Evîn Siwêd: Jin bi têkoşîna xwe bûn pêşeng

  • 09:14 12 Mijdar 2020
  • Dosya
QAMIŞLO - Berdevka Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê ya berê Evîn Siwêd pêşketina jinan a bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re nirxand. Evînê da zanîn ku guhertin bi hejmareke kêm a jinên kurd dest pê kir û îro bi hezaran jin di nava vê têkoşînê de ne û wiha got:"Di sala 2005'an de rêxistinbûna jinan teşe girt û bi şoreşê re gelek komîte, saziyên jinê, akademî, perwerde hatin avakirin. Her wiha jinan di Rêveberiya Xweser de pêşengtî kirin û di navbera  jinên kurd, ereb û suryan de diyalog hatin meşandin. Jin bi têkoşîna xwe bûn pêşengên avakirina sistema Rêveberiya Xweser."
 
Bi têkoşîn û berxwedanek pir mezin îro jinên kurd li Rojavayê Kurdistanê dîroka jinan nûjen kirin. Di aliyê jiyanê de jin bi avakirina sazî û dezgehên xwe li tevahî cîhanê îradeya xwe diyar kirin. Her wiha di hemû kar û xebatan de jinê bi pêşengtiya xwe civakê bi rê ve dibe. Jin bi perwerde û zanebûnê ji bo jiyanek azad û aram her têdikoşe. Ruxmê ewqas êrîş li ser jinan heye, lê belê rêxistina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu pirsgirêkan ji xwe re nakin bend û ji bo jiyanek azad û bi rûmet her li ser piyan in. Ji bo jinên cîhanê mînak in. Têkildarî pêşketin, sazîbûn, artêş, hevserokatî û tundiya li ser jinê Berdevka  Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê ya berê Evîn Siwêd bersiva pirsên ajansa me da. 
 
Li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê jinan ve jiyanek çawa hat damezrandin?
 
Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê xwe bi rêxistin dikirin. Di sala 2005'an de bi avakirina Yekîtiya Star ev rêxistinbûyîn dest pê kir. Di nava civakê de jinên şoreşger derketin û berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Vê yekê jî gelek bandor li jinên Rojavayê Kurdistanê dikir. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû firsetek da ku jin ji bo Sûriyeyek azad, demokrat û nû pêşengtiyê bike. Di sala 2005'an de rêxistinbûna jinan teşe girt û bi şoreşê re gelek komîte, saziyên jin, akademî, perwerde hatin avakirin. Her wiha jinan di Rêveberiya Xweser de pêşengtî kirin û di navbera  jinên kurd, ereb û suryan de diyalog hatin meşandin. Jin bi pêşengtiya xwe bûn pêşengên avakirina sistema Rêveberiya Xweser. Ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinê pêşengtî kir. Dema qadên ereban yên mîna Tepqa, Dêre Zor, Reqa û Minbic hatin rizgarkirin, jinê li wan deran jî pêşengtî kirin. Jin berê tenê di mal û xizmeta zarokên xwe dikir, lê piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jinan cihê xwe li tevahî sazî û dezgehan girt. Jinê di qadên leşkeriyê de cihê xwe girt û hemû derên ku çete lê hebûn rizgar kirin. Jin îro li Rojavayê Kurdistanê di qadên mîna leşkerî, aborî, parastin, kooperatîf û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bûn pêşeng. Her wiha bi pêşengtiya jinê li hemû derê bi ereb, kurd, suryan û ermenan yekîtî ava kirin. Jinan di jiyanê de guhertin û veguhertinek çêkirin. 
 
Sazîbûyina jinan bandoreke çawa li ser jiyanê kir?
 
Jin çiqas xwe bi rêxistin bike ew yek jî bandorê li jiyanê dike. Jiyana dema guhertin tê de çêdibe ewqas tesîr li rêxistinbûna Kongreya Star dike. 10 komîteya Kongreya Star heye û xwe di gund, navçe, belde û bajaran de bi rêxistin kiriye. Ev rêxistinbûyîn gelek tesîrê li civakê dike. Tesîreke di hemû hucreyên jiyanê de guhertineke rast a zêhniyetê çêdibe. Her wiha dema pirsgirêk hebe hewildana pirsgirêkan jî zêde dibe. Sazbûna me herî zêde tesîr li ser orf û adetên civakê, olên ku li vê derê hene û eşirtiyê, kir. Sazîbûyina me di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê heta roja îro tesîrek erênî li ser civakê çêkir. Jinê çiqas xwe bi rêxistin û xurt kiribe jî gelek caran rastî êrîşan jî hatine. Ji ber dijmin û neyarên herêmên me jî baş dizanin ev rêxistinbûna ku hatiye avakirin bi pêşengtiya jinê pêk hatiye, loma herî zêde jin rastî êrîşan hatin. 
 
Xebatên jinan çawa tê meşandin?
 
Xebatên jinan di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de reng bi reng in û gelek zêde tên meşandin. Hin xebatên me hene ku ji  gelek pêşketinan re derbas bûn. Li Rojava di dema Rejîmê de hin xebat hebûn jinan cihê xwe tê de nedigirtin, mînaka wê jî xebata dîplomasî, aborî, siyasî û xizmetguzarî, lê piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê me ew zêhniyet guhert û jinê cihê xwe di hemû xebatan de girt. Heta kar û xebatên ku di destpêka şoreşê de hatine meşandin hin armancên wan hebû. Dema Rejîm ji herêmên me derketin jinê hemû cihên vala bi pêşengtiya xwe dagirtin. Niha xebatên jinan gelek pêş ketin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niha jin di hemû xebatan de weke Hevserok cihê xwe digirin, her wiha gelek buroyên jinan jî di xebatan de hatin avakirin. Her wiha jinê bi pêşengtiya xwe gelek proje ava kirin û niha dewam dike. Di nava komîteyên me de hebûna jinan ne tenê wek hejmar e, di aliyê perwerde û bi rêxistinkirinê hebûna xwe mayinde dike. Li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj xebatên jinan berfireh dibe û di aliyê pişeyî de jî perwerde tên meşandin. Niha di hemû karan de jinên kurd, ereb û suryan bi hev re cihê xwe digirin û ev yek jî tesîrê li hemû pêkhateyan dike. Xebatên jinan bi komên biçûk dest pê kir, lê bi fikir û armancên mezin jî bi ser ket. 
 
Piştî şoreşê tevlîbûna jinan a civakê di çi astê de hate guhertin?
 
Beriya şoreşê jin tenê aidê malê û zarokê xwe bû, bi şoreşê re di destpêkê de ev nêrîn hate guhertin. Ev guhertin jî bi avabûna YPJ'ê re pêş ket. Hêza jinan YPJ'ê hêz û baweriyek da jinan û jin dikare di civakê de hemû kar û xebatan bi rê ve bibe. YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên ku belayê cîhanê bûn, berxwedanek bêhempa meşandin û li dijî wan şer kirin. Li Rojavayê Kurdistanê di pîleya yekem de hebûna YPJ'ê di aliyê erênî de bandor li ser gelê Rojavayê Kurdistanê kir. YPJ'ê li paytexta teroran ên DAIŞ'ê Reqayê pêşengtî kir û ew qad rizgar kir. Hebûna hêza YPJ'ê bawerî da jinan ku di hemû beşên jiyanê de cihê xwe di xebatan de bigirin. Dema hêza me ya YPJ'ê jî di nava civakê de xebat dikir wê jî bawerî da civakê. Gelê Rojavayê Kurdistanê êdî jinê wek jiyanê dibînin. Ev guhertin bi jinên kurd û hejmarek pir kêm dest pê kir û îro bi hezaran jin di nava vê têkoşînê de ne. 
 
Ji bo zîhniyeta jinan were guhertin çi xebat hatine meşandin?
 
Dema em behsa guhertina zîhniyeta jinan dikin, divê em behsa zîhniyeta mêran jî bikin. Rêxistina Kongreya Star jî di nava tecrubeyan re derbas dibe, perwerde kirin, xitabet û guhertinên me her ji bo jinan bû. Dema mirov tiştekî ji aliyekî bigire nîvî dimîne, ji bo wê me dest bi perwerdekirina mêran jî kir. Perwerdeyên ku ji bo guhertinê em didin mîna dîrok, siyaset, civakî, guhertin û veguhertinê ne. Em hemû aliyan digirin dest. Kar û xebatên ku tên meşandin, şer û mercên ku em tê de derbas dibin ev bi xwe ji rengên perwerdeyê ne. Heta roja îro jî êrîş berdewam in. Di herêmên me de gelek koçberî tê jiyîn û 3 bajarên me weke Girê Spî, Efrîn û Serêkanî hatiye dagirkirin ev bi xwe rengekî nû ji pirsgirêk û guhertinên di nava civakê de ava dike. Kongreya Star jî jinên koçber perwerde dike û ji bo vegera ser axa xwe amade dike ev bi xwe jî tesîrek erênî bi xwe re tîne.  Ji bo rewşa jin, şert û mercên nû bi xwe re fikirandinan tîne. Di demên dawî de bi rengekî taybet êrîşî jinan tê kirin. Êrîşên li ser jinan bi rengekî berfireh dewam dike. Bi qetilkirin, tecawiz, fuhuş û madeyên hişbirê dixwazin jinan têk bibin. Beramberî vana em xwe çiqas rêxistin bikin û di nava jinan de van pirsgirêkan nîqaş bikin tesîrek baş çêdike.
 
Sîstema Hevserokatîyê bandorek çawa li ser xebatên jinan kir?
 
Di sistema Rêveberiya Xweser de tiştaê herî balkêş hevserokatî ye. Jin di hemû xebatan de bi Hevserokatiyê cihê xwe digire. Jin êdî xwe bi navê Meclîsa jinê bi rê ve dibin. Jina ku di rêveberiyê de cihê xwe digire zane, hebûna jinan diparêze, perspektîf dide û ji bo jinan projeyan ava dike. Sîstema Hevserokatiyê derbasî hemû jiyanê bûye, heta li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Rêveberiyê de sistema Hevserokatiyê tê birêvebirin. Ev sîstem pirî caran hate nîqaşkirin û jinê rol û misyonek mezin da xwe û ne weke tenê teşe weke hebûneke heqîqî derket pêş. Têkoşînek li beramberî zîhniyeta mêr yê ku her dixwaze jinê weke alîkarê xwe bibîne, mêr xwe weke serok dibîne û jinê weke dirênceka duyem dibîne beramberî van nêzikatiyan gelek têkoşîn hate kirin. Di sîstema hevserokatiyê de herî zêde têkoşîn tê dayîn, ji ber tecrubeya jinan bi salan hebû. Jinê di hemû karan de xwe xurt û hîn  dike. Sîstema Hevserokatiyê li tevahî cîhanê bû mînak. Niha li vir hemû pêkhate bi sîstema Hevserokatiyê kar û xebatên xwe bi rê ve dibin, ew yek jî dide diyarkirin ku di aliyê erênî de hatiye pejirandin. 
 
Tundî û qetlîamên jinan piştî şoreşê jî berdewam dike, li dijî tundiyê hûn têkoşîneke çawa dimeşînin û rêgez û madeyên çawa we destnîşan kiriye?
 
Beriya şoreşê jî tundî hebû, niha jî heye lê ne wekî berê. Di hemû şerên cîhanê de yekem jin û zarok dibin qurbaniyê destpêkê. Hewildana me hebû ku em her jin û zarokan biparêzin, lê mixabin îro cihên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin herî zêde tundî lê heye. Her wiha li cihê dagirkirî zewaca bi zorê tê kirin û her roj nûçeyên revandin, qetilkirin û tecawizkirina jinan derdikeve pêşberî me. Cihên ku hatine dagirkirin bi dehan jinên kurd li girtîgehan hatine dagirkirin. Ev agahiyana her roj rojên me girantir dikin. Dewleta tirk di destpêka şoreşê de mudaxeleya Sûriyeyê bi giştî kir û dixwest modela tundiyê li herêmên me ava bike. Dixwest nûçeyên tecawiz, revandin û qetilkirin ji rêzê were dîtin. Li beramberî van tundiyan têkoşînek bêhempa hate meşandin. Di destpêkê de bi pêşengtiya YPJ'ê hemû heremên ku çeteyên DAIŞ'ê dagir kiribû hate rizgarkirin. Bi hezaran zarok û jinên Êzidî hatin rizgarkirin. Jinên ku ji destên wan hatine rizgarkirin têkoşînek pir mezin hat dayîn û hatin perwerdekirin. Li beramberî hemû tundiyan têkoşînek mezin hate meşandin. Mixabin di demên dawiyê de ev tundiya ku li tevahî cîhanê bûye weke modelekê û jinan hedef digire, piştî nexweşiya Vîrûsa Koronayê rêjeya tundiyê li cîhanê zêde bû. Em weke Kongreya Star jî li hember tundiyê li saziyên Sara pirsgirêkên heyî  nîqaş dikin û  hewildana çareserkirina pirsgirêkan çêdibe. Piştî 2014'an li herêmên me ji bo ku em bikaribin di herêmê de zarok û jinan biparêzin zagona jinan hate erêkirin. Çiqas zagonê jinê ji bo parastinê hebe jî ji bo me ya girîng jin çawa xwe bikaribe biparêze? Ev yek jî bi rêya perwerde û zanebûnê dikare mafê xwe biparêze. Niha bi hezaran jin tên perwerdekirin, lê heta  yek bûyerên tundî, xwekuştin û qetilkirinê hebe têrê nake û divê têkoşîn her berdewam bike.
 
Jin hem di asayişê hem jî di artêşê de cihê xwe digire, ev yek baweriyek çawa dide jinê?
 
Bi destpêkirina şoreşê re Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hate avakirin û asayişa jinê hate birêxistinkirin. Di nava taxan de jî Hêzên Parastina Cewherî ya Jinê (HPC-JIN) hene û xwe weke hêzêkê xweser bi rêxistin dike. Em gelek di kêliyên şer re derbas bûn lê dîsa jî me li berxwe da. Hebûna van hêzan bi me dide hîskirin ku li beramberî hemû rewşên şer em hewil bidin em ê wê demê bikaribin xwe biparêzin. Her wiha jinên ku di nava civakê de kar û xebatê didin meşandin hêza xwe ji van hêzan digirin. Di nava civakê de jin çiqas xwe bi rêxistin bikin û bibin mînak ji tevahî civakê re ev girîng e. Kar û xebata ku jin îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne ne tenê ji bo wan tenê ye, ji bo tevahî jinên cîhanê ye. Jinên cîhanê me weke hêvî dibînin, ji bo wê barê me giran e û em weke rêxistina jinan divê vî barî bi dilxweşî rabikin û kar û xebatên xwe bidomînin.