Têkoşîna jinan hişmendiya netew-dewletê têk dibe (2)

  • 09:02 24 Mijdar 2019
  • Dosya
Hêza jina azad civaka demokratîk diafirîne
 
Dilûcan Bozî/ Dicle Demhat
 
KOBANÊ - Bi avakirina Rêxistinên jin û Rêveberiya Xweser a Demokrat di nava civaka Bakurê Suriyê de gavên sereke yên guherîn û veguherînê hatin avêtin. Yek ji malbatên ku ji sîstema civaka demokratîk bi bandor bûye wiha dibêjin: "Em hewil didin ku jiyana xwe li ser hişmendiya hevjiyana azad rêxistin bikin."
 
Di her sedsalekî de hin pergal xwe bi rêxistin dikin û bi wê şêwayê desthiladariya xwe li ser civakan avadikin. Di pergala feodalîzmê de rêbaza tundiyê hîn hişktir û bi awayek berbiçav li ser civak, jin û zarokan dihate meşandin. Di pergala kapîtalîzmê de rêbazên tundiyê him hatine guhertin û him jî hatiye zêdekirin. Di vê demê de şêwayê kuştin, lêdan, heqaret û hwd. hemû rêbazên tundiyê li ser civak, jin, zarok û xwezayê tê meşandin. Rêbazên tundiyê yên herî hovane û kujer li ser jinan tê bikaranîn. Di vê serdemê de li kêleka rêbaza kuştin, tecawiz, istismarkirina zayendî, hwd. tundiya devkî, derûnî û şêweyên ku hişê mirovan nikare rake li ser zayenda jin tê meşandin. Di demên wiha de têkoşîna jin-civakê xurtir û bi hêztir dibe.
 
Zagonên civakek demokrat
 
Ji bo jiyanek wekhev û pevdengiya civakan alternatîfa herî berbiçav û erênî pergala civaka demokratîke ku niha li qadên Bakur û Rojhilatê Surî tên meşandin. Di pergala civaka demokratîk de wekheviya di navbera zayendan de tê berçavgirtin. Sîstema malbatek demokratîk tê damezrandin û di malbatê de ne li gorî desthiladarî û zorderiya bavê malê yanî mêrê serdest jiyan tê meşandin. Di zagonên civaka demokratîk de ya girîng ewe ku her kes li gorî hêz, maf û zayenda xwe tevlî jiyana civak û malbatê bibe. Bi nimûneyên ber bi çav em dikarin  li hebûna vê pergalê binêrin. Dijberî pergala baviksalarî, pergala Rêveberiya Xweser û hevjiyana azad dibe bingehê guherîna û veguherîna hişmendiya civaka derbegî û feodal. Bi boneya roja têkoşîna li dijî tundiyê yek ji malbatên ku cihê xwe di nava pergala Rêveberiya Xweser de digire û hewildidin ku jiyana xwe li gorî civaka demokratîk sazibikin Fewziye Henîfî û hevjînê wê Mesud Bozî ji ajansa me re wiha behsa jiyana di nava malbatê de dikin.
 
Malbata Fewziye Henîfî û hevjînê xwe Mesud Bozî û du zarokên xwe hene. Fewziye cihê xwe di saziya rêxistina Sara de digire û hevjînê wê jî Mesud di Sotemenî de kar dide meşandin.
 
‘Ez berê jineke ji rêzê ya malê bûm’
 
Fewziye Henîfî, dayika du zarokane û di heman demê de endama rêxistina Saraye. Di derbarê pergala malbata demokrat wiha dibêje: "Beriya şoreşê û pêşketina Rêveberiya Xweser û Rêxistina Kongreya Star di hişmendiya min de jin ew kes bû ku tenê dikare xizmeta mal, zarok û hevjînê xwe bike. Lê belê bi pêşketina şoreşê re û avabûna tevgerên jinê re, ne tenê di hişmendiya min de di gelek şêniyên civaka me de zanista jiyana azad pêşket. Berê di civaka me de erka jinan tenê xizmetkirina mêr, mal û zarokan bû. Lê belê niha ev rewş hatiye guherîn. Li gorî aqilê civaka feodal jin kêrî tiştekî nayê û tenê bi çavê xizmetkar lê tê mêze kirin."
 
'Jina zane dibe xwedî hêz û vîna azad'
 
Fewziye di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser hêza perwerdê û da zanîn ku mirov çiqas zanistbin ew çend dikarin civakek zanan jî damezirînin û wiha domand: "Di sîstema netew-dewletan de zayenda jin tenê weke meta tê bikaranîn û bi destê dewletê kujerên jinan têne avakirin û ew kujer ji xwe re bi awayek serberedayî di nava civakê de digerin û her roj hinek jinên din qetil dikin. Lê belê di pergala Rêveberiya Xweser de herdu zayend wekhevin û bi awayek dilrihetî dikarin bi hev re bijîn. Jin dema azad dibe, dikare civaka xwe jî azad bike û bi vîna azad jî bijî. Piştî ez çûme perwerdê û şûnde di kesayeta min de gelek guherînên berbiçav çêbûn, wek nimûne min di kesayeta xwe de taybetmendiyên hesudî, bê bawer nêzî hevjînê xwe bûyîn, jina ku xwe bê hêzdibînin û hwd. di xwe de dane guherîn û ez hîna jî bi paşverûtiyên jina kevneşop re têdikoşim."
 
'Min gelek bendên civakê şikandin'
 
Fewziye di dawiya gotinê xwe de balkişand ser desthiladariya mêr ya di mal de û wiha pêde çû: "Di hindirê her mêrekî de dewletek biçûk heye. Ji bo ku mêrek bikaribe xwe ji nexweşiya desthiladariyê xilaz bike demekê ber bi çav jêre pêwîste. Di mala me de jî di hin deman de serdestiya mêr xwe dide pêş. Lê bi dîtina perwerdan re ez jî û hevjînê min jî têkoşîn dikin ku van paşverutiyên civaka kapîtalîst di kesayetên xwe de bidin tunekirin û hewilbidin ku zarokên xwe li ser hişmendiya hevjiyana azad mezinbikin. Bi hêviya ku wê hemû roj bibin rojên têkoşînê li dijî tundî û desthiladariya mêr-dewletê."
 
‘Ez bi kesayeta xwe ya serdest têkoşîn dikim’
 
Mesud Bozî diyar kir  ku her mêrekî pergala kapîtalîst hewil dide ku serweriya xwe li ser jinê bide meşandin û wiha dirêjî da axaftinê xwe: "Beriya şoreşê ez jî yek ji mêrên serdest û feodal yê heman civakê bûm. Lê bi pêşketina şoreşê re û bi dîtina perwerdan re min hewil da ku ez di xwe de guherînên erênî bidim çêkirin. Her çendî min hin gavên sereke avîtibin jî, lê belê nikarim bêjim min di hemû aliyan de guherîn di xwe de daye avakirin. Lê belê ji bo bikaribim bibim dost û hevalê jinan bi xwe re di nava têkoşînê de me. Ez û hevjîna xwe gelek caran di derbarê jiyana azad û civaka feodal-kapîtalîstê de guftugo dikin. Em hewildidin hem xwe û hem jî zarokên xwe li gorî jiyanek demokrat û malbatek para xwe ji azadiyê girtibe biafirînin."
 
'Jina azad civaka azad diafrîne'
 
Mesudî di dawiya axaftina xwe de balkişand ser têkoşîna jinan û got: "Ji bo civakek azad bibe, weke Rêber APO jî dibêje 'Pêwîste jin azad bibe', di civakan de heya jin azad nebe wê civak jî azad nebin. Ez di wê baweriyê de me ger em mêr li pêşiya jinan nebin asteng û nebin sedemên şeran wê jin jiyanek azad û wekhev ji tevahî civakan re biafrînin. Ez bi hêvîme ku wê hemû roj bibin rojê têkoşîn û serkeftina civakên demokrat. Bi hêviya ku em herdu zayend bi awayek wekhev û azad bi hev re bijîn. Cîhanekî demokrat ji zarokên xwe re damezirînin. Ez bang li tevahî mêran dikim û dibêjim werin em bibin kurên dayika xwe û fêrî hevaltiya bi jinan re bibin.”