Xweparastin maf e (2)

  • 09:02 11 Mijdar 2020
  • Dosya
Jinên bûn Lîlît xweparastin gihandin heta roja îro
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku bûn Lîlît ji dîrokê heta îro li dijî her cureyê tundiya mêr-dewletê di demên cuda de, li qadên cuda xweparastina xwe pêş xistin û serîhildana xwe anîn heta roja îro. 
 
Jinan ji dîrokê heta roja îro li dijî destdirêjî, tecawiz û tundiya mêr xweparastina xwe di demên cuda de, li cihên cuda xurt kirin. Jinên li dijî rolên hatine hînkirin û li dijî paşverûtiya civak li ser wan ferz dike li ber xwe didin û tundiya mêr-dewletê red dikin bi "yekîneyên xweparastinê" ku ava kirine, nivîsandina dîroka xwe ya serîhildanê dewam dikin. Dema em li dîrokçeya xweparastinê dinêrin jin ji bo xwe biparêzin gelek teknîk derxistine pêş. Jinan di heman demê de ji bo xweza jî bê parastin li berxwe dan. 
 
Jinên xwedawend desthilatdariya mêr qebûl nakin
 
Li gor mîtolojiya Yewnanî Jinên Amazon wekî xwedewandên şervan, şervanên jin ên herî xurt ên di dîrokê de ne. Jinên Amazon berî zayinê di 2000 salî de jiyane û îro tevgereke azadiya jinê ya ku bûye efsane ye. Peyva Amazonê ji "a" û ji "mazon" a ku tê wateya memikê pêk tê. Di heman demê de tê wateya jinên şervan ên ku kes nikare bi septa wan bikeve. Hinek rîwayetên cuda yên derketina holê ya amazonan jî hene. Ji vana yek xwedayê mêr Zeûs e. Piştî Zeûs derketiye şûnde li dijî ku xwedawend bikevin plana duyem desthildatdariya mêr hat redkirin. Hişmendiyeke pêşîn a zayendî bû sedem ku civata yekem a şervanên jin bê avakirin. 
 
Rêvebera yekem a Jinên Amazon  Hippolyta'yê ye. Li gor Homeros di Şerê Truvayê de civaka tenê ji pêk tê ye û tîr bi kar tîne û şer dikin. Tê diyarkirin ku ji bo Jinên Amazon baştir kevanê bi kar bînin û di şer de li dijî mêran hîn çalak bin pêsîrên xwe yên rastê jê kirine. Rola jinê serhildêr di vir de derdikeve pêş. 
 
Jinên Amazon: Bi xweparastina xwe têdikoşin
 
Rêveberiya daykanî ya ku Jinên Amazon ava kirin nayê hesabê mêran. Hêz û îradeya jinê ya bi vî hawî xurt wekî hêmaneke gefê li îktidarê dixwe tê dîtin. Loma her êrîşî Jinên Amazonan tên kirin. Jinên Amazon jî bi teknîkên xwe yên cuda yên xweparastinê têdikoşin. Xweparastin bi Amazonan derdikeve pêş. 
 
Dibin Lîlit û serî hildidin. 
 
Jinên Amazon çekên nû yên ji bo xweparastinê ava dikin û bi kevirê du dev ê bi navê Labryslı li dijî pergala mêrê pergala wan rewa nabînin xweparastina xwe pêş dixin. Çimkî her dem bi îstilaya mêran rû bi rû dimînin. Li dijî vêya dibin Lîlit û serî hildidin. 
 
'Hunera xweparastinê ya jinê'
 
Serdemeke din a xweparastin derdikeve pêş piştî zayinê sedsala 6'emîn e. Li gor mîtolojiyê di vê sedsalê de li Endonezyayê "Pencak Silat" yaa ku hunera lêdanê ye derdikeve pêş. Ev hunereke bê çek an jî bi kêrê ye. Li gor gotinên Girava Baweanê, Pencat Silat ji aliyê keseke li dijî mêrê pê re zewiciye têdikoşe û xweparastinê dike, hatiye afirandin. Rama Sukana ya ku diçe kincê xwe li çem bişo li meymûnan temaşe dike û bêyî ku kincên xwe bişo vedigere mal. Li ser vê yekê mêrê pê re zewiciye tundiyê lê dike. Rama dema li meymûna temaşe dike ew tevgeran tên bîra wê û bi vî awayî xweparastina xwe dike. 
 
Li dijî mêtingeran tê bikaranîn
 
Pencak Silat di sedsala 19'emîn de berê li Portekîz, Hollanda û li Îngilistanê li dijî mêtingeran tê bikaranînin. Wekî gava duyem a dîrokçeya xweparastinê Wing Chun e. Tê wateya Strana Biharê yan jî bihara  bêdawî. Jinan ev yek ji bo xweparastinê bi kar anîne. 
 
Wen-Do ve R.A.D.: Rêya Jinê
 
Di sedsala 20'emîn de li dijî tundiya li ser jinê gelek sîstemên xweparastinê pêş dikevin. Di 1964'an de du kesên zewicî Ned û Ann Paige ji ber ji qetilkirina Kitty Genoves a li Amerikayê bi bandor dibin sîstema xweparastina jinê Wen-Do  pêş dixin. Rêbazeke din a xweparastinê R.A.D. (Rape Aggression Defense - Xweparastina li dijî tecawizê) ye. 
 
Di roja me ya îro de jî bi zêdebûyina rolê zayenda civakî jin ji qadên leşkerî û polîtîk hatine dûrxistin. Jin bi kapîtalîzmê keda wan a hundur û derve tê binpêkirin. Jin mecbûrî jiyaneke bi mêr girêdayî tên hiştin. Li dijî vê yekê teknîkên xweparastinê ya jinan li ser esasê xwerêxistinkirinê pêş dikeve. 
 
Hinek mînakên xwepastina jinan a li dijî dewlet-mêr ên cîhanê wiha ne:
 
Çeteya Pembe (Gulaab Gang)
 
Çeteya Pembe (Gulaab Gang) li Bakurê Hîndistanê di 2006'an de ji aliyê Sampat Pal Devi ve tê avakirin. Li dijî mêrê tundiyê li jinê dikin bi şivên bambuyan li wan didin. Niha bi hezaran endamê wê hene. 
 
Tugaya Sor (Red Birigade)
 
Tugaya Sor (Red Birigade) ji Çeteya Pembe vediqete û li  Lucknow a Hîndistanê tê avakirin. Ev tûgaya di 2011'an de tê avakirin li dijî tundiya zayendî û tecawiza li dijî zarokan têdikoşe. Xebatên Tugaya Sor li hemû bajarên Hîndistanê didomin. Di 2013'an de li herêma Lane Eugene ya Bakurê Emerikayê Xwişkên Şerker ji aliyê Sam Krop tê avakirin. Xebatên xwe bi rêbazên ji Pembe Çetaya Hindistanê hîn bûn pêş dixin. 
 
Xwişkên Biçek (Arming Sisters) 
 
Jinên Kizildereli yên li ABD û Kanadayê dijiyan li dijî tecawiz û tundiya zayndî Komeleya Xwişkên Biçek (Arming Sisters) a bê pere perwerdeyê dide ava dikin. 
 
Xweparastina Xwişkên Misliman (MSA Sisters’ Self-Defanse) 
 
Xweparastina Xwişkên Misliman (MSA Sisters’ Self-Defanse) ji aliyê Fatima Garsi wekî xebateke nû dest pê dike. Bê pere perwerdeya boks, têkoşîna bi sope, atletizm û hunerên lêdanê tên dayin. Armanca ew e ku jin hem di warê laşî hem jî di warê zihin de xurt bibin. 
 
Kolektîfa Kewaşeyên Şêt ên Çekdar (CAPH-Primer Comunicado de la Célula Armada de Putas Histéricas)
 
Bi vîdeoyeke parve dike banga têkoşîna femînîzmê dike. Di vîdeoyê tê gotin. We her dem zext li me kir lê êdî em natirsin. 
 
Sopeyên Sor
 
Sopeyên Sor li dijî qirkirina zayendî bi armanca xweparastinê çalakiyan dike. Sopeyên Sor li Dêrsimê mêrekî tundiyê li jinê dike li ber deriyê wî ceza dikin. Li Dîlokê jî rêbazeke bi vî rengî tê bikaranînin. 
 
Tîmên Xweparastina Jinê yên Arîn Mîrkan
 
Tîmên Xweparastina Jinê yên Arîn Mîrkan di 11'ê Sibata 2015'an de di serdema ku Ozgecan Aslan hat qetilkirin de ji aliyê jinên bi Şoreşa Rojava bi bandor bûne li Amedê hat avakirin. Tîmên Xweparastina Jinê yên Arîn Mîrkan anîn ziman ku ew ê li dijî her tundiya mêr bibin bersiv."
 
Yekîneyên Parastina Jinê- YPJ
 
Li dijî êrişên li ser tecrubeyên rêveberiya xweser û destkeftiyên jinan YPJ hat avakirin. Şervanên YPJ'ê li Kobanê li dijî DAÎŞ'ê şer kir û xweparastina li dijî zihniyeta mêr kirin. Ji fermadara YPJ'ê Narîn Afrin wiha dibêje:"Yekem berpirsiyariya min ew e ku ez rê jina bidim ku îrdayeke wan heye. Jinên ku şer dikin gotina 'jin nikarin şer bikin' têk dibin."
 
Yekîniyên Parastina Jinên Êzidxan-YJE
 
Kurdên Êzidî li Rojhilata Navîn ji gelek qirkirinan hatine derbaskirin. Heta niha bi êrişa DAÎŞ'ê 73 ferman li ser wan hatine. Bi êrişên DAÎŞ'ê bi hezaran jin hatin qetilkirin û firotin. Jinên Êzidî li dijî DAÎŞ'ê xweparastin pêş xistin. Li dijî DAÎŞ'ê bi yekîneyên xweparastinê yên din li dijî DAÎŞ'ê şer dikin û Şengalê rizgar dikin. Îro têkoşîna wan hîn dewam dike. 
 
Jin îro xweparastina xwe li dijî tundiya mêr-dewletê li her aliyê jiyana xwe pêş dixin. Tevgera Jinên Azad (TJA),  bi kampanyaya xwe ya “Em Xwe Diparêzin” van rêbazan xwedî dike. 
 
Sibehê: Li Rojava pêvajoya xweparastina jinan