59 sal derbas bûn: Perperok niha jî li dijî dîktatoriyan li ber xwe didin - 3

  • 09:20 21 Mijdar 2019
  • Dosya
Salîha Aydenîz: Em ê li her qada jiyanê bin
 
Rengîn Azîzoglu
 
AMED -  Bi minasebeta 25’ê Mijdarê parlamentera HDP’ê Salîha Aydeniz bal kişand ser êrîşên li hemberî siyasetmedarên jin û got: “Pergala serdest a mêr bi taybetî êrîşê siyasetmedarên jin dike û hedef nîşan dide. Dixwazin peyamek bidin civakê. Em ê li dijî pergala serdest têkoşîna xwe mezin bikin û gotinên xwe li her qadan bîninin ziman.”
 
Bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, jin her sal li qadan daxwazên xwe tînin ziman. Jin li dijî şîdeta fîzîkî, siyasî, devkî û aborî her tim li ber xwe didin û tucarî dev jî têkoşîna xwe bernedan. 
 
Jinên kurd her tim pêşengiya têkoşînê kirin. Jinên kurd li dijî pergala serdest a mêr û bi taybetî jî li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin dan û di dîroka cîhanê de cih xwe girtin. Jin li Rojhilata Navîn bi afirandin û pêşxistina parastina rewa bûn pêşengên têkoşînê, li cîhanê jî pergala hevserokatiyê bi pêş xistin. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Salîha Aydenîz, bal kişand ser êrîşên li hemberî siyasetmedarên jin û têkoşîna ku bi salan tê dayîn. Salîha bersiv da pirsên ajansa me. 
 
* Siyasetmedarên jin li meclîsê, li qadan û her wiha di qada medyayê de bi şîdeteke çawa re rû bi rû dimînin? 
 
Îro, li malê, dibistanê, kolanê, meclîsê û li saziyan zîhniyeteke êrîşkar heye. Jin îro li dijî vê zîhniyetê li her qada jiyanê xwedî gotin e. Rêxistinbûn û fikrên me, li dijî rolên civakî ne. Nêzîkatî û sekna me li dijî zîhniyeta mêr a di  nav civakê de hatiye merheleyeke girîng. Di mekanîzmayên biryar û pratikan de me têkoşînek da. Li cihê ku em disekînin zîhniyeta dewlet a mêr ketiya nava zehmetiyan. Edî jin di  nav civakê de tenê kesên xizmet didin nînin û jin edî siyasetê diafirînin, perwerde û aboriya xwe bi xwe bi rêvedibin. Em natirsin, em îtaat nakin, bêdeng nabin. Ji ber van sedeman jî em her tim li qadan û kolanan bi şîdetê re rûbirû dimînin. Bi taybetî em her tim bi êrîşên polîsan re rûbirû dimînin. Polîs jî bi êrîş û nêzîkatiyên xwe dixwazin peyamek bide civakê. Lê sekn û helwesta me peyama polîsan serûbînî dike. Polîsên ku ji me re dibêjin ‘Em dewlet in’ em jî bi bersiva ‘dewlet civak û gel e’ derdikevin hemberî wan. 
 
Heta niha me gelek gavên girîng avêtin û em bi pêş ketin. Di nav civakê de êdî têkoşîna jinê roleke mezin dilîze. Me bi hewldanên xwe pergala heyî serûbînî kir. Li dijî pergalê me rêxistinbûna xwe berfireh kir, têkoşîna xwe mezin kir û gotinên xwe pratîze kirin. 
 
*Ne tenê li welat li derveyî welat jî siyasetmedarên jin hedef tên nîşandan. Dîmenên kuştina Hevrîn Xelef di çapemeniyê de cih girtin. Hûn wê zîhniyeta ku Hevrînê qetil kir û kuştina wê nîşandan çawa dinînxînin?
 
Divê mirov vê pirsê bike ‘Wateya Rojava çî ye? Çima evqas êrîşî Rojava dikin? Di sala 2011’an de li Sûriyeyê şerekî navxweyî dest pê kir. Gelê Rojava li dijî rejîma BAAS’ê û hêzên hegemonîk, rêya 3’yemîn ava kir û xwe rêve birin. Di rêya 3’yem de pêvajoya jiyanek nû ya civakê afirandin. Li her qada jiyanê pergala hevserokatiyê û temsîliyeta jinê afirandin. Ev pergal ji cîhanê re bû mînak. Li dijî vê pergalê zîhniyeta mêr  DAÎŞ ava kir û jin kirin hedef. Jin hatin revandin û wekî koleyan li gelek welatan hatin firotin.  Her çend DAÎŞ jinê hedef girt jî bi destê jinê DAÎŞ ji holê hat rakirin. Zîhniyeta ku DAÎŞ afirand edî ji rêxistinbûn û têkoşîna jinê ditirse. 
 
Pergala serdest a mêr dema bixwaze civakê dizayn bike, di serî de êrîşê jinê dike. Siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef bi hovane hat kuştin û bi kuştina Hevrînê xwestin peyamekê bidin civakê. Di hefteyên borî de jî Çîçek Kobanê esîr hat girtin û çeteyan girtina wê bi dîmenan ragihand. Her wiha em tu carî Ekîn Wan jî ji bîr nakin. Bi teşhîrkirina bedena Ekîn Wan re xwestin peyamekê bidin têkoşîna jinê. Di şexsê Çîçek Kobanê, Hevrîn Xelef xwestin Şoreşa Jinan a Rojava, têk bibin. 
 
* Îsal bêtir êrîşê pergala hevserokatiyê kirin. Li gorî we sedema wan êrîşan çî ye? 
 
Ji bo me pergala hevserokatiyê nayê wateya du koltuxan. Ji bo me temsîliyeta wekhev a civakê ye pergala hevserokatiyê girîng e. Ji bo jin di nav civakê de wekhev bibe pergala hevserokatiyê girîng e. Di pergala hevserokatiyê de cihê îktîdarê nîne.
 
Bi têkoşîna jinê polîtîkayên asîmîlasyonê negihiştin armanca xwe. Axaftina bi kurdî ya jinê bû sedema pratîzenekirina polîtîkayên asîmîlasyonê. 100 sal in polîtîkayên asîmîlasyonê didomin, niha jî bi rêbazek din a tayînkirina qeyûman polîtîka tê bi rêveberin. Bi rêya qeyûman di serî de saziyên jinan hatin girtin, hevşaredar hatin girtin û li hemberî jinan operasyonên siyasî hatin destpêkirin. 
 
Her wiha di demên dawiyê hejmara kuştina jinan jî zêdetir bû. Heroj em bi bûyerên kuştin, taciz û tecawizê re rû bi dimînin. Pergala dîktatoriyê bi her awayî didome. Di nav pergala heyî de jin û civak nîne û ji ber vê sedemê jî dixwazin têkoşîna jinê ji holê rakin. 
 
Di salên 90’î de heta îro bi bedel û têkoşîna jinan pergala hevsekatiyê hat lipêşxistin. Di serî de kota û komîsyonên jinan hebûn û ev tişt bû bingeha hevserokatiyê. Jin jî tu carî dev jî destkeftiyên xwe bernadin. 
 
*Siyasetmedarên jin li dijî êrîşên li hemberî siyasetmedarên jin dê têkoşîneke çawa bidin meşandin? Her wiha siyasetmedarên jin dê 25’ê Mijdarê çawa pêşwazî bikin?
 
Jin dê li dijî şîdet, pergala serdest, operasyonên siyasî, taciz, tewaciz, kuştin û şer li qadên jiyanê û li meclîsê têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî kuştinê em bêdeng nabin. Em ê li dijî pergala serdest a mêr têkoşîna xwe mezin bikin û gotinên xwe li her qadan bininin ziman. Em ê bi hev re û bi jinên cîhanê re hêza xwe xûrt bikin û li dijî pergalê li ber xwe bidin. 
 
Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê em ê li qadan dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê jin li hev bicivîn qala têkoşîna xwe ya li dijî şîdetê bikin û wekî her sal li qadan hêza xwe bikin yek.