Li Agiriyê jin çi dijîn? (4)

  • 09:04 4 Tîrmeh 2020
  • Dosya
Hîkmet Tunç
 
AGIRÎ - Li Agiriyê hevşaredarên bi projyên xwe hewl didin ji bo pirsgirêkên jinan bibin hêvî, ji bo jinan qadên civakî ava dikin.
 
Li Agiriyê hevşaredarên jin wek hêza çareseriyê tên dîtin. Hevşaredarên bi gotina ‘jin welatê jinê ye’ derketin rê, faliyetên bin banê şaredariyê de, serlêdanên ji bo Midûriyeta Polîtîkayên Jinan û projeyên xwe vegotin. Jinên herêmê şaredarên herêmê wek stargeh ji xwe re dibînin.
 
Projeyên der barê jinan de
 
Hevşaredara Panosê Muşerref Geçer, diyar kir ku ji roja hatine hilbijartin heta niha bi feraseta şaredartiya jinê ketine vê rê û armanca wan ev bûye ku projeyên xwe di vê çarçoveyê de pêk bînin û di çarçoveya vê de bi pêkanîna ‘JIN KART’ hefteyê du caran jin bê pere dikarin rêwitiyê dikin. Muşerrefê wiha berdewam kir: “Di bin banê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan de jinên navçeyê wê sebzeyên xwe biçînin û li vir li jinan bê belavkirin. Di rojên pêş de em ê projeya xwe ya ‘Kompleksa Jiyanê ya Jinan’ bikin jiyanê û di bin banê wê de aktîvîteyên civakî û îstîhdamê wê ximzetê bidin jinan. Dîsa me Mala Bîhndanê ya Jinan ava kir. Em xebatên xwe yên koperatîfa jinan jî dimeşînin.”
 
‘Me xeta şîdetê çalak kir’
 
Muşerrefê di berdewamiyê de bi lêv kir ku li Midûriyeta Polîtîkayên Jinan bi ekîbeke pispor re ji jinên mexdûrên şîdetê serlêdanan digirin û got: “Di vê çarçoveyê de me xeta şîdetê çalak kir. Em li gelek tax û gundan bi jinan re hatin cem hev û em ê semîner der barê mafê jinan de pêk bînin. Li herêmê ligel kuştinên jinan îstîsmara jinan jî zêde bûye. Li dijî vê em rêbazên têkoşînê nîqaş dikin. Di xebatên em dikin de hewcedariya pedegog, xebatên hişmendîkirina malbatan dimeşînin. Xebat bi civaknas û psîkologan didomin.”
 
‘Nûneriya jinê nayê qebûlkirin’
 
Muşerrefê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser zor û zehmetiyê pê re tên rû hev û wiha dawî lê anî: “Agirî cihekî ku feodalîte lê giran tê jiyînê ye. Heta dema ez hatim ser peywirê gotin ‘tu jî hevşaresarê mêr heye hewce nake tu bê’. Mixabin nûneriya jinê nayê dîtin. Lê em hene û em ê her tim hebin.”
 
‘Proje li ser esasê jinê ye’
 
Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar jî destnîşan kir ku ji roja hatine hilbijartin heta niha reng, gotin û nasnameya jinê esas girtine û wiha pê de çû: “Me di vê çarçoveyê de projeyên xwe pêk anîn. Em hewl didin destên xwe bidin hemû jinan. Di pêvajoya pandemiyê de jinên mexdûr bûn niha ji bo me ewil tên. Em wek şaredarî ji bo jinan hewl didin qadên îstîhdamê ava bikin. Me li navçeyê ji bo jinan bazara keda jinan vekir. Jin wê bikaribin li vê bazarê berhemên xwe bifroşin. Me ji bo jinên ku ji gundan dihatin û ji bo cihên ku lê bimînin cih ava kir. Jinên dihatin bajêr cih tunebû lê bimînin. Jinên nexweş bi saetan li bendê wesayîtê diman. Jinên ducanî û yên pitikê wan hene hebûn. Mexdûr dibûn. Me jî got em çareseriyekê bibînin. Me dest bi îhaleyê kir. Em ê ji bo malbatan piştgiriya hiqûqî jî bidin.”