Xweparastin maf e (4)

  • 09:14 13 Mijdar 2020
  • Dosya
Îmtihana darazê ya bi xweparastinê
 
Habibe Eren
 
ENQERE - Parêzer Çigdem Kozan da zanîn ku jinên mafê xwe yê xweparastinê bi kar tînin li dijî tahakkuma baviksalarî serî hildidin û wiha got:"Jinên mafên xwe yên xweparastinê bi kar tînin tên cezakirin."
 
Xweparastin bi navê xwe yê hiqûqê "Mudafaaya rewa ye". Li gor Zagona Cezayê Tirk  (TCK) kesên ku li dijî êrişa li ser xwe, xwe biparêze ceza lê nayê birîn. Her çiqas di hiqûqê de wiha be jî ev di pratîkê de nayê bicihanînin. Jinên ji bo bijîn kesên êrişî wan dike dikuje bi cezayên giran rû bi rû tên hiştin. Nevîn Yildirim a ku mafê xweparastinê bi kar anî û yê êrişê wê kir kuşt cezayê muebetê girt. Ev yek mînakek e. Gelek jin ji ber ku mafê xweparastinê bi kar anî hatin cezakirin. 
 
Di mehên borî de Elif Katar mêrê bi wê re zewicî Îsmaîl Katar ji ber ku îşkenceya sîstematîk li wê û zarokên wê kiribûn ew kuştibû. Ji ber vê li Elif Katar û kurê wê Mehmet Can Katar 15 sal ceza hatibû birîn. Daraza ku cezayê mêr bi rêya 'tehrîka bêmaf","halê baş" dadixe heman tiştî ji bo jinê nake. Parêzer Çigdem Kozan di beşa dosyaya me ya çaremîn de behsa jinên mafên xwe yên xweparastinê bi kar anîn û di jiyanê de li ser lingan man, kir 
 
'Xweparastin ji aliyê sîstemê ve nayê qebûlkirin'
 
Çigdemê da zanîn ku li cihekî ku dewlet û daraz bi zihniyeta baviksalarî bê xwedîkirin xweparastina jinê ya nayê qebûlkirin û wiha got:"Jina ku li dijî tahakkuma baviksalarî serî hildide hevsengiya zihniyeta baviksalarî xera dike. Loma jin tê astengkirin. Ev jî encama polîtîkayên sîstema heyî ye. Dewlet polîtîkayên tahakkumê li ser jinê ava dike her roj zêde dike. Bi vê yekê erişî jinê û destkeftiyê jinê dike."
 
'Mêrê tundiyê dike tê parastin'
 
Çigdemê da zanîn ku xweparastina jinê di çarçoveya mudfaaya rewa de nayê nirxandin û sedemên ku rê li daxistina ceza veke jî nayê vekirin û wiha dewam kir:"Muwekîleke min a ku mafê xweparastinê bi kar anîye wekî mêrê tundî lê kiriye bersûc tê darizandin. Darizandin wekî ku ew mêrê tundî kiriye ne bersûc be pêş dikeve. Mêrê tundiyê dike wiha tê parastin."
 
'Daxistina cezayê mêr gelekî hêsan e'
 
Çigdemê da zanîn ku sîstema darazê ya baviksalarî bi cezayê giran ê li jinan dibirin dibêjin "Mafê we tune ye ku hûn li dijî tundiya li we tê kirin, bisekinin. Divê hûn ji vê yekê razî bin" û wiha dewam kir:"Nevîn Yildirim a ku tecawizkarê xwe kuşt ne 'daxistina tahrika bêmaf' ne jî ya 'halê baş' girt. Di destpêkê de li dijî biryara muebbetê dozgerê dosyayê xwest muebeta giran bê dayin. Ev îtiraza jî zihniyeta wan nîşan dide."
 
'Li gor saeta eşrefê'
 
Çigdemê da zanîn dema ew stajer bû ji 'daxistina halê baş' mînak da û wiha dewam kir:"Dema min staj dikir dadgerê dadgehê ji bo bûyereke tundiyê daxistina halê baş dabû. Bersûcê tundiyê nehatibû rûntiştinê jî. Min jî ji dadger got hîn bersûc nehatine rûniştinê hûn li gor çi daxistina halê baş dikin. Wî jî gotibû li gor saeta eşrefê. Bi vî hawî dibêjin hûn nikare derbarê me de lêpirsînê bikin."
 
'Ji azadiya jinê ditirsin'
 
Çigdemê bi lêv kir ku bi cezayên xweparastinê didin nîşandan ku ji azadiya jinê ditirsin û dixwazin têkevin pêşiya biryara jin di derheqê jiyana xwe de digirin. 
 
'Xweparatin mafekî rewa ye'
 
Çigdemê wiha dewam kir:"Kesek dikare mafê xwe yê parastinê bi kar bîne. Ev mafekî xwezayî ye. Jin mecbûr dimînin ku li hember darazê jî xwe biparêzin. Ji ber vê zihniyeta darazê ya baviksalarî êdî ev daraz baweriya xwe winda dike."
 
'Mêr bi parastina darazê bêtir dibin êrişkar'
 
Çigdemê bal kişand ser parastina darazê û wiha pê de çû:"Mêr bi parastina darazê bêtir dibin êrişkar. Mêr jinekê berî bikuje dibêje 'Ez ê te bikujin û 3-4 sala razêm û derkevim'. Ya ku bi mêr vê yekê dide gotin polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Di heman demê de îktidara Peymana Stenbolê dike mijara nîqaşê cesaretê dide mêr."
 
'Em ê siberojên jin azad in bi hev re ava bikin'
 
Çigdemê wiha bi dawî kir:"Em di pêvajoyeke êriş li dijî destkeftiyên jinê tê kirin derbas dibin. Lê belê jinên serî hildidin ew ê bi ser bikevin. Em ê siberojên jin azad in bi hev re ava bikin."