Tirkiye hevpeymanê binpê dike û avê dibire

  • 09:01 10 Tîrmeh 2020
  • Dosya
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj rê û rêbazên êrîşê diguherin. Ligel êrîşên leşkerî niha jî bi qutkirina ava Çemê Firatê rêbaza şer hat guhertin. Bi qutkirina avê re jiyana şêniyan dikin xeteriyê.
 
Dewleta tirk li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê polîtîkayeke taybet dimeşîne û bi rê û rêbazên cuda jî êrîşê herêmê dike. Niha jî bi qutkirina ava Çemê Firatê êrîşê li herêmê dike.
 
Çemê Firatê ku ji çiyayê Torosê dizê, rûbarekî mezin yê Kurdistanê ye ku jêdera xwe ji çemên Mûrad yê ji gola Wanê û Çiyayê Araratê li Bakurê Kurdistanê û ji çemê Avareş ku ji çiyayên bajarê Erzûrûmê ye dertê. Çemê Firatê li gel Çemê Dîcle rûbarên herî mezin yên Mezopotamyayê ne. Çem 2.800 Km dirêje ku 1.100 Km di nava axa Kurdistanê de ye.
 
Çemê Firatê di gelî, newal û navrastên El-Ezîz û Meletî de dadikeve, di navbera Amed, Samsûr û Riha de tevlî hev dibe û dadikeve deşta Dîlokê. Her wiha di navbera deşta Til Bişar û beriya Haranê derbasî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dibe. Li Sûriyeyê jî çemê Belîx û yê Xabûr tevlî rûbarê Firatê dibin. Ji bajarê Cerablûsê dest pê dike û ber bi Reqa û Dêrezorê ve diherike ku herî dawî li aliyê bajarê Elbû Kemal derbasî Iraqê dibe. Di dawiyê de Çemê Firat bi Çemê Dicleyê re dibin yek û Şet El-Ereb çêdikin ku ava wê derbasî kendava ereban dibe.
 
Çemê Firat beriya 12 hezar sal û heta niha jî çavkaniya bingehîn ya çandiniyê ye, her wiha gelên kevnar yên ku li peravan dijiyan çem ji bo nêçîra masiyan, çûyîn, hatin û ji bo bazirganiyê bi kar dianîn.
 
Bendavên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
 
Li Sûriyeyê bikaranîna bendavan ji diyardeyên kevnar e. Bi giştî hejmara wan 11 ne ku 3 ji wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Bendava Firatê ya Tebqayê ku mezintirîn bendav e di Sûriyeyê de, di 1968'an de hatiye avakirin. Bendava Rojava (Tişrîn) bendava duyemîn ya di Sûriyeyê de ji aliyê mezinî de ye û ya yekemîn e ku ava Firatê pêşwazî dike. Di 1999'an de li bajarê Minbicê hat avakirin. Her wiha bendava Azadî (Baas) li bajarê Reqayê ye û di 1986'an de hatiye vekirin. Di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Minbic, Tebqa û Reqayê hersê bendavan jî zirarên mezin dîtin. Lê piştî çêkirina bendavan ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû kehrebeya xwe ji bendavan digirin.
 
Hevpeymana parvekirina ava Firatê
 
Hevpeymana dewleta Sûrî-Tirkî di 17'ê Tîrmeha 1987'an de ji bo parvekirina ava çemê Firatê di navbera Rêjîma Baas û dewleta tirk de hat îmzekirin. Di navaroka hevpeymanê de hat diyarkirin ku divê di her saniyekê de  500 metre kûp av derbasî Sûriyeyê bibe. Di 17'ê Nîsana 1989'an de Sûriyeyê jî bi Iraqî re heman hevpeyman îmze kir ku para Iraqê ya avê ji sedî 58 be, wiha jî para Sûriyeyê ji sedî 42 bimîne. Bi hejmara giştî ya salane Sûriye 6, 627 milyar metre kûp, ya Iraqê 9, 106 milyar metre kûp û ya Tirkiyê jî 15, 700 Milyar Metre Kûp e.
 
Sûriyeyê di sala 1994'an de hevpeymana parvekirina avê ya di navbera Wan, Tirkiye û Iraqê de li cem Neteweyên Yekbûyî tomar kir da ku mafê Sûriye û Iraqê yê avê neyê xwarin.
 
Ji 2017'an ve ava Firatê hat kêmkirin
 
Dewleta tirk ji sala 2017'an ve di her fersendê de ava Firatê qut yan jî kêm dike. Lê ji hezîrana 2020'an ve asta ava Firatê bi rengekî balkêş kêm bûye. Rêveberiya bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê derbarê de daxuyanî dabûn ku dewleta tirk him hevpeymana parvekirina ava Firatê binpê dike û him jî heger ev rewş berdewam bike dê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kirîzên av û kehrebeyê re rû bi rû bimînin. Tevî kêmbûna avê jî, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herikîna avê ya ber bi Iraqê ve li gorî bendên hevpeymanê dide.  
 
Dewleta tirk di vê demê de ji eslê 500 M.K 100-200-250 M.k di sansiyê de ber dide, lê belê girtina avê li aliyê Tirkiyê û ne berdana wê ya bi kontrol jiyana niştecihên li peravên çemê Firat û bendavan dixe xeteriyê.
 
Sibe beşa duyemîn