Kok ne diyar e, hincet heman in: Di bin navê 'sunetê' de îşkenceya zayendî (3)

  • 09:01 12 Tebax 2020
  • Dosya
Qedexe ye lê di gotinê de dimîne: Li Gineyê di bin navê 'sunetê' de îşkence
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî Somaliyê li Gineyê di bin navê "sunetê" de îşkenceya zayendî tê kirin û li vir hewcedariya olî û kevneşopî derdikevin pêş. Li Gineyê ji sala 2000 hezarî heta niha tevî ku qedexe ye îşkence, mirina zarokan a ji ber sunetê wekî sûc nayên dîtin. 
 
Piştî Somaliyê herî zêde li Ginê li dijî jin û zarokan di bin navê "sunetê" de îşkenceya zayendî tê kirin. Gine li beşa rojava ya parzemîna Efrîqayê ye. Li Gineya serjimara wê ji 12 milyonî zêdetir e ji sala 1965'an vir ve îşkenceya zayendî ya di bin navê "sunetê" de qedexe ye lê ev yek têr nake. 
 
Em ê di vê dosyaya xwe de cih bidin îşkenceya zayendî ya ku zarok pê rû bi rû tê hiştin. 
 
Ji 10 jinî 7 jê bi îşkenceyê rû bi rû tên hiştin
 
Li gor Komisertiya Bilind ya Mafên Mirovan a Yekîtiya Neteweyî (OHCHR) tevî ku ji 1965'an vir ve "sunet" qedexe ye ji 10 jinan 7 jê bi îşkenceya zayendî rû bi rû tên hiştin. Li vî welatî gelek jin zarok dixwazin ev îşkence bi dawî bibe. Di salên dawî de jin ji bo ev îşkence bi dawî bibe têkoşînê dikin. 
 
Gefa 'ferzkirina zewacê û vederkirin'
 
Li gor nûçeyeke di 2016'an de a li Reutersê hat weşandin di rapora OHCHR de wiha tê gotin:"Li Gineyê suneta zarokan keç wekî bêrûmethiştinê tê qebûlkirin." Di raporê de balê dikşînin ser zexta civakî û tê gotin zarokên bi îşkenceya zayendî rû bi rû tên hiştin ji ber gefa 'ferzkirina zewacê û vederkirin' bêdeng dimînin. 
 
Li welêt îşkence zêde ye
 
Li tevahiya welêt îşkenceya mijara gotinê ye qedexe ye lê belê piştigiriya pêşengên olî ya ji bo sunetê, lewaziya sîstema edaletê ya di vê derbarê de û bêcezahiştina bijîşk û kesên din ên sunetê dikin diyar dike ku îşkence zêde ye. 
 
Li gor UNICEF'ê piştî Somaliyê cihê ku herî zêde di bin navê "sunetê" de îşkenceya zayendî li jin û zarokan tê kirin Gine ye. Nê ji sedî 97 jin û zarok bi vê tundiya zayendî rû bi rû tên hiştin. 
 
Wekî kêm bûye xuya bike jî gelekî belav bûye
 
Jina bi navê  Zeid Ra’ad Al Hussein a ji Mafên Jinê ya NY'ê berpirs e wiha dibêje:"Suneta jinê her çiqas li tevahiya cîhanê wekî kêm dibe xuya dike jî li Gineyê ne wiha ye."
 
'Her sal bi hezaran zarok bi îşkenceyê rû bi rû tên hiştin'
 
Ev îşkenceya di nava civakê de wekî deriyê ji zewacê re bê vekirin tê dîtin û dibe sedema gelek pirsgirêkên tenduristiyê. Li gor OHCHR'ê ji ber îşkenceya di bin navê kevneşopiyê de tê kirin tu xebatkarên tenduristiyê ceza nagirin. Endamên sîstema edaletê yên ku li dijî vê îşkenceyê derdikevin jî tên cezakirin. Li gor  OHCHR'ê her sal bi hezaran zarok bi îşkenceyê rû bi rû tên hiştin û haya dozger, dadgehên cezayê yên sulhê, endamên darazê yên welatê Gineyê jî ji vê yekê agahdar in. Jinên temenê wan di navbera 15 û 49 salî de ne jê ji sedî 97 bi vê tundiya zayendî rû bi rû tên hiştin û bi gelek nexweşiyê dikevin. 
 
Li gor raporeke di 2017'an de li Pirtûkxaneya Tipê ya Navneteweyî ya ABD'ê hat parvekirin gelek jin û mêr dizanin ku ev îşkenceya zayendî dibe sedema gelek tiştên neyînî. 
 
Di salên dawî de jinan bertek nîşan dan
 
Li gor nûçeyeke di 2019'an de li  France24 hat parvekirin li Ginê jin li dijî îşkenceyê têkoşînê didin. Jin ji bo perwerdekirinê li bajaran digerin. 
 
"Jin jin ji ber ku sunet nebûne di wê baweriyê de ne ku ew ne saf û pak in". Ev îşkence herî zêde di mehên tîrmeh û tebaxê de pêk tê. 
 
Fikra "kevneşopiyeke olî ye" derdikeve pêş 
 
Wekî Somaliyê li Gineyê jî ev îşkence wekî "pêdiviyeke olî" derdikeve pêş. Tevî ku ev îşkence ji sala 200 hezarî heta niha qedexe ye jî dîsa jî tê kirin. 
 
Tedbîr kêm in
 
Jinên di komên têkoşîna li dijî îşkenceyê de cihê xwe digirin wiha dibêjin:"Ji bo zarok bê parastin tedbîrên zêde û hewce nayên girtin."
 
Pêdiviya ji perwerdeyê 
 
Li dijî îşkenceya zayendî pêdiviya perwerdeyê heye û divê rayedar piştigiriyê nede vê yekê û zagonê pêk bîne. 
 
Sibehê: Fêdeya ceza jî qedexeyê jî tune ye: Îşkence li Misirê jî didome