59 sal derbas bûn: Perperok niha jî li dijî dîktatoriyan li ber xwe didin - 4

  • 09:22 22 Mijdar 2019
  • Dosya
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Jinên ku ji ber sedemên şer, aborî û şîdetê neçar man axa xwe terk bikin niha jî li Edeneyê karkeriya demsalî dikin. Karkerên demsalî gotin: "Li welatê ku em bi cudakariyê re tên dîtin, wek kole xebitandin gelo ne şîdet e? 
 
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li hemberî Jinê nêz dibe û jin daxwazên xwe yên li hember şîdetê tînin ziman. Jin ligel siyaset, hiqûq û jiyana rojane, bi şîdeta aborî re jî rûbirû dimînin. Li Tirkiyeya îstîhdama jinê di rêzên dawî de ye, jin di şert û mercên bê ewlehî û wek hêza kar a erzan tên xebitandin. Her wiha rastî tacîz, mobîng û şîdetê jî tên. Yek ji qadên ku ked lê zêde tê binpêkirin jî qada karkeriya demsalî ye. Jinên ku ji ber sedemên şer, aborî û şîdetê neçar man  axa xwe terk bikin niha jî karkeriya demsalî dikin. 
 
‘5 sal in em şîdeta herî mezin dibînin'
 
Jina bi navê Şîrîn Huseyîn ku li Edenê wek karkera demsalî dixebite, diyar kir ku di encama êrîşa DAIŞ’ê ya li Kobanê de hevjîn û birayê xwe windakiriye û piştre bi 5 zarok û xwişk û birayên xwe koçî Edenê kirin. Şîrîn ku 5 sal in li vir karkeriya çandiniyê dike qala jiyana xwe kir: "DAIŞ’ê hevjîn û birayê min qetil kir. Ez û xwişka xwe ji ber êrîşan bi zarokên xwe re hatin vir. Yên min 5 yê xwişka min zarokek wê heye. Me rojên gelek xerab derbas kir. Me xizmên xwe winda kirin. Em nikaribûn li wir bisekinin. Ji ber ewlehiya zarokên xwe em hatin vir. Jiyana vir jî qet ne hêsan bû. Em kedê didin. Em her tim dixebitin. Em rojekê nexebitin em birçî dimînin. Her tişt pir bihaye. Em tenê li zarokên xwe dinêrin. Em du jin li zarokên xwe dinêrin û kedek mezin didin. Em gelek dipelçiqin. Şîdeta herî mezin 5 sal in em dijîn. Em li ser axa xwe rastî şîdeta herî mezin hatin. Gelo ev ne şîdete. Em li vir jî wek kole tên dîtin.”
 
‘Me zilm dît em hîna jî dibînin’
 
Jina bi navê Dilşad Huseyîn jî da zanîn ku 5 sal berê ji ber êrîşên DAIŞ’ê koçî Tirkiyeyê kirine û got yekane daxwaza wan ev e ku bi awayekî azad û aram bijîn. Dîlşadê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em karkerên çandiniyê ne. Em he sibeh saet di 03.00’an de radibin û dikevin rê. Zivistane em gelek dicemidin. Havînê jî germ e û pêşû hene. Zivitan li gorî havînan baştire. Germa Edenê pir xerab e. Em niha lîmon û mandalîna kom dikin. Vegera me ya malê jî saeta wê ne diyare. Em ji 12 saetan zêdetir dixebitin. Heta em diçin mal dereng dibe. Karê malê jî heye. Em nikarin bêhna xwe bidin. Lê çare nîne. Em neçarin. Me rojên pir zehmet û bi zilm dît. Em hîna jî dibînin.”
 
‘Çima dijminahiya kurdan dikin’
 
Dîlşadê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Axa me azad bibû. Me digot em ê biçin malê. Lê dîsa êrîş kirin. Çi karê Tirkiyeyê li wir heye. Ev dijminahiya li hember Kurdan çima gelo. Em li ser axa xwe tên qetikirin. Şîdet ji şer xwedî dibe. Tirkiye li ser axa me ji me re dibêjin hûn terorîstin. Dema DAIŞ ket Kobanê kesî negot tiştek. Bi dehan ciwan mirin. Jin hatin revandin. Kesî tiştek negot. Niha Kurd bi ser ketin ji Kurdan re dibêjin terorîst.”
 
‘Me rojên gelek xerab dîtin'
 
Emîne Hasan jî ji Helebê koçî Edenê kiriye. Emîneyê jî bertekên xwe wiha anî ziman: “Em li ser axa xwe tên qetilkirin. Me rojên gelek xerab dît. Em hîna jî dijîn. Tiştên hatin serê me îşkece bû. Em sibehê ji malê derdikevin. Me li Helebê karê xwe yê malê dikir. Lê li vir em neçarin bixebitin. Hemû bar li ser milê me ye. Em hesretê xewê ne.”
 
'Tiştên em dijîn şîdet bi xwe ye'
 
Pîruze Demîz jî ji Mêrdînê ji ber sedemên siyasî koçî Edenê kiriye û wê jî ev tişt bi lêv kir: “Karekî zehmete. Ji bo me jinan zehmetir e. Em diçin malê jî kar dikin. Dema me ya bêhndanê tune. Mêr li gorî me bi derfetirin. Qe nebe ew li malê rûdinin. Lê yê me ne wisa ye. Ez ji bo zarokên xwe neçarim vî karî bikim. Ji ber şertên hewayê em zehmetiyên mezin dikşînin. Havînan germ e, zivistanê jî sar e. Ewlehiya xebata me jî tune. Tiştên em dijîn hemû şîdet e.”
 
‘Jinên ku karkeriya demsalî dikin pirsgirêkan dijîn' 
 
Seroka EMEP'a Edenê û endama Platforma Jinan a Edenê Sevîl Arici jî diyar kir ku jinên ku ji neçariyê koçber dibin rastî mexdûriyeteke mezin tên û wiha got: “Jin ji bo debara xwe bikin bi heqdestekî kêm dixebitin. Di hemû qadên xebatê de jin rastî her cûreyê şîdetê tên. Divê li dijî van şert û mercan têkoşînek bê dayîn. Divê şert û merc li gorî daxwazan biguherin. Li Çukurovayê qada ku herî zêde jin lê dixebitin qada çandiniyê ye. Lê sererastkirinek qanûnî der barê vê de tune. Ji ber vê jî jin bi rastî pisgirêkên cidî dijîn. Divê em şîdeta aborî piştgûh nekin. Jin dema dixebitin rastî mobîng û şîdetê tên. Divê em bi piştevaniyê berxwedana xwe mezin bikin. Ji bo jin zêdetir xwe rêxistin bikin divê bên teşwîqkirin.”