59 sal derbas bû: Perperok li dijî dîktatorên îro li berxwe didin - 6

  • 09:21 24 Mijdar 2019
  • Dosya
Jinan dest ji têkoşîna xwe bernedan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkoşîna Xwişkên Mîrabel ên 59 sal berê hatin qetilkirin, berdewam dike. Jinan sala li pey xwe hiştin de berxwedana xwe li her derê cîhanê meşandin û tu car dest ji têkoşîna xwe bernedan.
 
Di ser qetilkirina xwişkên bi navê Patrîa, Mînerva û Marîa Mîrabel ku di 25’ê Mijdara 1960’î de li Komara Domînîk li dijî dîktatoriya Rafael Turjîllo li berxwe didan hatin qetilkirin, de 59 sal derbas bû. Beriya xwişkên Mîrabel û piştî wan jî bi dehan jinên li dijî dîktatoriyan berxwedan hebûn. Ji Jeanned Arc bigire heta Fatma Kara, heta Clara Zetkîn, Leyla Qasim, Rose Luxemburg, Sakîne Cansiz, Hevrîn Xelef, têkoşîna jinan mezin dibe.
 
Di 100’emîn salvegera bidawîbûna şerê yekemîn yê cîhanê de, di 11’ê Mijdara 2018’an de hinek serokdewlet li Parîsê hatin cem hev û ji aliyê FEMEN ve hatin protestokirin. 3 endamên FEMEN li ber Zafer Taki ya Parîsê hatin cem hev û protesto kirin. Polîsan êrîşê her sê jinan kir û 3 endamên FEMEN binçav kirin.
 
Li Başurê Sûdanê di êrîşên 10 rojan de sûcên zayendî zêde bûn
 
Di şerê navxweyî yê li Başurê Sûdanê yê di 2013’an de gelek jin û zarok bi bandor bûn. Li gorî agahiyên ebeyeke ji doktorên sînornenas re dixebitî ya bi navê Ruth Okello di pevçûnên ku sê salan berdewam kiriye de gelek mexdûr çêbûne û sûcên zayendî pir zêde bûne.
 
Li Hîndîstanê ji 5 mîlyon jinî xeleka mirovahiyê
 
Li başurê Hîndîstanê li eyaleta Kerala, di 1’ê Çile de nêzî 5 mîlyon jinî xelekek mirovahiyê ya 620 kîlometreyî ava kir. Xelek ji bo parastina wekheviya zayendî û ji bo jin bikevin perestgeha herî girîng a Hînduîzmê ya bi navê Sabarîmala, hat avakirin û xelek ji bakurê eyaletê heta başûrê wê dirêj bû.
 
Li Îrlandayê şîdeta derûnî û hestiyarî ket çarçoveya sûc
 
Li Îrlandayê bi sererastkitina ku di qanûna şîdeta nav malbatî de hat kirin de, şîdeta hestiyarî û derûnî êdî wê di çarçoveya sûc de bê nirxandin. Bi vê guherîna ku di 2018’an de hat kirin de helwestên derûnî jî wê di çarçoveya îstîsmarê de bê nirxandin. Her wiha li Bakurê Îrlandayê mafê kurtajê bû qanûnî.
 
Jin li dijî betalkirina qanûnê di çalakiyê de ne
 
Partiya Vox ya rastgirt a Spanyayê, qanûna li dijî şîdeta li ser jinê têdikoşiya betal kir û der barê vê biryarê de rêxistinê jinan hatin cem hev û di 15’ê Çile de ji 50’yî zêde bajarî çalakî pêk anîn.
 
Li Hîndîstanê di bin navê ‘neçîra pîrebokan’ de komkujî
 
Li Hîndîstanê li eyaleta Orîssa di bin navê ‘neçîra pîrebokan de’ jinek û 4 zarok rastî îşkenceyê hatin û piştre hatin qetilkirin. Der barê bûyerê de 6 kes hatin binçavkirin. Polîsên Hîndîstanê diyar kirin ku cenazeyê jin û zarokê di 26’ê Çile de li gundê Sundergarh di çalekiyê de hatine dîtin. Li gorî rapora polîsên eyaletê, li Orîssa di 2017’an de di bin navê neçîra pîrebokan de bi giştî 99 bûyer hatine jiyîn.
 
Li Meksîkayê jin daketin qadan
 
Li paytexta Meksîko Cîty ya Meksîkayê, bi hezaran jin hatin ce hev û li dijî hewldanên desteserkirinên di metroyan de çalakî pêk anîn. Jinên di meha sibatê de çalakî pêk anîn, ji bo bîranîna jinên hatine windakirin deqeyek rêz girtin. Di salên dawî de li Meksîkayê qirkirina jinan zêdebû. Li gorî NY’ê li welat rojê 9 jin tên qetikirin. Ji 10 jinan 6 heb jî di wesayîtan de rastî êrîşan tên.
 
Li Başûrê Koreyê qedexeya kurtajê bi dawî dibe
 
Li başûrê Koreyê 66 sale qedexeya kurtajê didome û tê plankirin ku ev qedexe di dawiya sala 2020’an de bi dawî be. Parlamenterên welat qanûna ku mijara gotinê ye wê heta meha Kanûna 2020’an carek din bigirin dest.
 
Li DYA’yê li 8 eyaletan kurtaj hat qedexekirin
 
Li DYA’yê îsal jî jin li dijî şîdet û êrîşên li hembr mafê kurtajê li qadan bûn. Li eyaleta Georgîa di meha gulanê de qanûna kurtajê ket meriyetê. Li gorî qanûnê, ji pêvajoya ku dilê bebeka di zikê dayikê de bê avêtin şûnde kurtaj qedexe ye. Li eyaleta Alabama jî qanûna kurtajê bi pirdengiyê hat qebûlkirin. Piştre li eyaleta Mîssourî jî hat qedexekirin. Piştre li eyaleta Utah, Arkansas, Kentucky, Mîssîssîppî, Ohîo, Georgîa û Alabama û Mîssourî ket meriyetê.
 
Li Belçîkayê 15 hezar kes meşiyan
 
Li bajarê Anvers a Belçîkayê li dijî şîdeta li ser jinê bi hezaran kesî meşek pêk anî. Di meha Gulanê de li zanîngeha Anvers xwendekara bi navê Julîe Van Espen hatibû qetilkirin û piştê vê çalakiyan mezin pêk hat.
 
Li Swîsreyê jin li dijî newekheviyê têkoşiyan
 
Li Swîsreyê jinan di 14’ê Hezîranê de ‘greva jinan a Swîsryê’ ya ji bo wekheviya heqdest û şîdeta li dijî jinê pêk anîn. Ji seranserê welat jinên penaber jî tevlî bûn. 
 
Ji bo 74 jinên hatin qetilkirin 74 sanîye
 
Li Parîs a Fransayê li qada Republîque, di 7’ê Tîrmehê de çalakiya ku bi sedan kes tevlî bûn pêk hat û şîdeta li hember jinan hat protestokirin. Di çalakiyê de ji bo 74 jinên ku ji serê salê heta wê demê hatibûn qetilkirin, 74 saniye rêz hat girtin.
 
Li Başurê Afrîkayê jin li berxwe didin
 
Li Başûrê Afrîkayê bi hezaran jin di 6’ê îlonê de meşiyan parlamentoyê. Jinan bang kirin ku divê rewşa awarte bê îlankirin û ji bo jinên di êrîşa Cape Town de jiyana xwe ji dest dane bi cil û bergên reş û mor meşiyan.
 
Xwendekaran piştgirî dan tevgera ‘çarşema sipî’
 
Li Îranê li dijî sînorkirina cil û bergên jinan ên di qada cemawerî de, tevgera ‘çarşema sipî’ hat destpêkirin û ev çalakî li dibistanan jî hat destpêkirin. Hinek xwendekar servekirî çûn dibistanê û û piştgirî dan çalakiyê.
 
Siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef hat qetilkirin
 
Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef, di 12’ê cotmehê de di êrîşa Tirkiye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, ji aliyê komên girêdayên Tirkiyeyê ve hat qetilkirin. Êrîşên li hember herêmê û qetilkirina Hevrînê ji aliyê hemû jinên herêm, Tirkiye û cîhanê ve wek ‘êrîşa li hember şoreşa jinan’ hat nirxandin. Li her derê cîhanê çalakiyên protestoyî jî pêk hatin.