59 sal derbas bûn: Perperok niha jî li dijî dîktatoriyan li ber xwe didin - 1

  • 09:01 19 Mijdar 2019
  • Dosya
Şopdarên Perperokan li dijî şîdeta li hemberî jinê li ber xwe didin
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jin dê di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî jinê, li dijî şer, xîzanî, cudakarî û nijadperestiyê dakevin qadan û xwedî li mîrateya Xûşkên Mîrabel derkevin û azadiyê biqîrin. 
 
25’e Mijdarê Roja Tekoşîna Navneteweyî ya Li Dîjî Şîdeta Li Hemberî Jinê, roja têkoşîna hevpar a  jinê a li dijî pergala baviksalariyê ye. Her sal ji bo biranîna Xûşkên Mîrabel jin li qadan daxwazên xwe tînin ziman. Têkoşîna ku Xûşkên Mîrabel daye, îro li her derê cîhanê jin bi berxwedaneke bi hempa li dijî zîhniyeta serdest a mêr têdikoşin. 
 
Li dijî dîktatoriyê têkoşîna Xûşkên Mîrabel 
 
Di sala 1930’an de li Komara Domînîkê piştî darbeya leşkeri dîktador Rafael Turujillo hat îktîdarê. Rafael bi zext û zordariyê welat bi rêvedibir. 31 salan li dijî dîktatoriyê têkoşîna azadî û demokrasiye hat dayîn. Ligel têkoşînê binçavkirin, girtin û mirin jî li pêş bû. Di van dewrê de jî têkoşîna Tevgera Calandestinayê li pêş bû. Tevger ji hela Patrîa, Mînerva û Marîa Mîrabel ve hatibû avakirin. 
 
Xûşkên Mîrabel hedef hatin nîşandan
 
Xûşkên Mîrabel, bi dehan caran hatin girtin û ne tenê girtin dîktatorî dest danî ser mal û milken wan. Li gorî dîktator Rafael Trujîllo li welat du pirsgirêk hene yek Xûşkên Mîrabel û ya din jî dêr in. Bi vê gotinê hedef hatin nîşandan. Xûşkên Mîrabel wekî xayîn hatin îlankirin. Piştî îlankirina xayintiya xûşkan, di 25’ê Mijdarê di sala 1960’an de dema Xûşkên Mîrabel ji girtîgehê hevjînên xwe ziyarez kirin, di rêde maşîneyên wan hatin rawestandin. Xûşkên Mîrabel bi tecawizê re rû bi rû man û piştre jî bi hovane hatin kuştin. Piştî kuştinê ji kendalê avêtin xarê. Kuştina Xûşkên Mîrabel wekî qezeya trafîkê hat ragihandin. 
 
Têkoşîna Xûşkan wekî mîrateyek ma…
 
Piştî kuştina Xûşkên Mîrabel, Tevgera Calandestîna têkoşîna xwe domand. Ligel têkoşînê dîsa jî endamên tevgerê bi zextan re rû bi rû man û hatin girtin. Piştî salekî li dijî dîktatoriya Rafael Trujîllo muxalefet bi hêzdar bûn û dîktatorû têk birin. Gotin û têkoşîna Xûşkên Mîrabelê wekî mîrateyek ji jinan re man. 
 
Çend gotinên Xûşkên Mîrabel:
 
“Tişta ku herî nêz mirin e, lê em ji mirinê natirsin, Em ê ji bo tiştên mafdar şerê xwe bidomînin.” (Marîa Teresa Mirabal)
 
“Ji bo welatê xwe tişek kirin çavkaniya dilşadiyê ye, lê rûniştin ji bo me xemginiyek e.” (Minerva Argentîna Mîrabal)
 
“Em nahêlin ku zarokên me di nav pergala zilm û dejenerebûnê de bijîn. Em mecbûr in ku li dijî vê pergalê têbikoşîn. Ez li ser navê xwe dibêjim ku çi hewce be ez ê bidim pêwiste bê jî ez ê canê xwe jî bidim.” (Patrîa Mercedes Mîrabal)
 
Her sê xûşk wekî Perperok tên nasîn
 
Navê Xûşkeke Mîrabelê Perperok e. Bi vê vesîleyê li Domînîkê û cîhanê navê her sê xûşkan wekî “Perperok” tê nasîn. Piştî bi salan di sala 1981’an de li Kolombiyayê Komcivîna Jinan a Jinên Latîn Amerîkayê hat lidarxistin. Di komcivînê de biryara Roja 25’ê Mijdarê bibe Roja Piştevaniya Navneteweyî û Têkoşîna Li dijî Şîdetê hat dayîn. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di sala 1999’an de 25’ê Mijdarê wekî Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinan îlan kir.
 
Bi bernameyên cuda tên bibîranîn
 
Helbestvanê Domînîkî Pedro Mir di helbesta xwe ya "Amén de Mariposas" de qala kuştina xûşkan kiribû. Her wiha nivîskar Julîa Alvarez di pirtûka xwe ya bi navê “Dema Perperokan” de qala jiyana Xûşkên Mîrabelan kiribû. Di sala 1981’an de heta îro li cîhanê jin bi bernameyên cuda Xûşkên Mîrabel bibîrtînin. Li dijî şîdet, kuştin, cudakarî, newekhevî, şer û nijadperestiyê jin bi hev re têdikoşin, dengê xwe bilind dikin. 
 
Li kolanan daxwaza azadiyê dikin
 
Çend ser kuştina Xûşkên Mîrabel 59 sal derbas bibin jî jin li her qadê hewl didin ku daxwazên xûşkan bînin cih û têkoşîna xûşkan bidomînin. Jin xwedî li mîrateya Xûşkên Mîrabelê derdikevin. Jin her sal di 25’ê Mijdarê de li kolanan dicivin û daxwaza azadiyê dikin. 
 
Sibêhê; Daraz zayendparêziyê rewa dike.