike Bisikletçiler, bi lêv kir ku tundiya mêr-dewletê her ku diçe zêde dibe û wiha dewam kir:"Di nava sîstemeke wiha de jin mecbûr in bi rêbazên cuda xwe biparêzin. Jin ji bo jiyana xwe dewam bikin û xwe biparêzin xweparastin pêş xistin. Em dibînin ku jin wiha dikin û li ser piyan dimînin. Em dibînin gelek jinên xweparastinê dikin dibêjin 'min wiha nekira wî yê min  bikuşta'. Tu vebêjerkeke jinan namîne. Ji ber saziyên jin piştigiriya hiqûqî û manewî jê bigirin têra xwe tune ne û çanda bêcezahiştina mêran jî pêş ketiye tu vêbijêrka jinan namîne. Loma pêşxistina xweparastinê mijareke girîng e. Kes naxwaze bi dîtina îşkenceyê jiyana xwe ji dest bidin. Pêşxistina xweparastina jinên dixwazin zarokên xwe û siberoja xwe biparêzin ji bo min pir bi qîmet e."
 
'Bikaranîna xweparastinê berpirsiyariya me ye'
 
Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya da zanîn ku divê xweparastin ji gelek alî bê bidestgirtin û wiha got:"Dema em xwe ji aliyê laş, rih û her aliyên din bi hêz bikin wê demê em xweparastina xwe jî dest pê dikin. Em dikarin bêjin xweparastin ji mejiyê me dest pê dike. Dema tundî li jinê bê divê jin xweparastina xwe bikin. Divê em xweparastinê ji hev re rave bikin û belav bikin. Bikaranîna xweparastinê berpirsiyariya me ye."
 
'Xweparastin lidijderketineke herî bi bandor e'
 
Ji Piştevaniya Morê Yeşim Guzel anî ziman ku tundî û zext wekî alava herî bi hêz a êrişan e û wiha got:"Tu jin niha ne di nava ewlehiyê de ne. Hiqûq jî di eleyhê jinan de ye. Ji bo jin bi hêz bibin xweparastin xwerêxistineke girîng e. Sîstemeke patriarkal heye. Di heman demê de êrişeke mezin a kapîtalîzmê ya li ser jinê heye. Ji bo jin xweparastinê bike jin li kuçeyan li dijî êrişên li ser Peymana Stenbolê dengê xwe bilind dikin. Em vê dengderxistinê ne tenê li Tirkiyeyê li her derê cîhanê dibînin. Têkoşîna me ya li dijî sîstema em di nav de ne çeka me ya herî xurt e. Divê jin xweparastinê di her kêliyê jiyana xwe de bi kar bînin."
 
'Xweparastin ji bo hemû jinan girîng e'
 
Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Ozkan da zanîn ku li dijî van êrişan wan wekî jinên ciwan xweparastin pêş xistine û wiha got:"Xweparastin ji bo hemû jinan girîng e. Em li kuçe, kolanan xweparastina xwe pêş dixin. Bi taybet li dijî destdirêjî, tecawiz û tundiya di demên dawî de pêş ketine em xwe bi rêxistin dikin. Ji bo em li dijî zihniyeta baviksalarî bibin bersiv em xwe bi rêxistin dikin. Em jî wekî jinên ciwan li dijî tunya bi taybet li ser jinên ciwan li têdikoşin. Em nîqaş dikin ku em ê çawa xweparastina xwe pê bixin."
 
Bi dawî bû...