Roja Mafên Zarokan a Cîhanê û şer (1)

  • 09:09 18 Mijdar 2019
  • Dosya
Dilûcan Bozî / Dîcle Demhat
 
Zarokatiya di bin dengê tank û topan de derbas dibe: Li Kurdistanê zarok mezin nabin
 
KOBANÊ - Em di demek wiha de dijîn ku temenê zarokan ji yê perperîkan kurtir e. Di her kêliya jiyanê de zarok tên kuştin, koçberkirin û ji mafê jiyanek bi ewle bêpar têne hiştin. Li Rojhilata Navîn her roj bi dehan zarok sêwî dimînin. Bi sed hezaran jî ji mafê perwerdehiyê bêpar tên hiştin. 
 
Di sala 1917'an de di derbarê maf û neheqiyên ku li zarokan têne kirin, li ser tora civakî dibe rojevek sereke. Ji bo ev pirsgirêk bê çareserkirin gelek kes bertek û nêrînên xwe bi rêya medyaya civakî de parve dikin û daxwaz dikin ku rojek weke roja mafê zarokan were destnîşankirin. Li ser daxwaz û pêşniyariyên civakê di sala 1925'an de li Cenevreyê konferansa di bin navê xweşguzarî ya zarokan de tê lidarxistin. Di vê konferansê de pêşniyariya ku 20’ê Mijdarê weke Roja Mafê Zarokên Cîhanê  tê pêşniyarkirin. Piştî 64 salan û şûnde, di sala 1989'an de pêşniyariya mafê zarokan ji milê Neteweyên Yekbûyî ve bi awayekî fermî tê pejirandin. Di heman demê de roja mafê zarokan ji aliyê 193 dewlet-netewan ve tê pejirandin. Emerîka û Somal tevlî vê hevpeymanê nabin. Di sala 1990'an de Emerîka û di sala 2015'an de jî Somalî vê hevpeyimanê mohr dikin. Bi vê şêwayê hevpeymana mafê zarokan ji milê 195 dewlet-netewan ve tê mohrkirin.
 
Şertên hevpeymanê
 
Di hevpeymanê de 54 xalên sereke ji bo mafê zarokan hatine destnîşankirin. Hinek ji wan xalan wiha mirov dikare rêz bike: temenê zaroktî ji 0/heta 18 saliyê ye. Kesên di bin temenê 18'an de doz lê nayên vekirin û nabe ku bikevin girtîgehan. Bi tu şêwayî neheqî û xirabî nabe ku li zarokan were kirin. Kesên di temenê 18’an de nabe ku beşdarî şer bibin û neheqiyên cuda li wan werin kirin. Her wiha nabe cudahiya ol, ziman, çand, zayend, nîjad û hwd.  li zarokan bê kirin. Bê ku cudahî bikeve navbera zarokan her zarok xwedî heman mafan e û civak, dewleta ku li wê herêmê di ber mafê zarokan de berpirsiyar e. Ji van a 195 dewletên ku hevpeyman mohr kirine, ji parastina mafê zarokan berpirsiyar in. Hemû dewletên ku hevpeyman mohrkirine li gorî 54 xalên hevpeyimanê di zagonsaziya xwe de guherîn dane çêkirin. Ji bo şopandin û pêkanîna vê hevpeymanê komîteyek çavderî ji aliyê NY'ê ve tê erkdarkirin. Erka vê komîteyê ew e ku her 5 salan carekê rewşa zarokên 195 dewletan de dijîn li ber çav bigirin û di derbarê wan dewletan de rapora çavdêriyê amade bikin û bidin Neteweyên Yekbûyî.
 
Mafê zarokan tê binpêkirin
 
Di derbarê mafê zarokan de pir kes dipeyîvin û dibin xwedî nêrîn. Ji bo ku mafê zarokan baştir bê parastin kesên sosyalîst û civaknas hewil didin ku xwedî li mafê zarokan derkevin. Ji wan 195 dewletên ku hevpeymana mafê zarokan mohr kiribûn û qaşo xwedî li mafê zarokan derdikevin gelek caran neheqî li zarokan tê kirin. Li gorî lêkolîn û zanyarên ku heta gelek dewlet mafê zarokan binpê dikin. Kesê bi navê Greta Thunberg û 15 hevalên xwe di dîroka 24'ê Îlona 2019'an de neheqî û bêmafiya ku di dewletên weke Almanya, Fransa, Brezîlya, Arjantîn û Tirkiyeyê de li zarokan tê kirin hene û di derbrê van dewletan de nerazîbunên xwe ji Netewên Yekbûyî ragihandine. Ji dewletên ku hevpeyman mohr kirî yek ji wan jî dewleta tirkiyê ye. Her çendî di sala 1990’î de hev hevpeyman ji aliyê dewleta tirkan ve hatibe mohirkirin jî lê belê, nehatiye pejirandin. Di sala 1995'an de hevpeyman ji aliyê dewleta tirk ve tê pejirandin. Lê belê kiryarên ku niha ji aliyê dewleta tirk ve li Bakurê Kurdistan û Bakurê Suriyeyê tên meşandin kiryarên derveyî mirovahiyê ne.
 
Di encama şer de derûniya zarokan xirab dibe
 
Di encama êrîşên çeteyên DAIŞ, El Nusra, OSO û dewleta tirk de zarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji hemû mafên zarokan, perwerdeyê û jiyanê bêpar dimînin. Her çendî hevpeymana mafê zarokan ji aliyê gelek dewletan ve hatibe pejirandin jî, lê belê bi tu awayî mafê zarokan nîne û hebûna zarokan nayê parastin. Li Rojhilata Navîn ji ber sedemên şer her roj bi dehan zarok tên kuştin an jî parçeyek ji bedena wan diçe. Ev bûyer û geşedan hemû li ber çavên Neteweyên Yekbûyî çêdibin. Lê belê tu hêzên navneteweyî li dijî van neheqiyên ku li zarokan tê kirin bertek nadin nîşandan. Ji sala 2013’an de û şûnde şer û pevçûn li herêmên axa Surîyeyê gur bûn û kesên herî zêde para xwe, ya neyînî ji van şeran girtin zarok bûn. Di 27'ê Îlona 2014'an de bi alîkariya dewleta tirk çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kantona Kobanê kirin. Di encama van êrîşan de gelê herêmê neçar ma ku ji warê xwe koçber bibin. Di koçberiyê de gelek zarokan jiyana xwe ji dest dan û gelek zarok jî bê dê û bav man. Piştî vegera gel li Kobanê, di 25’ê Hezîrana 2015'an de çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşên xwekujî komkujî di Kobanê pêk anîn. Di encama van êrîşan de 35 zarok jiyana xwe ji dest didin, gelek ji wan dê û bavê wan tên kuştin û bi dehan zarok derûniya wan xirab dibin. Di heman demê de çete li ber çavê zarokan dayik, bav, xwişk, bira an jî mirovên wan dikujin. Ew zarokên ku bûyer li ber çavên wan çê bûne heta niha jî nikarin tevlî civakê bibin.
 
Her koçberiyek mirinek e
 
Di her êrîşekê de gelên herêmê ji neçarî koçber dibin. An jî wê  di nava şer û pevçûnan de bimînin û zarokên wan li ber çavê wan jiyana xwe ji dest bidin. Bi her awayî koçberî tê wateya malwêranî, mirin, bêçand bûyîn û bê zimanî. Di her koçberiyê de zarok ji serma, germa, bêav û xwarin jiyana xwe ji dest didin. Yek ji van mînakên ber bi çav zarokê bi navê Alan ku ji Kobanê ye di sala 2015'an de, dema koçberiyê de keştiya wan li tirkiyeyê noqî avê dibe û Alanê biçûk jiyana xwe ji dest dide. Weke Alan bi deh hezaran zarokên ku di riya koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane hene. Berdewamiya van êrîşên çeteyan 20’ê Çileya 2018'an ku dewleta tirk bi balafir, obîs, hewan, balafirên keşfê û bi awayek bejahî êrîşî Kantona Efrînê kir. Di encama êrîşên dewleta tirk de gelê Efrînê ji neçarî koçberî Kantona Şehba bû û hîna jî di konan de jiyana xwe didomînin. Di encama van êrîşan de jî bi dehan zarok hatin kuştin, sêwî man. Her wiha zarok ji mafê xwendin û nivîsandinê jî bêpar hatin hiştin. 
 
Çêkên qedexe hat bikaranîn
 
Beriya êrîşên 9’ê Cotmehê di demek kurt de zaroka bi navê Sara Rifet ya (6) ku ji gundewarên Girê Sipî ye dema diçû dibistanê ji aliyê segvanên dewleta tirk ve hate hedefgirtin û jiyana xwe ji dest da. Herî dawiyê jî dewleta tirk di 9'ê Cotmeha 2019'an de, bi alîkariya balafirên keşfê, balafirên şer, obîs, hewan û bejahî êrîşî herêma Cizîr û Firatê kir. Di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê bajarê Serêkaniyê, gundewarên wê û bajarê Girê Sipî, Silûk û hinek ji gundewarên wan hatin dagirkirin. Niştecihên van herêman neçarî koçberiyê bûn û niha li bajarên cuda yên Bakurê Suriyeyê jiyana xwe di nava zehmetiyan de didomînin. Zarokên van herêman ji hemû mafê zarokan bêpar hatin hiştin. Di encama êrîşên çekê qedexekirî de bedena zarokê 13 salî Mihemed ku ji Serêkaniyê bu şewitî û gelek kes perçeyek ji bedena xwe windakirin. Li beran berî van kiryarên dermirovahî, komîteyên mafê zarokan bêdeng dimîne û bi tu awayî mafê zarokan nayê parastin.