Rojava çima şoreşa jinê ye? (3)

  • 09:12 22 Mijdar 2019
  • Dosya
'Jinwar bersiva li dijî desthilatdariya mêr û cihekî navneteweyî ye'
 
Roj Hozan
 
HESEKÊ - Jinên li Gundê Jinwarê ku bi keda jinan hatiye avakirin, dijîn wiha dibêjin: "Li Jinwarê jiyanek hevpar û xwezayî heye. Di heman demê de Jinwar bersiva herî mezin a li dijî hemû rengên tundiyê ye."
 
Yek ji destkeftiyên keda jinê ya di nava qada şoreşê de Gundê Jinwarê ye. Gundê Jinwarê di 25'ê Mijdara 2018'an de hatiye vekirin. Gundê Jinwarê li Başûrê bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Hesekê hatiye avakirin. Beriya ku gund were avakirin jî, li ser projeye ku gundek taybet ji bo jinan were avakirin gelek lêkolîn hatin kirin. Di sala 2016'an de projeya wê hat erêkirin û ji aliyê tevahî jinan ve dest bi avakirina gund hat kirin. Gundê Jinwarê taybetmendiyeke wê ya cuda heye, ew e ku şêniyên gund tenê jin û zarok in. Ev gund bi keda jinê, nêrîn û pêşniyara wê hat avakirin. Di nava salên şoreşê de û piştî ku derfetên mezin ketin destê jinê, êdî pêwîst bû ku jinên rastî tundiyê tên, jin û zarokên  ku tu kes li wan xwedî derneket, Jinwar bibe warê wan û di vî gundî de bijîn.
 
Jinwar bihuşta jinan a li ser erdê ye
 
Dema mirov derbasî Jinwarê dibe, xemla jin û xweşkbûna jiyana ku bi keda jinê hatiye çêkirin ji çavan tê dîtin. Li aliyekî sîstema avakirina malan ên ku ji kelpîcan li gor demsalên  sermê û germê  hatiye lêkirin, jiyana komînal  û tama kedê ya ku êdî jin ji bo xwe dike, dide. Di nava Jinwarê de her der xweza ye, mirov dikare bêjê ku bihuşta jinan li ser erdê çêbûye. Li aliyekî xweşbûna zeviyên ku jinan bi destê xwe çandine û jê pêdîviyên xwe peyda dikin, li aliyê din kedîkirina sewalan û çêkirina nan ji bêlî çandiniya gul û çîçekan li ber  deriyê malan yên ku bêhna mirovan rehet dike. Li Jinwarê mirov civata jinan û hêza wê dibîne, hêza li hember zîhniyeta baviksalarî yên ku jin piçûk dixistin û li hember mexdûriyeta jiyanê ya jin ji keda wê bê par dihişt. Di Jinwarê de şêwra jinan heye, jin li hev kom dibin û biryara xwe bi xwe didin û di nava kêliyên jiyanê de kêfxweş û bextewar dibin. Ger mirov bixwaze ked, jiyana komînal, hêz, hebûn, xweza û pêşengtiyê nas bike bila kêliyekê li Jinwarê mêze bike.
 
'Min xwest ez bibim parçeyek  ji şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê' 
 
Endama Rêveberiya gundê Jinwarê Berçem Leylan li ser hatina xwe ji Rojavayê Kurdistanê re wiha dibêjê: "Berî ku  werim Rojavayê Kurdistanê ez  li welatê Keteloniya dijiyam. Têkiliyên me bi Komîteya Zanista  Jîneolojîyê re hebû, paşê em derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, da ku xebatên xwe di nava jinên şoreşê de bidomînim. Di destpêkê de me  li ser xebatê jinên Rojava lêkolînên xwe  dikirin û têkilên xwe bi rêxistina jinan  re xurt û ava kirin. Avakirina Jinwarê jî weke sembol û derfetek ji bo hemû jinan bû, me jî xwest em jî bibin parçeyek  ji şoreşa jinê."
 
'Di Jinwarê de jin esasê jiyana rast û dirust e'
 
Di dewamiya axaftinên xwe de Berçemê destnîşan kir ku  li ser wateya avakirina gundê jinê Jinwarê  û jiyana jinan di hundirê wê de tê jiyîn û wiha domand: "Wateya Jinwarê ji bo tevahî jinan girîng e, ji aliyê pirsgirêkên aborî, pirsgirêkên baviksalarî û siyasî. Li Ewropayê, jiyana me di  nava kapîtalîzmê de bû û tu alternatîfa wê tune ye. Jinwar ew mînaka ku dikare şîrovekirina jiyana rast bide pêşiya me. Jinwar hat avakirin weke cihekî ji bo jinên ku dixwazin zanebûna jiyana dirust nas bikin. Komînalbûna dema civaka xwezayî ku jin tê de pêşeng bû, dîsa careke din derdikeve pêşberî civaka ku rastiya jinê di nava xwe de windakiribû û kole hiştibû. Girêdana jin û gund di dîrokê de  bi hev re qayim bû, Jinwar jî esasê wê jiyanê ye. Li Jinwarê jin xwe perwerde dikin,  tiştên nû diafirînin û her jineke di nava xebatê de ye. Biryarê me di destê me de ye û jin esasê jiyanê ye.  Jin berpirisyara jiyana xwe ye, ji bo wê  her tiştên domandina jiyanê em bi xwe zindî dikin û her malek parçeyekî ji jiyana gund e."
 
'Bi êrîşên dagirkeriya tirkiyeyê re hin xebatê me nîvco mane'
 
Berçemê bal kişand ser bandora êrîşên dewleta tirk û şerê ku li herêmê û derdora gund diqewime û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Berî ku êrîş li ser herêmê çêbibin em bi xwezaye xwe dijiyan. Niha jî bi van êrîşan re hin xebatên me nîvco mane, lê ev nayê wateya ku em jiyanê bidin rawestandin , jiyana me berdewam e. Em  jin parastina xwe dikin. Şer û dagirkerî di nav zihnîyeta mêr de pêş dikeve, pêwîst e hêza jinê û nêrîna wê di Jinwarê de jî hîn xurtir bibe û jiyana Jinwarê berdewam bike. Jinwar cihekî jinan navneteweyî ye û jin tê de dijî."
 
'Parastina şoreşa Rojava parastina xeta demokrasiyê ye'
 
Berçemê wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em jinên welatên derve li vir mane, ji ber sîstema demokratîk a ku li vir hatiye avakirin. Sîstemeke alternatîf e ji bo hemû dunyayê û ev sedema bingehîn ya êrîşan e. Dewleta tirk êrîşî vê sîstemê dike. Sîstema  demokratîk mafê jinan diparêzê, ev bi serê xwe nirxê şoreşê ye. Parastina şoreşa Rojava parastina xeta demokrasiyê ye."   
                          
'Tundî li min hat kirin, Jinwar li min xwedî derket'
 
Jina bi navê Şêrîn Celal a ku ji şêniyên gundê Jinwarê ye û ev saleke li gund dijî qala hatina xwe ji gund û jiyana xwe lê dike wiha dibêjê: "Ji zilim û zoriya mêran min xwest ez li gundê jinan bijîm. Ez bi xwe ji Başûrê Kurdistanê me, bi mêrekî re ez zewicîbûm û her roj  rastî tundiyê dihatim, êdî jiyana min bi êş bû û min xwe ji wî mêrî da berdan. Li ser televizyonê min bihîst ku gundekî jin li Rojavayê Kurdistanê heye, parastina jinan dike, wê demê min biryar da ku ez werim gund û li vir bijîm û ji nû ve bi jiyanê re di nava avakirinê de bim. Jinwar li min xwedî derket."
 
'Jinwar bersiva li dijî desthilatdariya mêran û cihê parastina hemû jiya ye'
 
Şêrînê di dawiyê de behsa jiyana Jinwarê kir û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Li gundê jinê jiyana min pir xweş e. Bi rengekî komînal em rojên xwe derbas dikin. Rojên me tijî ked e, em hewcedarî tu kesî nabin.  Em jin sewalan xwedî dikin û baxceyê xwe em bi xwe diçînin, her wekî din hemû jin bi hev  dişêwirin, pirsgirêkên xwe çareser dikin  û civatên me tim hene. Dema ez li vir jiyam nû rehetiya jiyanê min hîs kir ku jin jî xwedî hêz e û dikare bibe bersiv ji hemû rengên tundiyê re. Jiyana me yek e, pêdîviyên xwe bi xwe peyda dikin. Ez pir kêfxweş im ku ez li gundê jinê dijîm. Jinwar bersiva li dijî desthilatdariya  mêran e û cihê parastina hemû jiyanê ye."
 
Sibehê: Li Erdnîgariya Zenobiayayê mîrate bi hevserokatiyê dîsa zindî dibe