10’ê cotmehê: Li pey kesên ku xwestin bêyî xwîn li ezmanan binêrin 4 sal (5)

  • 09:18 10 Cotmeh 2019
  • Dosya
Cil û bergên ku şahidê temenekî xwe daye aştiyê
 
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Meryem Bulut jî yek ji kesên di komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabû û cil û bergên parçebûyî yên wê rojê li xwe kiribû, şahidê têkoşîna ku ji bo aştiyê daye. Ew cil û berg li Sêwas, Licê, Kobanê û Şirnexê ligel Meryemê bûn. Yên ku demên dawî yên Meryemê vebêjin ev cil û berg in. Tiştên di dawiya jiyana xwe de jiyaye jî ancax ev cil dikarin vebêjin.
 
Meryem Bulut (Dayika Meryem) ya 71 salî di komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê ya 2015’an de jiyana xwe ji dest dabû. Meryemê di jiyana xwe de ser têkoşînê, ji bo aştiyê têkoşiya û di heman demê de jî hewl da dengê hemû bindestan bigihîne gel.
 
Weke ku tiştek kêm nebûye
 
Em çûn mala Meryemê ya li Okmeydani. Di avahiyê de li dîwar nivîsa ‘Soza me ya ji bo Dayika Meryem wê aştî be’ ber çavê me dikeve. Roja dayika Meryem jiyana xwe ji dest daye ciwanan li dîwar nivîsîne. Dema deriyê mala Meryemê vebû jî wêneyên wê hema li dîwarê pêş bû. Hem gelek tişt kêm bû û hem jî tu tiştek kêm nebûbû.
 
Cilên wê alavê wê hatine veşartin
 
Cil û berg û alavên taybet ên roja bûyerê li ser Meryemê bûn jî teslîmê malbatê hatine kirin. Kurê wê Adnan cilên dayika xwe şûştiye û rakiriye. Xeyalê wî ev e ku ger muzeya komkujiya 10’ê cotmehê vebe wê bibe wir. Me jê daxwaz kir ku em dîmenên wan alavan bikşînin û got: “Tu tiştekî zehmet ji min dixwazî. Me ew cil şuştin û rakirin. Me carek din venekir. Ji bo me zehmet be jî ez ê bînim.” Keça wê bi êşek mezin got ‘ez nikarim lê binêrim’ û çû şaneşînê.
 
Aliyekê wê hîna li berxwe dide
 
Di nav alavên wê de pêlavê wê jî hebûn. Fîstanê wê parçe parçe bûye, nîvê fîstan tune ye. Xirka û cilên din ên li ser jî parçe bûne. Çawa min cil girtin destê xwe parçeyên wê jê de diketin. Cil û bergan, hezkirina Meryemê a jiyanê vedigot. Cil û berg li aliyekê parçe parçe dibû li aliyê din jî li berxwe didan.
 
Cil û bergên şahidê berxwedan û komkujiyan
 
Ev ne tenê cil û bergên Meryemê ne. Di heman demê de şahidê têkoşîna wê ya aştiyê jî ye. Li Sêwas, Licê, Kobanê û Şirnexê jî hevaltiya Meryemê kiriye. Xwezî ziman hebûna ku biaxiviyana. Yên ku komkujiyê vebêjin ev cil û berg in. Ancax ev dikarin demên dawî yên Meryemê vebêjin. Ev cil û berg 100 sal şûnde jî wê şahidên zindî yên komkujiyê li pêş me be. Weke ku niha em birin 4 sal berê.
 
Di 15 salî de tê zewicandin
 
Meryem li Êlihê tê dinê. 4 xwişk in. Ew hîna pir biçûk bû bavê wê jiyana xwe ji dest dide û dayika wê jî di welîdînê de jiyana xwe ji dest dide. Piştî dê û bavê wan dimirin, xalê wan her çaran digire cem xwe. Meryem di 15-16 salî de bi kesekî ku gelek jê mezintir e re tê zewicandin. 5 keç û 3 kurên Meryemê çêdibin.
 
Têkoşîna ked û maf
 
Piştî darbeya 12’ê îlonê bar dikin Îskenderunê. Li wir li baxçeyan dixebite. Di pîrozbahiyên Newroza 1992’an de kurê wê Ahmet Bulut tê binçavkirin. Rastî îşkenceyek giran tê û tê girtin. Girtina kurê wê bandorek mezin li ser dike. Bi vê re Meryemê girtîgeh jî nas kir û hewl da tiştên tên jiyîn fêm bike. Li ser vê Meryemê dikeve nava têkoşînê. Kurê wê Ahmet 4 meh şûnde tê berdan û dibêje ez diçim çiyê. Meryem ji kurê xwe re dibêje ‘Neçe, bavê te kal e, tu rewşa me dibînî’, lê kurê wê îqna nabe. Rojekê dema Meryemê ji kar tê pê dihese ku kurê wê çûye. Hevjînê wê piştî kurê wê ji xemginiyê jiyana xwe ji dest dide. Meryem piştî kurê xwe bi hêviya ku wê aştî pêk bê têdikoşe.
 
Li ku bernameyek hebûna li wir bû
 
Meryem bi hêviyek mezin têdikoşe, li ku bernameyek hebe dayika Meryem li wir bû. Ji bo gelan têkoşîn esas girt û li qadan bû. Di çalakiyên li dijî şîdet û îstîsmarê de li eniya pêş bû. Di çalakiyên piştgiriya ji bo gelên Fîlîstînê, di çalakiyên Dayikên Şemiyê, di bîranîna Hrant Dînk û çalakiyên li dijî komkujiya Somayê de, di protestoya nelêrêtiya AKP’ê de her tim li kolanan bû.
 
Piştî kurê wê diçe her tişt ji bo wê bê wate dimîne. Pereyê ji baxçeyê xwe ji sebze û fêkiyên xwe qezenc dikir jî dibir ji girtiyê girtîgehê re. 
 
‘Ji bo dayika te negirî ez li vir im’
 
Meryem a 25 salan li Îskenderunê dijî di 2004’an de bar dike Stenbolê. Li wir jî têkoşîna xwe didomîne. Li Licê 40 rojî wek mertala zindî dimîne. Dîsa dema ji bo mertala zindî diçû Şirnexê polîs jê re dibêje ‘Di vî temenî de tu li vir çi dikî’ û ew jî dibêje ‘ji bo dayika te negirî ez hatime vir’. Ji ber tevlî çalakiya mertalên zindî ya Şirnexê dibe lêpirsîn lê tê vekirin. Dozger li Meryemê dinêre û dibêje ‘tu bi vî temenî li vir çi dikî, tu pîrî, li mala xwe rûnê.’ Ew jî ‘Ji bo kes nemire ez li vir im. Ez ê têkoşîna ji bo aştiyê bidomînim.’
 
Pirsûs, Kobanê, Licê û Enqere
 
Dema DAIŞ’ê êrîşê Kobanê dikir, Meryem çû Pirsûsê û bi rojan li wir ma. Di vê navberê de 4 caran diçe Kobanê. Di vê navçberê de nizane ku neviyê wê Çekdar jî li Kobanê ye. Neviyê wê Çekdar jiyana xwe li wir ji dest dide. Cenazeyê wî tînin Êlihê defin dikin. Meryem li ser gora neviyê xwe rûdine û dibêje: “Tu hêj pir ciwan bû, ew der ne cihê te ye, ew der cihê min bû’. Piştî vedigere Stenbolê ji bo Kobanê xebata xwe didomîne. Di kermesa ji bo Kobanê de 5 hezar TL tişt firot. Dîsa bi tena serê xwe kamyonek cil û berg ji bo Kobanê kom dike. Meryem 40 rojî di çalakiya mertalên zindî ya Licê de dimîne û piştre tê Stenbolê. Çend roj şûnde diçe Mîtînga Aştiyê ya Enqereyê. Piştî teqînê zarokên wê bi saetan ji Meryemê agahiyê nagirin. Piştre polîs li malbatê digire û agahî dide. Zarokên wê li ser wesayeta dayika xwe cenazeyê wê li gel neviyê wê Çekdar defin dikin.
 
‘Bendewariya me edaletê nema’
 
Adnan destnîşan kir ku daxwaza wan pêkanîna edaletê ye lê bendewariya wan tune ye û wiha got: “Me dixwest ku kî bû sedem bila bê darizandin. Me dixwest ku dadgeh tespît bike ku kê ev komkujî pêk anî, kê kujer anî qadê. Kê alîkarî da komkujiyê, derxe holê. Lê di rûniştinan de hinek mabû dozger me sûcdar bike. Xizmên me ji bo aştiyê li wir bûn. Li wir qetil kirin. Dema me ev digot, DAIŞ’iyên li wir digotin ‘hûn terorîst in, zarokên vana li çiyê gotinan ji me re dibêjin’. Dozger û dadgeran tiştek nedigot. Mînaka Roboskê, Çorum, Pirsûs, Sêwas û Meletiyê. Ger ev komkujî neyên ronîkirin, ji bo me jî edalet ne pêkan e.”